Serrûpel Hejmar 37, reşemeh 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nirxandin

şahînê B. Soreklî: Gotara Xingjiyan û pêşgotinek
Rêzan Tovjîn: Çima artêşa tirk aştiyê dixwaze?!
Cankurd: Di polîtîkaya navneteweyî de xweparastin
Mecîd Heso: Êzidî di pêşeroja Iraqê de
Adar Jiyan: şêwaza hilberiyê
Mehmet şahîn: Cegerxwîn û Nazim, berhevdanek
Cankurd: Hemreş Reşo
Navend: Matemînî bo Hemreş Reşo
Platforma Kurdên Ewropayê: Qezaya balafirê li Amedê


HINEK LI SER ME DIAXIFIN

Çima Tirkiye aştiyê dixwaze?

Rêzan Tovjîn: tovjin@hotmail.com

Rewşa ku ez tê de me derfetan dide ku ez gelek têşt3en nepenî hîn bibim.Ji lew re ez dixwazim ku hinek tiştan bi raya giştê re par bikim.

Ez nizanim bê şerê li pêşiya rojhilata navîn dê çêbibe an na. Ez nizanim bê ez şer dê teqez derkeve an na. Lê Tirkiye di gumaneke mezin de ye. Dema ku li welatê me şerekî qirêz hebû tu kesî weke niha daxwaza xwe ya aştiyê bi vî rengî diyar nedikir. Niha li Tirkiye raya giştî bi serbestî derdikeve kolanan û sloganên YANKEE GO HOME (Amerîkî vegerin mala xwe – MN) diavêje. Ev tenê bes e ku mirov ji hinek tiştan şikê bibe. Jixwe di bin vê de jî aha ev radizê.

Artêşa tirk ne razî ye ku têkeve şer. Lewre di hinek civînan de rasterê hate gotin ku çi sînor biguherin li dijî armanc û hedefên Tirkiye ye. Lewre di kovara leşkerî a meha çûyî û vê mehê de hin tiştên bi buman têne gotin. Ev kovar (Hêzên Çekdarî) bi hejmarên belî derdikeve û bi tenê ji hinek fermandarên bilind re tê şandin. Piştî ku li ser YDE (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê – MN) û Iraqê hinek tiştên dîrokî tên gotin, nivîskarê kovarê (general e) dibêje "Kurd êdî guherîne. Ji dema Osmanî heta niha tu caran li hember armancên me evqasî ne bi bizav bûn. Her çiqas belawela bin jî, xebatên wan digijîn ser hev. Ya xirab ew e ku kurdên nav me, ji hemûyan bêhtir siyasetmedar in."

Nivîskar bi zimanekî vekirî dibêje ku operasyonek çêbibe divê armanca dewletê pêşî hînkirina zimanê tirkî û bingehên Atatürk bin. Li ser ziman tiştekî felekî balkêş jî tîine zimên. "Li Tirkiye hejmara kurdan her diçe pirtir dibe. Lê ji ber ku heta niha me ji ziman tavîz nedaye, hejmara wan hejmara tirkan jî zêde dike. Lewre kurdî hîn nabin û pişî 20 salan em dibînin ku hemû ciwanên dibin leşker bi tirkî dizanin. Ez bi xwe dibînim ku li cihê min hejmara leşkerên rojhilatî %62 ye û yek bi tenê jî kurdî di warê xwendin û nivîsandinê de nas nake, nizane. Jixwe yên ji koka ereban tên bêhtir xwe bi nirxên me ve girê dane."

Nivîskar dide zanîn ku tu kes gereke tavîzan ji rêç û rêçikên Atatürk nede û ji dîrokê dersên mezin derbixe. Lewre dewlet li ser van rêçikan hatiye vê yekîtiyê û tirk hatine qadeke ku dihate hêvîkirin.

Nivîskar rewşa rewşenbîrên kurd û hînkirina ziman jî xebateke belasebe û bi piranî jî nostaljî dibîne. Dibêje "dê bête dîtin ku ereb û farisan ji ber ku weke me nekirine dê winda bikin û dîsa em ê wan ji vê rewşê xilas bikin."

Nivîskar sedema vê armanc û siyasetê jî wiha tîne zimên.

"Kurd di qada rojhilata navîn de bê bizav û li ser bingehên kevnar diçûn. Li pêşiya pêşveçûna herêmê bend bûn. Li pêşiya pêşveçûna dewletê sekinîn û xwestekên paşverû xwedî kirin. Heke yekî weke Atatürk ji nava wan derkete ji xwe ev ê jî kêmasiya dîrokê bûna. Ne mumkûn bû. Ji civateke evqas paşverû tiştekî wisa dernediket û ku derketina jî em ê nehatina vê qada bilind."

Bi rastî ez xwe gelekî bê şans dibînim ku heta niha nivîseke wisa neketîye destê min. 8 sal berê min nivîsên wisa xwendibûna niha ez ê jî evqasî paşdemayî nemama. Ez ji xwe fedî dikim. Lê ez dibînim bê em çiqas bêçare ber bi mirina xwe de diçin. Lewre li hember vê hêz û vê xebatê bi rastî jî xebatên kurdan gelek "nostaljî" dimînin. Nûbûneke mezin lazim e. Lê ka? Di warê ziman de seferberî lazim e. Lê ka? Wê kî bikin? Ne ez im. Ez vê baş dizanim. Divê tu hêz ji dervê vê xebatê nemîne. Lê ka? Ka interneta me, ka romanên me, ka çapemeniya me, sînema û şanoya me. Me hemûyan ji xwe re komikek çêkiriye û em ji xwe re dileyizin. Leyistokeke xweş, xweşik û li ber deriyên nenas. Ez fedî dikim.

Vê heftiyê min tevayên nivîsên li ser KNKê xwendibûn. Min dîsa hêviyên xwe nû kiribûn. Ez di rewşeke xirab û bêderfet te bim jî, min hêviyên xwe nû kiribû. Lê vê kovarê moralê min xira kir. Xwezî min bikaribûya ez vê nivîsê di internetê de biweşînim. Lê ne mumkûn e. Bi hejmar derdikeve.

Gotineke general moral da min. "Heke kurd di vî şerê nû de tiştinan bikin, dê ji ereban behtir bi pêş de herin. Lê berî her tiştî divê Tirkiye çavên xwe ji Emerîka re bigire. "

Aha aştîxwaz ji ber vê derketine holê. Li Tirkiye ji ber vê hukûmet aştiyê dixwaze. Çima di şerê pêşî yê Iraqê de tirkan wisa nedikirin. Piştî ku dîtin wî şerî kurd xurt kirin, ders jê derxistin û dibêjin "xirabûna statoyê ne baş e". Ez niha nema dizanim bê ev şer çi ye, ne çi ye û dê ji kê re çi bîne, çi bibe. Ez vê dizanim ku ji ereban re baş e. Dîktatorek diçe. Xwezî bê şer biçûya, lê ne mumkûn e. Wê Sedam here û ereb ber bi demokrasiyê ve biçin. Wê bedela tunebûna doza demokrasiyê bi şerekî biyaniyan bidin. Lê guneh ne di stuyê Bush de ye. Bila wan xwe bi bizav bikirana û xwe ji bin destê dîktatorekî xilas bikirana. Rewşenbîrên wan bila bifikirin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.