Daxwazek lezgîn ji Parlamana Tirkiyeyê:
Rê li ber dagirkirina Kurdistana Iraqê bigirin!
Vê dawiyê hatiye zanîn ku hukumeta Tirkiyeyê biryar daye Kurdistana Iraqê dagir bike eger şerek dijî Iraqê çêbibe. Ev yek bûye sedema nearamiyê li Kurdistana Iraqê û hemû herêmê.
Partiyên siyasî yên li Kurdistana Iraqê bi tûjî dijî van planên dagirkirinê dengê xwe bilind kirine. Van rojên dawîn çendîn xwepêşandan li Kurdistana Iraqê hatine lidarxistin (li bajarên Silêmanî, Hewlêr, Akre û yên din) ji ber gef û hereşeya dagirkeriya Tirkiyeyê. Roja 3ê adarê televizyona Swêdê nîşan da ku zêdeyî nîv milyon kes li bajarê Hewlêrê li Kurdistana Iraqê dijî planên Tirkiyeyê yên dagirkirina Kurdistanê xwe pêşan da. Ew mezintirîn xwepêşandan bû di dîroka bajarê Hewlêrê de. Li 4ê adarê xwepêşandanên din jî yên mezin pêk hatine.
Li van hefteyên dawîn herwiha gelek xwepêşandan li serbajarên Ewropayê jî dijî van planan pêk hatine.
Helwesta me ew e ku dagirkirina Kurdistana Iraqê ji alî Tirkiyeyê ve qanûna navneteweyî binpê dike, mafê ti welatî nîne welatek din dagir bike. Herwiha, karek wisan rê vedike li zêdebûna nearamiyê û kêmbûna derfetên aştiyê li herêmê.
Lew em bangî Parlamana Tirkiyeyê dikin ku zû bixebite daku rê bigire li dagirkirina Kurdistana Iraqê ji alî Tirkiyeyê ve.
Swêd, Stockholm, 11ê adara 2003
Maria Wetterstrand,
Party spokesperson û Parlamanter, Parlamana Swêdê (Partiya Kesk)
Ulla Hoffmann,
Seroka partiyê û Parlamanter, Parlamana Swêdê (Partiya Çep)