Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Zarok

Mahmut Aydin: Şivanê derewîn
Rojên hefteyê


Şivanê derewîn

Mahmut Aydin: mamoste@web.de

Li gundekî Kurdistanê şivanek derewîn hebûye. Her rojê pezê gundiyan dida hev û dibir deşt û zozanan. Şivan bi serê xwe pezê gundiyan diçêrand. Ew ji tenêbûnê pir aciz dibû. Ew difikire ku çawa vê aciziyê ji ser xwe rake. Rojekê numareyek hat hişê şivên. Wî got ku ya herî baştir ew e ku, ez derewekî bikim.

Ew derdikeve giharê beyarekî û dike qêrîn:

- Hawar e ha hewar e! Gur ketiye nav mîh û bizinan! Wey li halê feqîr û xizanan! Zû werin, lezkin ha lezkin!..

Gundî li ser gazî û hewara şivan dar û kotekan hildidin û berê xwe didin ba şivan. Lê ne gur dibînin, ne jî tiştekî din. Gundî ji derewa şivan hêrs dikevin û vedigerin gundê xwe. Piştî çend rojan bi rastî gur dikeve nav pezê şivan. Şivan wek cara berê, dîsa derdikeve giharê gund û dike gazî û hewar, dike qêrîn û zarezar:

- Hewar, ha hewar! Guran hemû mîh û bizin xwar!

Şivan çiqas dike qêrîn û zarîn jî, kes bi şivan baweriya xwe nayne. Kes naçe hewara şivan. Gur pezê şivan dixun, yên mayî jî birîndar dikin...

******************************

Van Peyvan Bizanibe!
şivan, pez, gundî, gur, bizin, hêrs, çêrandin,
beyar, dar û kotek

******************************

Bersîva pirsan binivîsîne!

1- Şivan çima aciz bûye?
.....................................
2- Şivan ji bo çi derewan dike?
.....................................
3- Guran çi xwarin e?
.....................................
4- Gundî çima cara duduyan neçûne hewara şivan?
.....................................

Nivîsarê temam bike!

1. Li gundekî ..................şivanek derewîn hebûye.
2. Ew ji tenêbûnê pir................ dibû.
3. Guran hemû ......... û .................. xwar!
4. Şivan bi serê xwe ................. gundiyan diçêrand.

Rast e yan şaş e? (R / Ş)

1.  Rovî ketiye nav pezê gundiyan.                     
2.  Gur ketiye nav pezê gundiyan.                      
3.  Kes bi derewînan bawer nake.                        
4.  Guran hemû pez xwarine.                              
5.  Guran bitenê bizin xwarine.                           
6.  Şivan derewan nake.                                      
7.  Şivan hertim rast dibêje.                                
8.  Divê mirov hertim derewan bike. 
9.  Divê mirov qet derewan neke.                    
10. Derew tiştekî ne baş e.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.