GOTARA NIVÎSKARÊ ÇÎNÎ GAO XINGJIYAN YA WERGIRTINA XELATA NOBEL BO WÊJEYÊ (Edebiyatê): 2000
Pêşgotina Wergêr
Ez bi xwe ji pêşgotinên dirêj hej nakim. Pirraniya berhemên min û ewên min ji zimanên din wergerandine bêyî pêşgotin in, lê carine pêşgorin grîng e û dikare gellekî bi sûd be.
Gelo çima wergerandina gotareke dirêj û ne hêsan? Bêguman ne ji bo xatirê wê yekê ye ku wergêr navê xwe li ser berhemeke din bi cîh bike. Hin kes ê bibêjin ku wergerandina ji zimanên din bo dewlemendkirin û pêşvexistina zimanê kurdî grîng e. Gotin di cîhê xwe de ye, lê mebesta min bi wergerandina van şêwe gotaran bêtir hêviya vekirina pencereyekê ye ku mirov tê re civateke din, cîhaneke ji ya xwe cuda, û helwest û ramanên nû bibîne. Wek wergêr, helbete mirov hêvîdar e ku bi rêya vê pencereyê dîmen û asoya ramanî dê li nik xwendevanê kurd firehtir û rengîntir bibin û bi encamê sûd ê bigihê neteweya kurdî, çiqa va sûda wek dilopeke di nav ava rûbarekê de be jî.
Cîhê dax û mixabê ye ku di nav me Kurdan de hejmara ewên ku bikaribin ji nivîsarên wêjeyîye kûr têbigihên bi sînor e. Bi encama egerên bi bindestbûnê û nebûna mafên mirovahî ve girêdayî pirraniya Kurdan ji derfetên ku bo endamên neteweyên din xwerstî ne, wek perwerdebûna bi zimanê zikmakî di xwendegeh û zanîngehan de, bêpar mane. Hîn îroj jî gellek kes di wê baweriyê de ne ku wêje û hunera çak tenê ew in yên ku xwe dixin xizmeta amancên neteweyî. Ji bilî Kurdan, endamên neteweyên din hebûne, û dê hîn jî hebin, ku wêje bi îdyoljiya siyasî ve girêdane, yan tew kirine xezmetkara wêye. Gao Xingjiyan di gotara xwe de bi tundî li dij vê yekê radiweste.
Bêyî guman, wêjeya resen û hunera bilind ê ji bo xizmetkirina amancên berze mirovahî, û di eynî demê de bo dûramancênn neteweyekê, ji şêwene arzan, ku belkî bo qonaxeke bi sînor birqbirqonekî xuya bikin, bi sûdtir bin. Lê wekî di berhema Xingjiyan de jî diyar e, mixabin, pirraniya xelkê vê yekê zûbizû nabînin. Wek nimûne, hejmareke ne nizim ji Kurdan hîn li dû wêje û hunera bijî-bimre ne. Ber kurdtedemekê min di hevpeyvînekê de ji hunermendekî pirsî, “Bi dîtina te, hunermendê (yan hunermendên) îroj di warê stranbêjiyê û mûzîkê de herî pêşkeftî kî ye?” Bersîv: “Rêza min ji her hunermendê ku ji bo pirsa neteweyî ya kurdî kar dike re heye.” Bêyî guman her kesî rêz ji hunermendê bo pirsa neteweyî kar dike re heye, lê xebata ji bo pirsa neteweyî û pêşkeftina hunerî du tiştên ji hev cuda ne. Di nav her civatê de kesên nûpêketî hene, lê trajêdî ew e ku carine kesên nûpêketî û xwîngerm, kesên nîvxwende û nîvzan, yan tew nezan, wezîfeyên siyasî di nav rêxistinan de bi dest dixin, yan dibin xwediyên derfet û îmkanan. Bi encama egerên dîrokî, û ji ber ku bo gelê kurd rojnameyên rojaneye ku xwe bigihînin destên bi milyonan kes, li aliyekî, û azadiya ragîhandineke rêk û pêk, li aliyê din, nînin; û ji ber ku endamên neteweya kurdî bi hejmarên bilind dilpak, lê di warê siyaseta pêşkeftiye li gor dem û dewranê de tênegihîşt in, pirr caran ew dikevin bin bandora nûpêketiyan û nîvzanan. Va yeka bêyî guman ne tenê ji bo Kurdan wisa ye. Di cîhana me de dewletine serbixwe hene ku serdar û serokên wan hîn îroj jî nîvzan dimînin. Li milê din, li welatên di warê ekonomî û teknolojî de herî pêşkeftî jî kesên wisa hene ku ji aliyê hişyariya wêjeyî û siyasî de gellekî hejar in. Ji ber vê yekê ye ku xwendina gotarên wek ya nivîskarê çînî Gao Xingjiyan, ku nuha di dest we de ye, zor grîng e. Heke mirov bi sebir û bi dilekî fireh gotarên wisa nerxbilind bixwêne û bizava têgihîştina wan bike, ew ê bibîne ku xusetê mirovan gellekî ji hev nêzik e. Bo nimûne, di gotarê de gellek raman hene ku mirov dibêje qey rasterast xwe bi Kurdan ve girêdidin. Gotara “Nerxdayîna bo Helbestê” ya nivîskarê îrlendî Seamus Heaney, ku me her weha wergerandibû kurdî, jî wisa bû. Divêt wisa nehête bawerkirin ku her gotina ji devên nivîskarên navdar derdikeve yan ji pênûsa wan dihête der sed ji sedî durist e û divêt bihête pejirandin. Ya grîngtir ew e ku mirov bi encama bihîstin yan xwendina gotinên wan bi şêweyeke rasteqîne û objektîv helwestên wan bide ber çav û xwe bi xwe biryara xwe bigire, lê mirov helbete hêvî dike ku biryar yeke mentiqî bêt. Mirov dikare hem di warê siyasî de, hem di warê wêjeyî de, û hem jî ji aliyê mirovahî de ji van şêwe gotaran fêrî dersan bibe. Ji bo vê yekê ye ku ez wegerandina wan dikim amanc. Heke hema deh xwendevan sûdê ji wan wergerin jî, dema ji bo wergerandina wan hatî terxankirin û dijwariya hatî kişandin ê li vala neçûbin.
Nehête jibîrkirin ku Xingjiyan enmdamê neteweya çînî ye, neteweyeke bi şaristaniyeke kevnare dewlemend, lê di eynî demê de xwedan bawerîne ku pêkan e ji bo me biyanî werin. Jê bêtir, xelkê Çînê, bi taybetî di sedsala borîn de, rastî gellek reşebayên siyasî hatiye û bi encama şerên navxoyî, stemkariya hêzên biyanî û cîhgirtina serhildanan û şoreşan êşeke bi jan dîtiye. Hîn bi ser de, di dema “Şoreşa Çandî” de nivîskarên serbixwe tadeyên mezin û îhaneteke bêhempa dîtine. Bêguman e ku van tiştan ê bandor li Xingjiyan û nivîskarên ji nifşê wî kiribin.
