Sirgûnî...
Sirgûnî bêkestiye, tenêmayîn e sirgûnî. Veşartîyê histêrên çavanên didil daye sirgûnî. Şerêkî jiyana bextewarîye, şerê êşa îlonê. Sirgûnî durketina evîn e.
Evîn û hêvî… Sirgûnî jana zirave di dil da. Carna mîna agir dişewitîne dor û berê xwe carna jî bi xwîn tijî dike kezeba xwe.
Sirgûnî… bêsalix dan e. Her kes karê li ser sirgûnî tiştêk bêje yan jî binivîse. Lê yeqîniya min baş nikaribin bidin tarîf kirin. Hin kesan bi gor zimanên xwe wê êşê tîne ziman.
Li ser sirgûniyê brêz Lokman Polat jî pirtûkêk helbestî bi ser navê "Helbestên Sirgûniyê" amade kiriye. Ew pirtûk ji alîyê weşanxana Veng ve hatiye çapkirin. Pirtûk heftêûşeş rûpel e. Çapa yekem sala 2003an de li Stockholmê hatiye çap kirin. Kapaxa pirtûkê brêz Arif Sevinç amade kiriye.
Di pirtûkên xwe de brêz Lokman Polat sirgûnî û êşa sirgûnîyê usa tarîf dike:
"Sirgûnî qehr û keder e
Dermanê wê
vegera Welêt e.
Bi hesreta welêt dinalim.
Bi xeyala vegerê diramim.
Bi hestên bêriyê dinalim.
Derbirînê dilê min
Roja vegerê pûç dibe.
Roja vegerê
Roja şahiya dilê min e."
Mana û armanca jiyan tekoşîn e. Tekoşîn jibo pêşeroja azadiyê ye. Jibo vê armancê mirov di jiyana xwe de gelek êş dibîne. Lokman Polat jiyana xwe da gelek tişt dîtiye. Tucar jî neale neaniye. Her tim bi evîn û bêtirs jiyaye. Wê jiyana xwe jî usa tîne ziman:
"Ez li azadîyê geriyam
min sirgûnî dît.
Ez li aramiyê geriyam
min pevçûn dît.
Ez li bextiyarî geriyam
min xemgînî dît.
Ez li çiyan geriyam
min derya dît."
Jibo mirovan xezîneya herî mezin û girîng hêvî ye. Mirov her tiştên xwe winda bike kare bijî lê mirov hêvî ya xwe winda bike mana jiyanê jî tune. Brêz Lokman di pirtûka xwe de girîngiya hêvî usa nivîsandiye:
"Jiyana bê hêvî
ne jiyan e.
Jiyana bi hêvî
Xewn û xeyal e
Ji hêviyekê
Ber bi hêvîyeke din ve
Çûyîn
Şadî û bextîyarî ye."
Ez, bi şexsê brêz Lokman Polat nas nakim. Tenê nivîsen wî ve ez wî nas dikim. Min pirtûka wî ya "Helbestên Sirgûniyê" xwend, pirr kefa min hat. Ez bawerim kefa xwendewanên Kurd jî bi vê pirtûkê ve bê.
Têbinî: Ev nivîs ji rojnama ”DEMA NÛ”, hejmara 78-an hate wergirtin.