Şewê le şewan, le yekê le gereke hejar nşînekanî qerax şar, piyawêkî kiwêr şerbe û çirayekî pêbû, berew rûbarêkî nizîk mal deroyşt, royşt royşt ta geyşte ewê… awî kirde şerbekewe û be heman rêgada gerayewe.
Kurêkî genc agay le kabray kiwêr bû; çîkird, ew kirdeweyey belawe seyr bû, boye raygirt, pêywist: şew u roj bot yeke, hemû katêkit şewe, îtir çi pêwîst be çýra helgirtin dekat, ta rêgat bo rûnak bikatewe?!
Kabray kiwêr, witî: arezûm eweye be şew aw bihênim, çiraiş boye heldegrim ta xelkî bimbînin û xoyan lêm neden û şerbeke neşkêt.
Kabray kiwêr, çend hengawêk dûr nekewtibûwe, lewlawe piyawê derkewt, zor be pele bû, xoy be kabray kiwêrda kêşa, çira û şerbekey ledest berdayewe û şikan!
Kure genceke, be temêkirdinewe, pêy wit: “Wa baştire ew xewe le xot bibrî, be roj awa le rûbareke bihênî, zor çaktire.”
Kabray nabîna, be galtecarîyewe pêkenî, witî: her debê, şew ew bihênim, ew kesey rûnakî çirayek le şewda nebînê, hergîz rûnakî xor le rojda nabînê.
--------
* nûser: Zekerya Tamr, nûserêkî Erebî Sûrya ye.
* werrgêr: xellkî Kurdistanî başûre - bajêrrî Sileymanî