Ji ber ku Xingjiyan di gotara xwe de behsa Şoreşa Çandî dike, heye ku baştir be çend gotin di derbarê wê de li vir bihên diyarkirin: Şoreşa Çandî di navbera 1966 û 1976 de li Çînê cîh girt. Raman di bingeha xwe de ya serdarê şoreşa komonîst Mao bû, lê dû re ji aliyê hinan de bo amancên şexsî û siyasî hat bikarhanîn. Mao ew hêviya dikir ku bi rêya Şoreşa Çandî çîniyan ji erf û toreyên berê bi dûr xe, cudatiyên di naveba bajaran û gundan de, her weha cotkaran û karkeran de, rake da ku “civateke nû” li tevahiya Çînê bihête holê. Wî û yên li dû nexweşiya wî hevsarê şoreşê bi dest xistinî ji bo van amamcan endamên ciwan yên Partiya Komonîst û hêzeke taybete leşgerî bi kar hanîn. Gellek caran van ciwanan heta tade li bav û xizmên xwe jî dikirin kesên toreyên par dilsoz wek “neyarên şoreşê” dihesibandin. Bi sedhezaran kesên ronakbîr û niştimanperwerên bêtawan bi ber bayê vê şoreşa di nav şoreşê de ketin. Hinan bi navê “şoreşê” tola xwe ji kes û koman wergirtin, yan ew bo amancên şexsî û siyasî bi kar hanîn. Di van 10 salan de hema ji endamên Partiya Komonîst bi xwe 3 milyon karmend û mamûr û berpirsiyar ji wezîfeyan hatin derhanîn (Çavkanî: Encyclopaedia Brittannica, 2001 – China’s Cultural Revolution -). Bi taybetî li nivîskar û ronakbîran tadeyên mezin bûn, lê va şoreşa di nav şoreşê de li dawiya dawiyê di amancên xwe de bi ser nekeft, çimkî ew tenê, wekî ku ji bo sehneyê û propagandayê be, li bajarên mezin diyar bû, û ji ber ku xelkê Çînê nedipejirand ku bi hêsanî dest ji erf û toreyên xwe berde. Jê bêtir, çi roreş nikarin, wekî ku dû re li Rûsistanê û komarên par yên sovyêtî jî diyar bû, wisa bi hêsanî vîn û toreyên di nav demeke bi hezaran sal domandî de xwe bi cîh kirinî ji holê rakin û bîrkirin bidin).
Va gotara wergirtina Xelata Nobel ya sal 2000 bo wêjeyê - The Case for Literature / The 2000 Nobel Lecture – di kovara PEN INTERNATIONAL ya nivîskarên cîhanê de (Volume 51, No 2, 2001) hatibû weşandin. Mabel Lee ew ji çînî wergerandiye înglizî. Baştirîn tişt bêguman ew e ku berhem ji zimanê 1em bihête wergerandin, lê çi heyf ku ez bi çînî nedizanim û ji lewre neçar mam wê ji înglizî wergerînim kurdî. Hêvîdar im ji bo we xwendevanên hêja balkêş bêt.
Şahînê Bekirê Soreklî
JI BO PIŞTGIRIYA WÊJEYÊ
GAO XINGJIAN
Nedizanim heke ya ez ber bi vê sekûya ku nuha li ser gotara xwe pêşkêş dikime gêr kirî qeder bêt, lê ji ber ku hejmareke ji lêhatinên xweşbextane va fersenda bi dest xist, ez ê wê wek qeder bi nav bikim. Gotinên di derbarê hebûn û nebûna Xwedê de li aliyekî, min dil heye bibêjim, tevî ku ez bi Xwedê ne bawer im jî min her dem rêzeke kûr ji xeybê re hebûye.
Kesek nikare bibe Xwedê, bêyî guman nikare şûna Xwedê bigire û wek Supermirovekî cîhanê bi rê ve bibe; heke wisa bike ew ê bibe egera cîhgirtina bêtir tevlihevî û dê rewşa cîhanê pîsûpastir bike. Li dû Nietzsche (Friedrich Nietzsche, 1844-1900, fîlosofekî almanî ye ku bawerî bi wê yekê hebû, mirov dikarin xwe bigihînin radeyên herî bi nerx û bi rûmet û bibin supermirov: wergêr), bêtarên ji çêkirina kesan reştirîn qonaxa di dîroka mirovan de hanîn holê. Supermirovên bi her awayî, ewên ku carine wek rêberê gel, serokê neteweyê, yan serdarê nijadê dihatin binavkirin, ji bo kiryarên cerîmetên xwe şêwe bi şêwe zor bi kar hanîn ku fîlosofekî ezokî xirifî jî nikare têxe peyvan. Lê ez naxwazim dema vê axiftina di derbarê wêjeyê de bi peyivandina li ser siyasetê û dîrokê wenda bikim. Min dil heye vê fersendê bi kar bihînim û wek nivîskarekî tenê bi navê xwe biaxifim, bi dengê mirovekî bi serê xwe.
Nivîskar mirovekî wek her mirovî ye; heye ku bêtir hestnazik bêt, lê mirovên ku zêde hestnazik bin pirraniya caran her weha zû diêşên. Nivîskar wekî ku axifgerê xelkê bêt napeyive, ne jî wekî ku temsîldarê duristiyê bêt. Bixwaze-nexwze dengê wî lawaz e, lê dengê ji vî mirovî ye ku bêtir resen e.
Tiştê dixwazim bibêjim ew e ku wêje dikare tenê dengê mirovê bi serê xwe bêt (the voice of the individual: wergêr), û va yeka her dem wisa bûye. Dema wêje wek mewlûda neteweyê, ala nijadê, berdevka rêxistineke siyasî, dengê çînekê yan komekê bihête hesibandin, ew dikare bibe hacetekî hêzdar û gelemper ji bo propagandayê. Lê wêjeyeke wisa nerxê xwe yê wêjeyî wenda dike, li şûna ku wêje be dibe berdêla ji bo hêzê û qezencê. Di sedsala ku nû derbas bûyî de wêje rastî vê bedbextiyê bi xwe hat û tê de ji hemî demên par bêtir ji aliyê siyasetê û hêzê de hat brînkirin, û stemkariya di wê sedsalê de li nivîskêr bûyî jî ji her demê zêdetir bû.
Da ku wêje egera hebûna xwe biparêze û nebe hacetê di dest siyasetê de, divêt li dengê yekkesî (voice of the individual: wergêr) vegere, çimkî wêje ber her tiştî ji hestên yekkesî dihêt û encama hestan e. Xwebêja vê gotinê ne ew e ku wêje divêt illeh xwe ji siyasetê bi dûr xe, yan illeh xwe têkiliye siyasetê bike. Munaqeşeyên germ û hesas di derbarê şêweyên wêjeyî û baweriya siyasî ya nivîskêr de belayên mezin bûn ku di sedsala borîn de hatin serê wêjeyê. Îdyolociya siyasî rê da xwe ku ramanên hesas yên di derbarê erf û toreyan de wek paşverû û yên xwe bi guhertinê ve pewendîgir dikin wek şoreşgêr bi nav bike. Dema îdyolojî xwe bi karbidestiyê re bike yek û ew bi hev re bibin hêza li holê, wê demê ne wêje dimîne, ne jî kesayetî (individualism).
