Ez ne zimanzan im, lê zimanhez im. Ez ji zimanê kurdî hez dikim û ez bi kurdî dinivîsim û dixwînim. Yek, du netêde, hetanî niha çi pirtûkên kurdî derketine, min di nav bîst salan de xwendiye. Ji xwe kovarên kurdî yên ku min nexwendine, tunin.
Di hêla lêkolîna li ser pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî û fêrbûna rêzimanê kurdî de qelsiyeke heye. Di vê hêlê de gelek kêm lêkolîn hatine kirin û pirtûkên ku hatine weşandin ji tiliyên du destan nabûre. Weha, carna di çend salan de carek te hew dît pirtûkeke li ziman hate weşandin. Pirtûkên ku hatine weşandin jî ji bo çareserkirina pirs û problemên ziman têr nakin. Lewre jî divê di vê hêlê de lêkolînên berfireh bêne kirin û pirtûkên fêrbûna rastnivîsîn û rêzimanê –gramatîk- kurdî bêne nivîsîn û pirtûkên weha bêne weşandin.
Di hersê perçên Kurdistanê de çend pirtûkên gramerê hatine weşandin, ez nizanim, lê ez dizanim ku li Kurdistana bakur pirtûkên ku di derbarê gramerê de hatine weşandin, çend lib in. Helbet li Kurdistana başur û rojava jî miheqeq pirtûkên rêzimanî hatine weşandin. Lê, ji ber cudabûna alfabeyê kurdên bakur ji wan tu siûd wernagrin. Şansê me jî ev e ku; kurdên Kurdistana başurê rojava alfaba Latînî/Kurdî bi kar tînin, ew bi tîpên Muhamedî nanivîsin û lewre jî kurdên bakur ji hemû xebatên wan yên çandî, wêjeyî û ziman feyde dibînin.
Nivîskarê pirtûka bi navê ”Bingeha Rêzimanê Kurdî – zaravayê kurmanciya bakur” Kamiran Bêkes kurdê binxetê –anku kurdê başurê rojavayê Kurdistanê – ye. Ew lêkolînvanekî zimanzan e. Di gelek kovarên kurdî de nivîsên wî derketine. Ew niha sernivîserê kovara ”Pênûs”e.
Pirtûka ”Bingeha Rêzimanê Kurdî” 377 rûpel e û li Almanyayê derketiye. Xwezî pirtûkên weha li Kurdistanê bihatana weşandin û li wir bihatana belav kirin ku xwendevanên welêt jê siûdê werbigirtana. Berga pirtûkê ji alî hunermend Reşat Yusêf ve hatiye amade kirin. Bergeke sade û xweşik e. Lê, xwezî li ser bergê wêneyeke hebana.
Naveroka pirtûkê gelek dewlemend e. Nivîskarê zimanzan bi şêweyeke hûr û kûr li ser bingeha rêzimanê kurdî sekiniye, wî gelek babetan bi berfirehî nirxandiye, şîrova rêzimanê kurdî kiriye. Ji xwe, dema mirov li sernavê beşan binêre, dibêne bê ev berhem çiqas dewlemend e.
Ez ê niha sernavê beşên pirtûkê li du hev rêz bikim ku, bala xwendevanên kurd bikşîne û bixwaze ku li ser van mijaran bibe xwedî agahdarî û zanîneke berfireh. Beşa yekê ya pirtûkê li ser deng û tîpan e. Piştî vê beşa yekê, ev beşên din li du hev hatine rêz kirin : Kîte, bêje û darijtina bêjeyan, navdêr, tewandin, jimarnav, veqetandek, bernav, rengdêr, hoker, gihanek, baneşan, daçek, lêker, kesandina lêkeran, hevoksazî û rastnivîsandin.
Min di serî de jî gotibû; ez zimanzan nîn im. Lê, ez di mesela tewandinê de wekî nivîskar nafikirim. Di kurdî de hinek peyv hene, bi min divê neyên tewandin. Hinek peyv jî dema bêne tewandin, divê nebin peyveke din û bi serê xwe maneyeke din dernexin. Di kurdî de hinek peyv hene, dema bêne tewandin, dibin peyveke din û xwedî maneyeke din. Ji wan peyvên ku ez li dijê tewandina wan im, nivîskar peyveke di pirtûka xwe de wek minak daye. Ew dibêje :
Ez ji êş têm (niho) (Piraniya kurdan niho nabêjin, niha dibêjin. L. Polat)
Ez ji êş hatim (borî)
Ez dê ji êş werim (wêbê)
Bi min divê weha be :
Ez ji aşê têm. (dema niha)
Dema mirov peyva ”aş” bitewîne û bike ”êş”, maneya peyvê tê guhertin. Aş cihê ku genim lê tê herandin û dibe ard. Êş maneya êşa laşê mirov e. Dema ciheke mirov biêşe, mirov peyva êşê bikar tîne. Hinek kes peyva ”mar” ditewînin dikin ”mêr”. Mar navê heyvaneke ye. Mêr jî însan e. Dema tu mar bikî mêr, herwekî tu heywan bikî însan.
