Li vê dinyê çi tiştên baş û xerab yên ku qewimîne, pêk hatine veşartî nemane û namînin. Derketandina wan dê rojekê bê zanîn ku çi bûne û qewimî ne. Li vê cihana ku em têde dijîn û li vê Kurdistana şêrîn ku ji bilî başûr hîn jî dagirkirî ye, tim jî bûye şahîdê başî û xerbiyan. Başî hatine parastin û pesinandin. Lê xerabî jî tim bûne egera, ne rehetî, xerebî û gunehbariyê.
Her weha heta niha çi zulm, serdestî, zordestî, talankirin û wêrankirin bû bin jî ew di demekê de derketine ku herkes jê agahdar bûne. Piştî mirov agahdar dibe, tê dîtin ku gelek caran hinan bi nezanî, ku ew ne zêde gunehbariyeke giran e. Hinan jî bi zanetî ji bona berjewendiyên xwe, bûne sedema xerabiyên mezin û divê vana zû bi zû neyên efûkirin. Lewra jî dibêjim; Kesên ku berê di nava PKKê de xwedî berpirisyarên taybetî bûn û bûne şahîdên bûyerên xerab, an jî hin wan bi xwe kiribin, ji bona azadkirinên xwe û ne tewanbarkirina zaro û nebiyên xwe, divê ew vê, yek bi yek ji gelê xwe re bêjin, eşkere bikin da ku xwe ji bin wê gunehbariyê xelas bikin. Tiştên wan bi xwe kirine û dîtine ji raya giştî ya miletê xwe û cihanê re vekin, vekin da ku lîstikên li ser sere gelê me dihatin lîstin, derkevin holê. Wê demê kesên weha dê ji aliyê mirovantiyê û miletên xwe de dê bêne azadkirin.
Eger weha nebe, ne tênê ew kesana wê vê êşê bikşînin, zaro û nebiyên wan jî wê ji bona xerabiyên bav û bapîrên xwe, wê di nava civatê de piştkul bin. Weke tê zanîn; kar û xebatên mirovantiyê ji bona jiyaneke xweş ku mirov bide zaro û nebiyên xwe ye. Loma gelekî girîng dibînim ku kesên weha rojekê berî rojekê dest bi vekirina wê xeleka qirêj bikin. Lewra jî ez spasî brêz Sedat Yurttaş dikim ku wî destpêka wê xeleka ku gelek tiştên xerab têde hene vekir. Wê xeleka ku plankirin û têkbirina welatê me di nava xwe de civandibû, destnîşankir. Da zanîn ku hevdîtinên wan, ya li ser navê DEHAPê û MITê çawa li ku pêk hatiye, ji raya giştî ya gelê xwe re vekir. (www.nasname.com)
Ez bi hêvîme wê kesên din jî ku bûne şahîdên planên dijmin yên ji bona têkbirina gelê me ku li gel PKK li hev kirine, bêjin, vekin. Divê ev tenê li vir û bi gotinên S.Yurttas nesekine. Weke min di nivîsa xwe ya berê de jî gotibû: “Ez dibêjim ya herî baş ew e; kesên berê qadirê PKK bûn, îro ji bona gelê xwe karên baş dikin, bila xwe bidin ser hev û wan bûyer û kirinên ku wan dane kirin, wan kirine, yên bihîstine yek bi yek bêjin. Bi eşkerekirina wan dê dawiyê bighêje kîderê diyar e. Ev e ya ku îro bo me lazim e. Ev e ya ku divê ew kesên berê qadirên vê rêxistina bi destê dewletê hatiye damezrinê, bêjin. Divê ew jî netirsin, fedî jî nekin, bi gotinên wan, tiştê ew dizanin wê cesaret bide gelekin din jî. Divê ew kesên weha li hemberî dîrokê û gelê xwe vî erkê xwe bînin cih”. (Dema Nû, hejmar: 79)
Lewra divê êdî herkes berpirsiyariyên xwe yên li hemberî gelê xwe pêk bînin. Ji bona azadkrina vî gelî, gelek xwîn hatiye rijandin, bê hejmar şehîd hatine dayîn. Ev welatê ewqasî xweş û rind, ev welatê ji sererd û binderda xwe ewqasî dewlemend, divê ji bin destê dagirkeran bê azadkirin. Ew hebûnên wî têra tevayî ya gelê Kurd dike. Ya girîng ew e ku em li ser erda xwe bi awayekî azad bijîn. Îro Kurd li başûr bûne xwedî welatê xwe, her tiştên xwe bi destên xwe dikin. Eger em kurdên bakur jî bixwazin bi awayekî azad bijîn, divê em jî ew erkên ji me têne xwestin pêk bînin.
Erkê me divê ji gotinên rast yên di berjewendiya gelê me de destpê bibe. Erk ew e ku em ew kesên lîstik û planên dijmin eşkere dikin, di nava xwe de bi cih bikin, lê wan xwedî derkevin. Ji ber ku bi gotinên wan, wê plan û projeyên dihate kirine zûtir eşkere bibin. Bi eşkerina wan jî em ê rêya Kemalîzma ku PKK dixwaze li Kurdistanê bi cih bike, bigirin. Bi eşkerekirina wan em ê bibînin ku hinan çawa li ser navê kurdan, dixwestin kurdan ji hole rakin û wê bê dîtin ku çawa dijmin bi destên xwe, rêxistina bi navê kurdî lê ji bona têkbirina Kurd û Kurdistanê damezrandine, eşkere û zelal bibe.
Loma dibêjim ku hîn jî ne dereng e; kesên ango hin ji kadirên PKK yên berê ku îro ne bi wan re ne. Ji kerema xwe re zû tiştên ku hûn dizanin bêjin. Îro gelê me di pêvajoyeke giring de derbas dibe. Divê baş bê zanîn ku îro mesela hebûn û nebûna bakurê Kurdistanê ye. Ew jî berê girêdayî wan kesanane û dûre jî girêdayî me hemû kurdên bakur e ku dive em jî zû xwe bidin ser hev, li dor rêxistineke neteweyî hêzên xwe bikin yek. Ji bona azadiya bakurê Kurdistanê çi ji me tê xwestin divê em çi weke şexs û çi jî weke rêxistin wê pêk bînin. Pêk bînin da ku em zû welatê xwe azad bikin. Li ser erda xwe, xwedî li hebûnên xwe derkevin û bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Ev jî heqê me kurdên bakur e...