Wêjeya çînî di sedsala 20emîn de car li dû carê rastî dijwariyan hat û bi rastî hema-hema hat fetisandin, çimkî siyasetê hevsarê wê xist destên xwe: Şoreşa di wêjeyê de û wêjeya şoreşgêr herduyan wek hev wêje û kesê serbixwe (individual) bi mirinê cezakirin. Bi encama hêrîşbirina ser çanda çînî ya toreyî pirtûk bi navê şoreşê hatin qedexekirin û şewitandin. Di nav sed salên borîn de nivîskar bi hejmarên bilind hatin kujtin, girtin, sirgûnkirin yan bi kirina karên giran hatin cezakirin. Ya di vê qonaxê de hatî serê nivîskaran di çi qonaxên dîroka Çînê de, heta di demên karbidestiya malbatên kiralî de jî, nehatibû serê wan. Bi encamê nivîsandina berhemên bi zimanê çînî dijwar bû, û hîn jê bêtir afirandina azad. Heke nivîskarekî azadiya rewşanbîrî bixwazta dvabû yan bêdeng bima, yan bireviya. Lê hebûna nivîskêr bi karhanîna zimên ve girêdayî ye û nivîskarê bo demeke dirêj zimên bi kar nehîne xwe bi xwe dikuje. Nivîskarê ku nexwaztiba xwe bikuje yan bêdeng bimîne, hîn bîtir, ewê ku bixwazta baweriya xwe bi dengê xwe diyar bike, tenê rêyek li pêş hebû: penabertî. Dema mirov di derbarê dîroka wêjeya li Rojhilat û ya li Rojava de lêbikole, ew ê diyar bibe ku va yeka her dem wisa bûye: ji Qu Yuan* bigir ta Dante*, Joyce*, Thomas Mann*, û Solzhenitsyn*; her weha jimareke bilind ji rewşenbîrên çînî yên li dû bûyera Tiyananmen ya bi xwîn, di sala 1989an de, derketinî derve. Ev qeder ya her helbestvan û nivîskarî ye ku bi îsrar li dû parastina dengê xwe ye.
Di salên ku tê de Mao Zedong dîktatoriyeke giştî bi kar hanîn de, heta bi revê be jî ne pêkan bû. Ew warên perestiyê (îbadetê: wergêr) yên li çiyayên dûr ku di demên eşîrtiyê de bo nivîskaran dibûn penawar hemî hatin tarûmarkirin, û heta bi nivîsandina nehênî (sirrî: wergêt) be jî ji bo jiyana nivîskêr bi tehlûke bû. Bo parastina serxwbûna rewşenbîrî tenê axiftina xwe bi xwe re pêkan bû, û heta bi vê yekê be jî divabû bi miqayitiyeke mezin cîh bigirta. Divêt bibêjim ku tenê di va qonaxa ku tê de nivîsandin bi tundî qedexe bû de ez tê gihîştim wêje çiqa grîng e: wêje dihêle ku mirovek hestên mirovahî biparêze.
Dikare bihête gotin ku axiftina li gel xwe ji bo wêjeyê yekemgav e û bikarhanîna zimanî bo danûstendinê gava duyem e. Mirov hest û ramanên xwe dibarîne nav peyvên ku li dû nivîsandinê dibin wêje. Di destpêkê de bikarhanîna wan, yan tew ramana ku ew rojekê bihên weşandin, ne di bala nivîskêr de ne, lê dîsan jî kûrmeraqeke nivîsandinê li nik wî heye çimkî ew di geşbûna bi nivîsandinê de xelat û şadiyê bi dest dixe. Min dest bi nivîsandina romana xwe Çiyayê Îlhamê kir da ku xwe ji tenêmayîna hindirîn azad bikim, di wê demê de ku heta bi berhemên min di wan de azadiya ragîhandina ramanan xwe bi xwe dabû sînorkirin be jî hatibûn qedexekirin. Çiyayê Îlhamê bo min bi xwe hat nivîsandin, bêyî çaverêkirina ku ew ê çi caran bihête weşandin.
Ji mijûlbûna bi nivîsandinê ez bi xwe tê gihîştim ku wêje di rastiyê de hestkirina mirovî bi nerxê xweyî ye, û va yeka di dema nivîsandinê de dihête îspatkirin; ji her tiştî bêtir wêje encama helwesta xwerazîkirina nivîskêr e. Heke çi bandora berhemê li civatê hebe ew li dû nivîsandina wê cîh digire, û guman tê de niye ku ew bandora ne encama daxwaz û meraqên nivîskêr e.
Di dîroka wêjeyê de gellek pirtûkên çak û nemir hene ku di dema jiyana nivîskarên xwe de nehatibûn weşandin. Heke bixwebawerî li cem wan nivîskaran nebûya, ma çawa dê nivîsandin domandibûna? Wek bo Shakespeare (William Shakespeare, 1564-1616, bi rûmettirîn nivîskarê zimanê înglizî: wergêr), hîn îroj jî dijwar e ku mirov xwe di derbarê hemî aliyên jiyana çar ebqeriyên çaktirîn romanên Çînê nivîsandinî de agahdar bike: romanên Rêwîtiya ber bi Rojava, Kenarê Avê, Jin Ping Me, û Xewnên Odeya Sor. Ji wan nivîskaran tenê Şi Naian bi xwe di derbarê xwe de nivîsandiye, û heke wî (wekî ku bi xwe gotiye) di nivîsandinê de şadî hest nekiribûya, ma dê çima rojên manî ji jiyana xwe bo ew berhema pirrmezin terxan kiribûna, berhema ku di dema jiyana wî de çi xêr li wî nekir. Ma ji bo Kafka’yê** ku çîroka xeyalî ya nûjen bi rê xist jî ne wisa bû; û bo Fernando Pessoa***, şaîrê herî kûr yê sedsala bîstemîn? Wan ji bo xatirê ku cîhanê bidin guhertin bikarhanîna zimên bo xwe nekirin amamnc, lê ew, li gel ku di derbarê bêhêzbûna yekkesî de baş haydar bûn jî, bi rêya berhemên xwe û bi encama sihra di nav hêza peyvan de, bêdeng neman.
Ziman radeya herî bilind ji krîstalîzekirina şaristaniya mirovan e. Ew tevlihev e, tûj e û têgihîştina wî dijwar e, lê di eynî demê de belavkir e, xwe digihîne kûraniya şêweya dîtina li nik mirovî û dibe pireke di navbera wî, wek yê dîtingir, û têgihîştina cîhana ew tê de. Peyva nivîskî jî sihrî ye, çimkî dibe hacetê danûstendina di nav kesan de, heta ger ew ji nijad û demên cuda bin jî. Nivîs dema nivîsandina berhemekê û ya xwendina wê digihîne hev û wisa jî wêjeyê dike xwediya nerxekî rûhîyî nemir.
