‘Kürt Halk Türkülerinden seçmeler’ (Filîtê Quto)
Salihê Kevirbirî
Evrensel Basým Yayýn
Ji kurdî werger: Mazlum Dogan
192 rûpel-Stenbol
STENBOL- Pirtûka rojnameger û nivîskarê kurd Salihê Kevirbirî ya bi navê ‘Filîtê Quto’ li zimanê tirkî hate wergerandin. Orijînala pirtûkê di sala 2001’î de li Stenbolê ji hêla ‘Weşanxaneya Pêrî’yê ve bi zimanê kurdî hatibû weşandin.
Wergera pirtûkê bi navê ‘Kürt Halk Türkülerinden seçmeler’ (Hilbijêrek ji Kilamên Kurdî) ji hêla Evrensel Basým Yayýnê ve ku ev demek e dest bi ‘Rêzepirtûkên Çand û Dîroka Kurdî’ kiriye ve hatiye weşandin. Wekî tê zanîn weşanxaneya navborî, di warê weşangeriyê de yek ji çaktirîn saziyên weşangeriyê ye. Pirtûka Kevirbirî di rêza pirtûkên kurdî de 8’emîn; di warê weşanen giştî yên weşanxaneyê de jî pirtûka 258’an e.

Pirtûka ku ji hêla Rojnameger Mazlum Dogan ve ji kurdî bo tirkî hatiye wergerandin, 20 kilam û 20 qewimînên girîng ku li nav kurdan pêk hatine, di nava xwe de dihewîne. Salihê Kevirbirî bi vê pirtûka xwe, kilam û qewimînên ku heta niha ji hêla bi dehan dengbêjan ve li seranserê welêt hatine vegotin, ligel lêkolîn û guhertinên (wersiyon) wan darêjtiye ser kaxizê. Kilam û qewimînên di nava pirtûkê de ev in: Emê Gozê, Şerê Pencînaran û Elikan, Meyrema Fileh û Eliyê Qolaxasî, Genc Xelîl û Edûlê, Filîtê Quto, Şerê Newala Qeremûsê, Behcetê Dawûd, Bişarê Çeto, Raperîna Mala Eliyê Ûnis, Şerê Xûrûcê, Bavê Fexriya Siwarê Gêjo, Heso û Nazê, Şerê Hethetkê, Heso û Nazê, Ferzende Beg, Emînê Perîxanê û Evdilê Birahîm, Şerê Hethetkê, Çûro û Fesîhê Mihê Mîrze, Ferzende Beg, Dengbêj Ferzê, Ferman e, Qezaya Bûlanixê.
Ji bilî ‘Filîtê Quto’; Karapetê Xaço (tirkî, Weşanên Sî, Stenbol-2002), Gera Pênûsê (Kurdî, Weşanên Sî, Stenbol-2003) berhemên din ên Kevirbirî ne. Salihê Kevirbirî, Endamê PEN’a Kurd û Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya li Stenbolê ye.
Ji bo xwestina pirtûkê pêwendî:
salihkevirbiri@hotmail.com
bilgi@evrenselbasim.com