Li herêma Amedê, Dêrsimê, Serhadê di nav gelê kurd de hinek peyv nayên tewandin. Peyvên ku têne tewandin jî maneya xwe naguhirînin û nabin peyveke ku maneyeke wê yê din heye. Li herêmeke biçûk (herwekî Şernexê yan Cizîrê) heger ji aş re êş dibêjin, divê mirov vê li ser temamê kurdan ferz neke.
Belê, di kurdî de tewang heye, lê ev nayê wê maneyê ku îlla divê hemû peyv bêne tewandin. Hinek kes peyvên tirkî jî ditewînin. Mesela ”Bozarslan” dikin Bozarslanî, ”Uzun” dikin Uzunî. Ew hema ”î”yê bi pey hemû peyvên nêr ve dikin. Mesela ”nêr” û ”mê” jî di kurdî de problemeke din e. Hinek tişt, hinek peyv li herêma Amedê nêr in û li herêma Mêrdînê mê ne. Dema nivîskarekî ji herêma Amedê peyvê nêr binivîse, yên herêma Mêrdînê dibêjin ev şaş e, ew peyv nêr nîn e, mê ye.
Nivîskarekî kurd pirtûkeke bi kurdî ji bo weşandinê şiyandiye weşanxaneyek. Redaktorê weşanxanê Şirnexî ye û tam li gorê Arif Zêrevan difikire. Nivîskarê ji herêma Amedê di pêşgotina pirtûka xwe de peyva ”rojhilata navîn” nivîsiye, yê Şirnexî vê peyvê –li ser navê tewangê- kiriye ”rojhilata nêvê”. Min bi xwe ji devê tu kurdekî nebihîstiye ku ji ”navîn” re ”nêvê” gotiye.
Min van mînakan da û behsa van tiştan kir, ji bo ku bala xwendevan û zimanzanan bikşînim ser vê mijarê û ez dixwazim ew jî li ser vê meselê serê xwe biêşînin û ji vê tiştî re çareseriyeke bibînin.
Herçiqas ez di mesela tewanga hinek peyvan de wekî nivîskar nefikirim jî, ev qîmet û giranbihabûna pirtûka wî kêm nake. Wî bi kedeke giranbiha li ser rêzimanê kurdî (binêrin ew ”rêzimana kurdî” dibêje, bi min jî ”rêzimanê kurdî” ye.) xebat kiriye û vê pirtûka li ser zimanê kurdî amade kiriye.
Ez hêvîdarim ku li ser vê babetê minaqeşeyên berfireh bêne kirin ku mirov bigîşe encameke rast.
Bi minasebeta vê pirtûka li ser ziman, ez dixwazim di derbarê yekîtiya zimanê kurdî de çend gotin bibêjim.
Celadet Bedir-Xan dibêje:
”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qaweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingê çek bi tenê ye û tenê ziman e.”
Ola kurdan û neteweyên dewletên dagirker ku hêj jî sê perçeyên Kurdistanê di bin destê xwe de digrin, anku tirk, erebê suriyê û faris û ola kurdan yek e. Di destê kurdan de maye ziman.
Serokê tevgera sîyasî û rêxistinî ya kurdên başurê rojava Dr. Nuredîn Zaza jî dibêje:
“Gelî kurdan, Eger hun naxwazin ji hev taromaro û winda bibin, berê her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger hun dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostanîya miletên din re bi pêş ve herên, û bi rumet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin."
Şexsîyetekî kurd ê bi rûmet, lêkolînvanê hêja Qanadê Kurdo jî dibêje:
“Ziman bingeh û binaxa yekîtîya endamên milet e, çeka serbestî û serxwebûna wî ye; di jiyîn û afirandina xwe de her milet, mirovên her civakê hevbendîya xwe, pevgirêdana xwe bi hev re dikine yek.”