Bi dîtina min, bizava dayîna zêdegiraniyê bo çanda neteweyî ji aliyê nivîskarekî dema xwe de dikare kêşeafir bêt. Wek nimûne, bi encama şûna ez lê ji day bûmî û zimanê ez bi kar dihînim, tiştekî xweristî ye ku toreyên çandî yên Çînê di min de cîhwar bin. Çand û ziman her dem ji nêzik ve bi hev û din de girêdayî bûne û bi encama vê yekê ye ku şêweyên ta radeyekê sabit yên têgihîştina ramyarî, şêweya ponijandinê û ya xweîfadekirinê li nik mirovî xwe bi cîh kirine. Afirmendiya nivîskarekî bi tiştê ku berê di zimanê wî de hatiye gotine dest pê dike û tiştê ku bi duristî nehatiye gotin bo wî dike amanc. Di dema afirandina hunereke zimanî de pêdivî bi wê yekê niye ku mirov damxeyeke neteweyîye ku bi hêsanî bihête nasîn li xwe xîne.
Wêje sînorên neteweyî derbas dike – bi rêya wergerandinê sînorên zimanan jî derbas dike û bi encamê her weha yên erfên civatî û peywendiyên şexsî yên di bin bandora erdnigarî û dîrokî de hatinî holê – û bi rêya naveroka xwe gelemperiya taybetmendiyên mirovahî baş raber dike. Nivîskarê îroj dikare di eynî demê de bi hejmareke ji faktorên li dervayê nijada xwe ve jî girêdayî be; ji lewre, heke amanca berhemê ne pêşvexistina tûrîzma welatekî be, dayîna zêdegiraniya bo taybetmendiyên çanda gelekî dê illeh bibe egera afirandina gumanê.
Wêje ji îdyolociyê, sînorên neteweyî û hestên nijadî bilindtir e, bi eynî şêweya grîngtirbûna hebûna kesekî ji her peyva bi “îzm”ê dawî dihêt. Ev wisa ye çimkî rewşa jiyanî ya mirovan ji her texmîn û teoriya di derbarê jiyanê de bi nerxtir e. Wêje binçavkirineke tevahî ya rewş û kêşeyên xwe bi hebûna mirov ve peywendîgir dikin e, ji bo wê tiştekî nixamtîhîştinê (taboo) nîne. Danîna sînoran bo wêjeyê her dem ji derve de ye: siyaset, civat, erf û toreyên bi cîh bûnî ku dixwazin wêjeyê wek xemlên bo dîtin û amamncên xwe bi kar bihînin.
Ya rast, wêje ne kirasê xemilandina hêza karbidest e (authority), ne jî modeyeke ku xwe li gor meraqên civatî dide guhertin. Wêje bi xwe xwediya pîvanên şexsiyeta xwe ye: kalîteya wê ya hunerî. Bedewtiya berhemê ya bi şêweyeke komplêks li gel hestên mirov têkel pîvana tenê ya grîng e ji bo nerxandina berhemeke wêjeyî. Bêguman biryarên di derbarê hêjabûna berhemekê de dikarin ji hev cuda bin, çimkî her kesek li gor hestkirina xwe berhemê dinerxîne. Lê ji bo raman û dîtinên cuda yên di derbarê berhemeke bedew de jî pîvanên gelempere naskirî hene. Pêkaniya lêniherîneke rexnedare bi wêjeyê hatî avdan dihêlin ku xwendevan her weha di berhemekê de rastî gellek tiştan bihêt, wek hestê helbestî, bedewtiyê, nerxbilindiya ramanî, nerxnizimtiya ramanî, dilşewatê û sixêftiyê; her weha aliyê bi henek û yê bi qerf, wekî ku nivîskêr di berhemê de bi cîh kirine.
Nerxê wêjeyî tenê ji diyarkirina hestên atifî dernakeve; lê mirov bixwaze-nexwaze, bidûrketina ji ezokiya bêsînor, yek ji şopên zarokmayînê, de dijwar e. Li milê din, hejmareke ji refên diyarkirina hestên atifî hene û da ku nivîskar bikaribe ji wan ya herî bilind bi kar bihîne xwebidûrxistineke sar divêt. Nerxê wêjeyî di lêniherîna serbixweye negirêdayî de ye. Jê bêtir, heke va lêniherîna her weha şexsê nivîskêr bide ber xwe û xwe ji ser dîtinên rolgirên berhemê û nivîskêr re bike çavê sêyem, çavekî ku ta pêkan e bêlayan e (bêteref, serbixwe: wergêr), wê demê bêtar û bênerxên cîhana mirovan ê hemî bibin layiqe kûrlêniherînê. Bi encamê, eger hestên janê, hejnekirinê û nefretê sêrî rakin, hestên xemgînî û evîna bo jiyanê jî dê sêrî hildin.
Berhemeke bedewe ku hestên mirovahî hîmên wê bin kevin nabêt, heta heke di navbera demekê û demekê de modeyên wêjeyê û hunerê werin guhertin jî. Lê ew nerxandinên wêjeyî yên ku wek modeyên tiştan dihên guhertin helwesta ku modeya herî dawîn ya herî baş e bo xwe dikin pîvan: yanê, li gor wan her tiştê nû baş e. Va pîvana gelemper ya proseya bazarê ye, û bazara pirtûkan jî ji yên din ne dûr e; lê dema nerxdayîna bo bedewtiyê li cem nivîskêr jî li gor bazarê bihête guhertin, encam ê xwekujtina wêjeyê bêt. Bi taybetî di civata ku wek civata bikarhêner (consumer society) dihêt binavkirin de, bi dîtina min divêt mirov beri bide “wêjeya sar.”
Ber deh salan, li dû kutakirina Çiyayê Îlhamê, ku min di nav heft salan de nivîsand, min gotareke akadêmiye kurt amade kir û tê de va şêweya wêjeyê pêşniyaz kir:
Wêje bi siyasetê ve ne girêdayî ye, lê xwe bi tevahî têkeldare mirovî dike. Ew razîkirin û têrkirina rewşeniyê (intellect), lêniherîn û nerxdayîna bo serpêhatiyekê, bibîrhanîn û hestkirin, yan raberkirina rewşeke hişî, ye.
Nivîskar ew kesa ye yê ku diaxife yan dinivîsîne, lê biryara guhlêdan û xwendina berhemên wî di dest kesên din de ye. Nivîskar ne lehengeke ku li gor fermanên ji xelkê gavan rane, ne jî layiqe wê yekê ye ku bihête perestkirin, yan bibe sîmbol; û bêguman e ku ew ne mucrim e, ne jî neyarê gel e. Carine bi encama pêdiviyên alîne, li wî û berhemên wî neheqî dibin. Dema desthelatdar hewcedarên afirandina neyaran bin da ku haydariya xelkê ji ser pirsine badin, nivîskar dibin qurban, û, hîn ji vê xirabtir, nivîskarên xapiyayî wisa dizanin ku ji bo nivîskêr serbilindî ye dema bibe qurban.
Di rastiyê de peywendiya di navbera nivîskêr û xwendevên de canî (rûhî: wergêr) ye û pêdivî bi wê yekê niye ku ew hev binasin yan peywendiyên civatî di navbera wan de hebin; danûstendina di navbera wan de bi rêya berhemê cîh digire. Wêje wek kiryareke mirovane grîng dimîne, yeke ku hem xwendevan û hem nivîskar bi daxwaza xwe tê de beşdar dibin. Ji lewre, wêjeyê çi berpirsiyarî li hember xelkê niye.
