Daw
A. Şiwan (amadekirdin): a.shiwan@ikurd.com
Keretêkyan çolekeyekî biçûk be kêlgeyekda piyase deka, çawî be dawêk dekewê, lêy nizîk dekewêtewe:
- Ewe bo wa lêreda kewtûy?
- Emewê le xelkî be dûrbim , xom ladem lêyan.
- Ey bo wa ler û lawazî?
- Ewe hî Xwaperstî û şewnwêjîye.
- Ey başe em denke genimane çîn lelat?
- Ewe lêm mawetewe, damnawe bo ewaney bêderetan û birsîn.
- Şûkir malim heye, bes birsîme, detwanim yekdû denk genim bixom?
-
Ey bo na? Defermû… fermû…
Lem kateda yekê le çoleke dinyadîdekanî hawarî lêdekat:
- Wiryabe! Nekey, em dawe bedfesale bû, bawkitî bo rawçîyeke kirde nêçîr.
Çoleke biçkoleke, be xêray kişaye diwawe... diway ewey supasî hawrêkey kird, bedawekey wýt: xeyalit xawe, bo wa dezanî le hemû hewrêk baran debarê!
--------
* le folklorewe be destkarîyewe.
Sê çîrok bo minalan
A. Şiwan: a.shiwan@ikurd.com
Kê kiwêr e?
Beçike çoleke
Daw
|