Xunav in spêdeyên biharî
li gulistana payizê dawerî.
dotmîra me li gul û kulîlkan gerî,
bo xwe dît yarek û bextewerî.
N. Alêşkî
Ferhengok
xunav ava baranê ya dikeve ser gul û giyayan û li ber tavê dibiriqe spêde serê sibê, sihar, destpêka rojê, dema roj hiltê gulistan cihê pirr gul lê hene werîn, dawerîn pel / belg ji daran ketin xwarê dotmîr keça mîr / padişa / serokê dewletê yar dost, hevala / hevalê rastîn, hevala / hevalê jidil; dezgir, hezkirî, evîndar bextewer kesa / kesê kêfa dilê wî herdem xweş e
Dijwateyên van peyvan çi ne? (Wek reş - spî)
1. spêde -
2. dotmîr -
3. yar -
4. bextewer -
Demsal
1. Di helbestê de navê du demsalan heye. Yek ji wan bihar e. Ya din çi ye?
2. Çend demsal di her salekê de hene?
3. Navê hemî demsalan rêz bike. Ji biharê dest pê bike.