Va şêweya wêjeyê (şêweya li jor behsa wê hatî kirin: wergêr) ya ku ji nû ve li xusetê xwe yê resen vegeriyayî dikare wek wêjeya sar bihête binavkirin. Ew heye ji ber ku mirov li dû kiryareke bi tevahî canî (rûhî: wergêr) ye, dûr ji meraqa têrkirina pêdiviyên matiryalî. Gotinê naxwaze ku va şêweya wêjeyê ne yeke nû ye. Cudatî tenê ew e ku berê divabû ew li hember hêzên siyasiye stemkar û erf û toreyên civatî têbikoşiya, lê îroj şerê wê bi pêbaweriyên bazirganiye ziyandar yên civata bikarhêner re ye. Zindîmayîna wê bi daxwaz û pêkaniya tehmûlkirina tenêmayînê ve girêdayî ye.
Heke nivîskarek xwe bide ber wêjeyeke weha, ew ê xwexwedîkirina bi berhemên xwe dijwar bibîne. Ji lewre, nivîsandina vê şêwe wêjeyê dikare wek lûksûs bihête hesibandin, tiştekî bo razîkirin û têrkirina canî (rûhî: wergêr). Heke berhemên li gor va şêweya wêjeyê hatinî nivîsandin bihên çapkirin û weşandin, ew ê bi saya bizavên nivîskêr û hevalên wî be. Gao Xueqin û Kafka nimûneyên yekem in. Berhemên wan di salên jiyana wan de nehatin weşandin, û bi encamê wan ekolên wêjeyî di dema xwe de bi rê nexistin, ne jî bûn kesên navdar. Van nivîskaran di nav civatên xwe de wek kesên negrîng manî xwe spartin xebateke ramyariye canî, xebateke ku di wê demê de çi qezenc jê hêvî nedikirin. wan pejirandina civatî nexwazt, lê şadî ji nivîsandinê wergirtin.
Wêjeya sar ew wêjeya ye ku amade ye ji bo zindîmayîna xwe bireve; ew wêjeya ye ku ji bo xatirê azadmayîna canî fetisandina xwe ji aliyê civatê de napejirîne. Heke nijadek nikaribe li va şêweya wêjeya bedewe ji ezokiyê dûr xwedî derkeve, va yeka dê ne tenê bedbextiyeke ji bo nivîskêr be, lê her weha trajêdiyeke bo wê nijadê.
Ew çakbextiya min e ku ez vê pesindana bi rûmet ji Akadêmiya swêdî werbigirim, di dema jiyana xwe de, û ji bo vê yekê gellek hevalên li tevahiya cîhanê bo min alîkar bûne. Wan bi salan, bêyî çaverêkirina destkeftiyan û bêyî kêmbûna dijwariyan, berhemên min wergerandin, weşandin, pêşkêş kirin, û nerxandin. Ji ber ku lîste dirêj e, ez ê nikaribim ji wan re yek bi yek spas bikim.
Dixwazim her weha ji Frensayê re spas bikim ji bo wergirtina min. Li Frensa, şûna ku lê ji wêjeyê û hunerê re rêzgirtin heye, min rewşeke ku tê de bi azadî binîvîsînim bi dest xist, û bo berhemên min jî li wir xwendevan û lêniher hene. Xweşbextane ez tenahiyê hest nakim, tevî ku karê nivîsandinê yê min bo xwe bijartî yekî tenêmayînê ye jî.
Gotina ku dixwazim li vir her weha bikim ew e ku jiyan ne aheng e (ne dawet e: wergêr) û ku gellek beşên cîhanê wek Swêda ku 180 salan şer nedîtiye ne bi aramî û aştî ne. Rastiya ku di sedsalên borîn de ew qas bêtaran cîh girtine dê nikaribe bi serê xwe va sedsala nû ji bêtaran biparêze, çimkî bîr (zakîre: wergêr) wek cînan (genes: xusetên wîrasî - wergêr) derbas nifşên nû nabe. Mirovan hiş hene, lê baqiliya wan têre wê yekê nake ku ji dîrokê fêr bibin; û dema agirê nefreta kûr di nav hişên mirov de gurr bibe dikare hebûna mirov bi xwe têxe tehlûkeyê.
Nikare bihête gotin ku nijada mirovan bêguman ji pêşveçûnekê derbas yeke din dibe (mebesta min li vir şaristaniya mirovan e). Dîrok û şaristanî bi eynî gavan ber bi pêş naçin. Ji rawestana (licîhmayîna: wergêr) Ewropaya sedsalên navend bigir ta demên terepaşî û tevliheviya par li beşê mezin yê Asyayê, û ta bêtarên her du şerên cîhanî yên sedsala bîstemîn, metodên kujtina mirovan her ber bi pêş çûne. Guman tê de niye ku pêşveçûna zanistî û teknolojî xwebêja wê yekê nade ku bi encamê mirov bêtir şaristanî dibe.
Bikarhanîna babetine ‘îzm’a zanyarî ji bo şîrovekirina dîrokê, yan wergerandina xwebêja bûyerên wê bi lêniherîneke dîrokiye li ser hîmê munaqeşeyên derewîn nikaribûn xuset-û-kiryarên mirovan rohn bikin. Nuha ku ew xewn û xeyalên behuştî û şoreşên berdewam yên sedsala par hilweşiyan û bûn xwelî, rê li pêş wê yekê nikare bihête birrîn ku hesteke bi nerazemendiyeke tehl dagirtî li nik kesên ji wan filitînî hebe.
Înkarkirina înkarkirinekê nabête encama bêyî guman ya misogerkirina îspatekê. Şoreşê ne ku tenê tiştên nû bi cîh kirin bi baweriya ku cîhana behuştiye nû divabû bi encama hilweşandina cîhana kevin bihata holê. Va teoriya şoreşa civatî her weha li ser wêjeyê hat ferizkirin û ew îmkanên ku berê ji bo afirandina bedew dihatin bikarhanîn wergerandin meydaneke şer ku tê de nifşên par hatin avêtin û erf û toreyên çandî ketin bin lingan. Li gor vê baweriyê, divabû her tiştî ji sifrê dest pê bikira. Nûjenkirin wek baş hat diyarkirin, û heta bi wêjeya demên par be jî wek proseyeke hejandina aramiyê hat şîrovekirin.
Nivîskar nikare rola Xwedê bigire, ji lewre pêdiviya wî bi wê yekê niye ku ezokiya xwe biwerimîne bi helwesta ku ew bûye Xwedê. Kiryareke wisa dê ne tenê tevliheviyeke derûnî (psîkolocî: wergêr) wîne holê û wî wergerîne mirovekî dîn, lê dê her weha cîhanê di çavên wî de şaşo-maşo bike ku tê de her tiştê ne li gor dîtina wî be nahête pejirandin; û bêyî guman e ku ew ê nema bikaribe jiyana xwe bidomîne. Kesên din ê di çavên wî de bibin agir: dihêt gotin, dema kesê mirov hevsarê xwebirêvebirinê wenda dike wisa dibe. Gotinê naxwaze ku ew ê xwe bike qurbaneke bo paşerojê (dema dihêt: wergêr) dê ji yên din jî bixwaze ku bidin dû wî û xwe bikin qurban.
