Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Zarok

Mahmut Aydin: Şivanê derewîn
Rojên hefteyê


Rojên Heftê

Mahmut Aydin: mamoste@web.de

Dudu dudu, duşem tê
Sêşem li pê duşemê

Çarşem roja çaran e
Daye pêşiya pêncşemê
Pêncşem çû mala xalo
Xalo çû mala kalo
Ka navê kalo çi ye?
Navê kalo înî ye.

Şemî rojek pir xweş e
Dilê me dike şahî
Em dilîzin bi hev re
Bi lîstok û bi yarî

A va ye hatiye yekşem
Zarok çûne çem û çem

Duşem, sêşem û çarşem
Pêncşem û roja înê
Diçe bi kar û xebat

Lo û lê, lê û lo
Ka werin vê şahiyê
Hatiye dawiya heftê
Bi xweşî be li her derê 

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.