Li jor hersî pêşevayê Kurd, Celadet Bedirxan, Dr. Nuredîn Zaza û Qanadê Kurdo giringîya ziman, bi van çend gotinan gelek xweş tînin ziman. Ji bo hemû netewan ziman û yekîtîya ziman gelek girîng e. Netewên din ji bo yekîtîya zimanê xwe kar û xebatên giranbiha kirine. Di nav gelek netewan de cûre cûre lehçe û zaravayên wan hebûne. Wan netewan ji wan lehçe û zaravayên xwe zimanek yekgirtî, zimanek edebî, zimanek nivîsandinê ava kirine. Yekîtîya zimanê xwe pêk anîne.
Li Fransayê çend zaravayên Frensizî hebûne. Axaftina Fransên li Parîsê û yên başûrê Fransê ji hev cûda bûne. Lê wan ji hemû zaravayên xwe yekîtîya zimanê Frensizî pêk anîne. Li Almanyayê jî gelek zarava hebûne. Di wexta împarator Bicmark de rewşenbir û zanayên Almanan dest bi xebatê kirine û yekîtîya zimanên Alman pêk anîne. Di Erebî de gelek lehçe û zarava hene, lê zimanek wan yê nîvîskî heye ku hemû jê fam dikin. Tirkîya tirkek Îstenbolê û tirkek Konyayê ne wek heve, axaftina wan ji hev gelek cûda ye, lê zimanê nivîsê de tirkan yekîtîya zimanê xwe pêk hanîne. Mirov dikarê ji gelek neteweyên din jî mînak bide, lê ev çend mînakên jor bes e.
Tecrûbeyên netewên cîhanê dide xwîyakirin ku demekî dûr û dirêj bajo jî, di dawîyê de ji zaravayên cûre zimanek yekgirtî têt avakirin. Di hêla nivîsandina edebî, zanîstî, rojnameyî û axaftinên fermî de zimanek yekgirtî pêk tê. Di esas û birêvebirina dewletê de ev hewcedarî bi rêk û pêk têt meşandin. Di nav zaravan de kîjan zarava dê pir bi pêşkevê ew jî bi pazarê ve, bi bazirganî û tîcaretê ve girêdayî ye. Di pazarê de, di tîcaretê de kîjan zarava bê kar anîn ew zarava pêş dikeve.
Avabûna kapîtalîzmê ji dema feodalîzmê pirtir ziman bi pêşve xistîye. Pêşveçûna sanayî û teknolojîyê, îcada tiştên teknîkî, komînîkasîon, data-kompîtor- zimanan dewlemend kirîye, pêşve xistîye. Di nabeyna zimanên di dema feodalîzmê û dema kapîtalîzmê de gelek cûdabûn heye. Zimanê dema kapîtalîzmê di pêşte ye. Her çiqas koka ziman yek be jî pêşveçûn heye. Ziman xwe digehurîne û nû dike. Swêdiya sed sal berê û ya niha, tirkiya berê û ya niha, kurdîya dema Ahmedê Xanî û ya niha ji hevûdu guhertî ye. Zimanên dema niha ji yên berê dewlemendtir in. Ziman pêşve diçin û her diçe berfireh dibin, nû dibin.
Ji bo zimanek yekgirtî, pêwîstîya Alfabeyek yekgirtî heye. Kurd bi herfên Erebî, Latînî û Kirîlî dinivîsînin. Divê hemû kurd bi yek tewir herf û bi yek Alfabeyek binivîsînin. Ji bo zimanê kurdî Alfabeya herî baş, Alfabeya Latînî-Kurdî ye. Hinek kurdên ku bi zaravayê soranî diaxifin dibêjin bila bi Alfabeya Erebî-Kurdî bê nivîsandin. Kurdên bakûr û başûrê piçûk heta nûha alfabeya Latînî-Kurdî bi kar anîne. Divê kurdên perçê başûr û rojhilat jî vê Alfabeyê (Latînî-Kurdî) bi kar bînin. Alfabeya Latînî-Kurdî ku hîmê wî Celadet Bedirxan avêtîye, têrê zimanê kurdî dike. Çend tiştên piçûk ne tê de, qet hewcedarîya guherandina vê Alfabeyê nake. Ew guhartinên piçûk ku ez dibêjim guhertina Alfabeyê nîn e, bi kar anîna çend herfan e. Wek mînak; bi karanîna du “rr” yan, yanê em bêjin “pir” û “pirr” , "ker" û "kerr" bi vê tewirî bê nivîsandin.
Sergêjiya di warê zayendan de û mesela tewangê re jî divê helek, çareseriyeke bê dîtin. Heger piraniya kurdan "aş" nakin "êş" û "mar" nakin "mêr", divê hinek zimanzan jî vê weha nekin û li gor axaftina piraniya xelkê kurd tevbigerin.