Pêdivî bi wê yekê niye ku nivîsandina dîroka sedsala bîstemîn zû bihête kutakirin. Heke cîhan careke din têkeve bin şopên hilweşîna qalibê bingeheke îdyolocî, nivîsandina vê dîrokê dê bêyî sûd be û divêt dû re ji nû ve bihête nivîsandin. Nivîskar her weha ne pêxember e. Ya grîng ew e ku mirov di dema xwe de bijî, ku rê li xwexapandinê bibirre, ku xewn-û-xeyalên nementiqî ji serê xwe derîne, ku dema ew tê de dijî baş bide ber çav û di cîh de xwe li gor wê eyar bike. Rewşa hindirîn ya mirovî bi xwe jî dikare yeke tevlihev be, û di wê demê de ku mirov di derbarê cîhana xwe û kesên din de bi guman e, divêt mirov her weha xwe bi xwe bide ber çav. Bêtar û stemkarî adeten ji yên din dihên, lê tirsonekî û xemgîniya mirovî pirr caran êşa kişandinê zêde dikin, û jê bêtir, belayan dihînin serên kesên din jî.
Belê, fêhmkirina xuset-û-kiryarên nijada mirovan ne hêsan e, lê têgihîştina mirovî di derbarê xwe de hîn dijwartir e. Bi rêya wêjeyê mirov ezê xwe dide ber lêniherînê û dema wisa dike hesteke bixwehesînê ku ronahiyê diavêje ser ezê wî dest pê dike kûrtir bibe.
Wêje ne ji bo herimandina xusetê mirovî ye. Nerx û kelkê wêjeyê di dîtinê de ye, û di raberkirina tiştê kêm dihat zanîn de ye, tiştê ku dihat texmênkirin dihête zanîn lê di rastiya cîhana mirovî de baş nedihat zanîn. Rastî di wêjyê de navêt bihête brînkirin, ew bingeha herî grîng ya wê ye.
Sedsala nû gihîşt. Ez ê li vir behsa gelo rast nû ye yan na nekim, lê wisa diyar e ku şoreşa di wêjeyê de û wêjeya şoreşgêr, û heta îdyolojî jî, gihîştin dawiya xwe. Xeyala di derbarê civateke behuştî de ku xwe avêt ser bêtir ji sedsal û nîvekê ji holê çû, û dema wêje xwe ji sindifên vê yan wê ‘îzm’ê azad bike, ew ê vegere pirsgirêkên hebûna mirov. Hêjayî gotinê ye ku pirsgirêkên xwe bi hebûna mirov ve peywendîgir (eleqedar: wergêr) dikin bi derbasbûna demê re pirr hindik hatin guhertin û dê her û her wek naveroka wêjeyê bimînin.
Çerxa em tê de yeke bêyî dîtinên xeybî û dayîna sozan e, û ez bawer im wisa baştir e. Leyiztina rola pêxember û dadger (hakim: wergêr) ji aliyê nivîskêr de jî divêt bi dawî bihêt, çimkî gellek ji dîtinên sedsala borîn yên di derbarê paşerojê (dema dihêt: wergêr) de wek ne durist diyar bûn. Pêdivî bi afirandina wehmên ji bo paşerojê niye; pirr baştir e ku mirov li bendê be û bibîne. Her weha dê ji bo nivîskêr baştir be ku li rola lêniher (şahid: wergêr) vegere û rastiyê pêşkêş bike.
Gotina li jor wê xwebêjê nade ku wêje wek dokûmenytekê ye. Di dokûmenteke îfadegirtinê de heye ku gotinên rast kêm bin, û gellek caran eger (sedem: wergêr) û amancên kiryaran bihên nixamtin. Lê dema wêje xwe têkiliye rastiyê dike tevahiya proseyê, ji ramanên hindirîn yên mirovî bigir ta kiryarê bi xwe dikarin bihên raberkirin bêyî nixamtina tiştekî. Va hêza di wêjeyê de dê her zindî bimîne ger nivîskar raberkirina rastiya xwe bi hebûna mirovî ve peywendîgir dike bo xwe bike amanc bêyî afirandina tiştên bêxwebêj.
Pêkaniya (îmkana: wergêr) dîtina rastiyê li nik nivîskêr e ku kalîteya berhemekê raber dike, û leyiztina bi peyvan yan teknîka nivîsandinê nikarin bi serên xwe ji wê yekê re bibin berdêl. Bêguman rastî dikare bi gellek şêweyan bihête şîrovekirin û heye ku dîtina mirovekî di derbarê wê de ne wek dîtina yekî din be; lê mirov dikare di cîh de tê derxe ka nivîskarek di berhema xwe de rewşeke mirovî dixemilînêye yan bi duristî wêneya rasteqîne raber dikêye. Rexnegiriya wêjeyî ya li ser bingehên îdyolociyekê rastiyê û nerastiyê werdigerîne hûrlêniherîneke xwebêjî (semantic analysis), lê prensîp û helwestên weha kêm peywendî bi afirandina wêjeyî re hene.
Lê lêrasthatin yan lêrastnehatina li rastiyê ji bo nivîskêr ne tenê pirseke afirandina metodolojî ye, ew ji nêzik ve bi helwesta wî ya bo nivîsandinê ve peywendîgir e. Rastî di dema bikarhanîna pênûsê de her weha wê xwebêjê dide ku mirov li dû danîna pênûsê jî dê durist bimîne. Li vir rastî ne tenê nerxandina wêjeyê ye, lê di eynî demê de her weha xwediya xwebêjeke exlaqî ye. Nivîskar neçar niye ku xelkê fêrî moralê bike, û, di dema ku ew bizava raberkirina hejmareke ji kesên vê cîhanê dike de, ew her weha bi şêweyeke bêyî miqayitî xwe şilf dike (dide raberkirin: wergêr), heta tiştine nehêniye di nav hişên xwe de jî raber dike. Ji bo nivîskêr rastî di wêjeyê de nerxên moralî ji hev nêzik dike; ew ji bo wêjeyê amanca herî bilind e.
Ji bo nivîskarê ku nivîsandinê ceddî dibîne, heta bi afirandinên wêjeyî bin xwe dispêrên raberkirina rastiya di jiyana mirovan de, û va yeka ye ku hêza mayînê daye wan berhemên ku ji demên kevnar ta nuha zindî mane. Va egera bi xwe ye ku dê Trajêdiyên Yewnanî û berhemên Şakespeare her zindî û eleqedar bihêle.
Wêje ne hema afirandina kopiyeke rewşekê ye, ew refên bi wê ve peywendîgir derbas dike û xwe digihîne kûraniya bingehên rastiya rewşê; ew pêpirkên nedurist radike, ji pirrbilidiyekê bûyerên adetî dide ber çav, û bi lêniherîneke berfireh tevahiya bûyerên cîhgir diyar dike.
Helbete wêje her weha xeyalperweriyê bi kar dihîne, lê va şêweya rêwîtiya di nav hişan de ne ew e ku ramanên vala-mala li hev bihên komkirin. Xeyalên ji hestên rasteqîne vala û afirandinên bi ser û binê xwe ve ji tecrûbeyên jiyanî dûr dikarin tenê berhemên bêtam û lawaz wînin holê, û ew berhemên ku nivîskar bi xwe bi wan nebawer be dê nikaribin xwendevên jî bilivînin. Bêguman wêje tenê bûyerên jiyana adetî ji xwe re nake bingeh, ne jî nivîskar neçar e ku xwe tenê bispêre serpêhatiyên xwe. Tiştên ku bi rêya bikarhênerên zimên hatinî bihîstin û dîtin, û tiştên ji berhemên wêjeyîye par hatinî bidestxistin dikarin hemî bibin beşekî ji hestên mirovî bi xwe. Sihra zimên û wêjeyê di vir de ye.
Wek bêtaran û xweşbûyeran, ziman xwediya hêzekê ye ku dikare bandora xwe bigihîne giyan (beden: wergêr) û hişên mirovî. Hunera zimên di pêkaniya li nik pêşkêşger de ye, pêkaniya ku hestên xwe bigihîne yên din; ew ne sîstêmeke şandanê yan lihevhanîneke xwebêjî ye ku tenê pêdivî bi notên rêzimanî hebe. Heke ne ji hestên zindî yên di nav zimên de be, xwebêjên zimanî bi serê xwe nikarin wê germahiya di nêv zimên de biparêzin.
Ziman ne hema komeke ji ramanan yan hilgira ramanan e; ew di eynî demê de hest û hewasan bi rê dixe, loma şan û îşaret nikarin cîhê zimanê mirovên zindî bigirin. Peyv û gotinên xwedan xwebêj nikarin bi serên xwe daxwaz, amanc, deng, û hestên di gotina mirovekî de xwedan şûn diyar bikin. Ji lewre, ji bilî rola hilgirtina fikr û ramanan, pêwîst e ku wêje her weha ji bo hewasên mirovî xwe wek balkêş diyar bike. Pêdiviya miov bi zimên ne tenê ji bo ragîhandina xwebêjê ye; ew her weha guhlêdana mirovekî pêkan dike û hebûna wî îspat dike. Ger em li vir gotina Descartes (René Descartes, 1596-1650, fîlesofekî frensî ye, xwediyê felsefeya gumanê; wek bavê felsefeya nûjen dihêt hesibandin: wergêr) bi kar wînin, dikare bihête gotin: Ez dibêjim, ji lewre ez heme. Lê “ez”ê di berhemê de dikare nivîskar bi xwe be, dikare bêjer (Narrator: yê di berhemê de serpêhatiyê dibêje: wergêr) be, yan dikare rolgirekî yan rolgirine di berhemê de be. Ji ber ku bêjer dikare her weha wek “ew” û “tu” bihête bikarhanîn, ew sêlayan e. Dîtina bernavê (pronoun: wergêr) bêjerê serek yekem gava diyarkirina ramanan e, û ji vir şêweyên gotina serpêhatiyê dest pê dikin xwe bi cîh bikin. Di dema proseya lêgerîna metodê xwe yê diyarkirina serpêhatiyê de ye ku nivîskar ramanên xwe dixe nav qalibekî rêk û pêk (concrete form).
Di berhemên xwe yên xeyalî de ez bernavan li şûna rolgiran bi kar dihînim, û ez her weha bernavên “ez,” “tu,” û “ew” bi kar dihînim bo agahdarkirina di derbarê bokeyê berhemê de yan niherîna li wî. Bikarhanîna bernavên cuda li şûna her yekî ji rolgiran şêweyeke xwedûrxistina ji wan bi xwe re dihîne (creates a sense of distance: wergêr). Ji ber ku va yeka her weha serxwebûna rolgirê li ser sehneyê ji aliyê derûnî (psîkolocî: wergêr) de berfirehtir dike, min dest pê kir bernavên şêweguher jî di berhemên xwe yên dramayî de bi kar bihînim.
Nivîsandina berhemên xeyalî û yên dramayî bi dawî nehatiye û dê nehêt jî, û ew gotinên bêhîm yên di derbarê dawîhatina vî yan wî babetê wêjeyê yan hunerê de bêyî bingeh in. Zimanê di destpêka şaristaniya mirov de hatî holê wek jiyanê bi xwe tiji mu’cize ye, û pêkaniya wî ya ragîhandinê bêsînor e. Ya ji nivîskêr dihêt çaverêkirin ew e ku pêkaniyên nixamtî yên di zimên de bibîne û pêş ve bixe. Nivîskar ne Afirmend e, û nikare cîhanê bi dawî bihîne, heta heke pirr kevin bûbe jî. Her weha nikare cîhaneke îdyal wîne holê, heta eger cîhana ew tê de nemaqûl û bêxwebêj bûbe jî. Lê guman tê de niye: ew dikare raman û gotinên nû ragihîne, ku yan zêdekirina li ser yên ewên ber wî ne, yan jî berdewamkirina ji şûna ew gihîştinê ne.
Wêje ne fasid e. Gotina ku “wêje fasid e” yeke bêxwebêj ya Şoreşa Çandî bû. Wêje nemir û nivîskar tune nebûn. Her nivîskarekî şûna xwe li ser refên pirtûkan heye, û ta wê roja ku xwendevanên berhemên wî hebin ew ê jînê xweş bibîne. Ji bo nivîskêr ji wê yekê xweştir niye ku bikaribe pirtûkekê li dû xwe bihêle, ku dê di demên dihên de were xwendin.
Wêje tenê di wê qonaxa demê de dihête holê û dibe afirmenda balkêşiyê dema nivîskar wê dinivîsîne û xwendevan wê dixwîne. Demderbaskirin ne tê de, nivîsandina ji bo paşerojê (dema ku dê bihêt: wergêr), tenê xwexapandin û xapandina yên din e. Wêje ji bo yên zindî ye û, jê bêtir, hebûna zindiyan îspat dike. Va hebûna bêdawî û va îspatkirina jiyana kesî ye ku wêjeyê dike wêje – heke kesek illeh bixwaze sedema hebûna va tiştê bêhûde yê ku jiyana xwe ji hebûna xwe digire bizanibe.
Dema nivîsandin ne ji bo xweîdarekirinê be (mebest karê ji bo jiyanê ye: wergêr), yan dema mirov xwe weqa bi nivîsandinê ve têkel kiribe ku nema dizane bo çi û bo kê dinivîsînêye, ew ji bo wî dibe pêwîstiyekê, û mirov dest pê dike bi meraqeke pirrkûrane binivîsîne û zayînê bide wêjeyê. Va aliyê neberjewendîyî ye ku ji bo wêjeyê zor grîng e. Rastiya ku nivîsandina wêjeyê bûye meslekekê yek ji aliyên reş yên civata nûjen e ku tê de her tişt bi qezenca aborî ve hatiye girêdan, lê bo nivîskêr rastiyeke tirş û tahl e.
Di qonaxa îroyîn de ekonomiya bazarî xwe di nav hemî şaxên civatê de belav kiriye û pirtûk jî bûne tiştên firotinêye. Bazarên bêhûdeye xwe bi hemî babet û şaxan ve mijûl dikin li her derê belav bûne, û ne tenê kesayetiya parastî ya nvîskêr, lê heta bi civat û ekolên par yên wêjeyî be jî êdî nemane. Ew nivîskarê ku nexwaze guh bide zexta bazarê û nepejirîne ku ji bo xatirê meraq û modeya li holê binivîsîne, divêt pereyên bo jiyana xwe pêwîst ji dereke din bi dext xe. Wêje ne pirtûka ku bi hejmarên bilind dihêt firotin e yan pirtûkeke di lîsteyekê de cîh girtî ye, û ew nivîskarên di televizyonan de dihên pesindan ji nivîsandinê bêtir bi reklaman ve mijûl in. Azadiya nivîsandinê nahête dayîn û nikare bihête kirrîn; azadiya nivîsandinê ji pêdiviyeke hindirîne di nivîskêr bi xwe de dihêt.
Li şûna gotina ku Bûda di dil de ye (mebest: li şûna mirov bibêje Xwedê di dil de ye - wergêr), ew ê baştir be bihête gotin ku azadî di dil de ye; û her tişt bi wê yekê ve girêdayî ye ka gelo mirov vê azadiyê bi kar dihîne. Eger mirov wê bi tiştekî din re biguhere ew ê wek teyrekî bifire, û ew ê ji dest mirovî biçe.
Ew kesê ku rast nivîskar e tiştê dixwaze dinivîsîne bêyê çaverêkirina destkeftiyan; ew ne tenê bo xweîspatkirinê dinivîsîne, lê her weha bo rolgirtina li hember civatê (to challenge society = bo teheddîkirina civatê : wergêr). Va derketina li hember civatê ne weharaberkirin e (ne mezherî ye: wergêr), û pêdiviya nivîskêr bi wê yekê niye ku ezê xwe biwerimîne û xwe bike qehreman û şervan. Kesên qehreman û şervan bo kiryareke çak yan amanceke xelathêja tê dikoşin, û van şêwe kiryaran ne yên berhemên wêjeyî ne. Ger nivîskar wê yekê ji bo xwe bike amanc ku li hember civatê derkeve meydanê, divêt vê yekê bi rêya zimên bike, û divêt ji bo vê amancê kes û bûyerên di berhema xwe de bi kar bihîne, yan na: ew ê ziyanê bigihîne wêjeyê. Wêje ne qîrîna bi hêrs e, ne jî ew tişta ye ku nefreta li cem kesekî wergerîne tawanbarkirina yên li hember wî. Tenê dema nivîskar wek kesmirovekî hestên xwe di nav berhema xwe de belav bike van hestan ê ji bêtarên demê bi hêztir bin û dê bo demeke dirêj zindî bimînin.
Bi gotineke din, di pratîkê de ya li hember civatê derdikeve berhema nivîskêr e, ne nivîskar bi xwe. Berhemeke nemir bêguman bersîvdaneke bi hêz e di derbarê dem û civata nivîskêr de. Bi derbasbûna demê re nefret û hêrsa di dilê nivîskarekî de heye ku ji holê wenda bibin, lê ta ew roja ku xwendevanên berhemên wî hebin dengê wî dê di nav berhemên wî de her xwe bide bihîstin.
Bêguman, lihemberderketineke wisa nikare rewşa civatê di cîh de bi yeke din bide guhertin. Ew tenê ew e ku mirovek bizava derbaskirina sînorên pêbaweriyên civatî dikêye û li helwestekê xwedî derdikevêye ku di çavên civatê de ne zelal e. Lê va helwesta ne yeke adetî ye, çimkî ew yeke bi mirovbûna xwe serbilind e. Ew ê xemgîn bûya ger dîroka mirovan tenê di nav rê û rêçikên nenas de bimaya û bi korkanî xwe bi ber pêlên demê xista da ku dengên cuda ji kesên serbixwe nehatana bihîstin. Ji vî alî ve ye ku wêje valahiyên di nav dîrokê de tiji dike. Dema rê û rêçikên dîrokî wisa nehên bikarhanîn ku mirovan bi xwe şîrove bikin, mirov dikarin bi xwe dengên xwe bi rêya wêjeyê li dû xwe bihêlin. Dîrok ne tenêîmkana li nik mirovan e, di dest wan de her weha hêza wêjeyê heye. Heta heke rolgirên di wêjeyê de kesên afirandî bin jî, baweriya bi nerxê hebûna wan her dimîne.
Endamên birêz yên Akadêmiyê, Spas ku we va Xelata Nobel da wêjeyê, wêjeya ku di derbarê serxwebûna xwe de neliv e, ya ku rêya xwe ne ji ser êşa ku mirovan kişandiye, ne jî ji ser stekmariya siyasî, badide, û jê bêtir, xizmetkariyê bo siyasetê nake. Ez ji bo we hemiyan spas dikim ku we va xelata herî nerxbilind pêşkêşe berhemine kir ku ji yên bo mezatê gellekî dûr in, berhemine ku kêm haydarî kişandin ser xwe lê di rastiyê de hêjayî xwendinê ne. Di eynî demê de, ez her weha ji Akadêmiya Swêdî re spas dikim ku hîştin ez rabim ser vê sekuyê û li pêş çavên cîhanê biaxifim. Rê li vir bo dengê lawaz yê kesekî bêtaqet, dengekî ku hema-hema ne hêjayî guhlêdanê ye û di mîdyaya giştî de nahête bihîstin, hatiye dayîn ku gotarekê pêşkêşe cîhanê bike. Lê bi dîtina min, xwebêja Xelata Nobel jî eynî va ye, û spas bo her kesê va fersenda axiftinê dayî.
- - - - - - - - - - - - -
* Qu Yuan (340? – 278 b.z.), şaîr, dîplomat û siyasetmedarekî navdar yê Çînê / Dante Alighieri ( 1265-1321), navdartirîn helbestvanên Îtalya, nivîskarê berhema navdar Komîdyaya Xwedêyî / James Joyce (1882-1941), nivîskarekî îrlendî ye û xwediyê şûneke bilind e di warê nivîsandina romanên bi zimanê înglizî de / Thomas Mann (1875-1955), romannivîsê almanî yê navdar ku bi tundî li dij faşîzmê bû / Aleksander Solzhenitsyn (1918-....), romannivîsê sovyêtî yê di sala 1970î de Xelata Nobel bi dest xistî; ew bi encama baweriyên xwe li Yeketiya Sovyêtî hat girtin û dû re sirgûn bû: wergêr
** Franz Kafka (1883-1924), nivîskarekî ji almanîziman e ku bi pirranî li Prag dinivîsand. Wî ji hevalê herî dilsoz xwaztibû ku hemî berhemên wî bişewitîne, lê hevêl wisa nekiribû. Li dû mirina wî berhemên wî hatin weşandin û li tevahiya cîhanê bûn ekoleke wêjeyîye bi serê xwe: wergêr.
*** Fernando António Nogueira Pessoa (1888-1935), yek ji mezintirîn şaîrên Portugalê ye û roleke mezin di derbarê helbesta nûjen de hebûye: wergêr.