Serrûpel Hejmar 55, gilavêj 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nerînek li berhema Î. Ş. Vanlî ya li ser Abdullah Öcalan
  • Ebdilezîz Xeyat: Cûnên stiranên folklorî yên kurdî
  • Tengezarê Marînî: Nivîskarê Nobel-wergirtî Günter Grass
  • Tosinê Reşîd: Divê em bo guhartinan amade bin
  • Bûbê Eser: Xelek vedibe
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Dadkirina dijminekî mirovahiyê
  • Tosinê Reşîd: Divê di kurdî de tenê yek alfabe bêt bikaranîn
  • Konê Reş: Ji Amade ta Amûdê

  • Divêt em ji bo guhastinan amade bin
    Tosinê Reşîd


    Bê guman prosa dêmokratî kirina devera Rojhilata Navîn, proseke dûr û dirêj e. Ew demeke dirêj dixwaze û gerek ji mejûyê mirovan dest pê bibe.

    Ew ên bi navê Xwedê xelkên sîvîle am û tam dikujin, ku hatine Îraqê ava bikin, gelekî ji dêmokratîyê dûrin.

    Ew kesên gefa mirinê dixwarin bes ji bo wê yekê, wekî Îbrahîm Tatlîs, ku temamîya jîyana xwe da xizmeta çanda tirkan kirîye, xîreta xwe, a netewî frotîye wan, stranek bi zimanê xwe, yê zikmakî starye, ji dêmokratîyê dûr in.

    Û di dest amîrîkyan û hevalbendên wan da şiva qudretê tune, wekî carekê erdê xin û dêmokrasî li deverê belav bibe.

    Usane bawarîya ku bi guhastinên dêmokratîyê li deverê pirsa kurdan wê bê çareserkirin, îro bê bingeh e. Li Rojhilata Navîn hê gelek salên dirêj pêvîstin, wekî dêmokiratî li deverê bibe norma jîyanê.

    Lê dîsan jî dinîya tê guhastin, destxistina çekên gelkujîyê hêsantir dibe, tirsa ku ew çek dikarin bikevin destên têrorîstan mezintir dibe. Pir caran hukumatên deverê piştgirtina rêxistinên rêhişk û têrorîst dikin. Û qezîya lape mezin ji welatên Rojhilata Navîn tê. Ji alîkî mayîn va nefta Rojhilata Navîn ji bo dewletên Rojava gelekî giring e. Tune bûna asayîşê li wê deverê ji bo dewletên rojava xetereke mezin e. Ji ber vê jî, Dewletên Amêrîka Yekgirtî û hevalbendên wê divêt di deverê da guhastinan bikin. Dewletên deverê, eger ji wan ra li hev neyê planên guhastinan lap biteribînin, wê dîsan jî her tiştê ji destê wan tê bikin, wekî ew guhastin kêm û kurt bin, negihîjne amanca xwe.

    Vê carê ka ew guhastin wê bi xwe ra seva kurda, Kurdistanê çi bînin, hin bi kurdan va girêdaye, hin jî bi wan hêzan va, ew ên dixwazin guhastinan bikin. Kurd li herçar perçên Kurdistanê divêt bikaribin pirsên xwe bi rast daynîn û wan bigihînne cîh.

    Hukumatên Kurdistan dagirkirî di şertên îroyîn da êdî nikarin mafê kurdan bi tam nana bikin; bixwazin, nexwazin, divêt guhastinan bikin. Ji wan guhastina yek jî wê ew be ku bi hêzên kurdaye sîyasî ra rûnên. Nimûneke vî teherî êdî ber çavan e. Karbidestên Sûrîyê wekî tu hesav ji kurdan ra ne dikirin, ew wek mêvan ser axa ereba didîtin, piştî bûyarên 12 Adarê li Qamişlo û bajarên mayîn, neçar bûn bi nonerên kurdan ra rûnên. Serekkomar B. Essed êdî nasîyonalîzma kurdan wek beşekî dîroka Sûrîyê dibîne.

    Vê carê dewletên Kurdistan dagirkirine berî bi kurdan ra rûnên, wê bixwazin perçebûna hêzên kurdan fire bikin, yekîtîya wan biteribînin û dawîyê wê piştgirtina wan hêzên kurdan bikin, bi wan hêzan ra rûnên, ên ku ji bo gelê xwe kêmtirîn mafa dixwazin, bo nimûn naskirina nasnama kurdî, dayîna mafê kûltûrîyê.

    Li başûra Kurdistanê ji salên bîstemîn, kêm, zêde mafên kurdaye kûltûrîyê hatibûn naskirin. Xwendina bi zimanê kurdî, heta li beşên zanîngehan da jî, kovar, rojname, radîyo, têlêvîzîyon, pirtûk… Lê gelo bi naskirina van mafan pirsa kurdan li wî perçê Kurdistanê hate çareser kirin? Na!

    Mafê kûltûrî ji bo kurdan li wan welatan gerek bên xwestin, şûnên kurd ne ser axa xwe ne, bo nimûn li Libnanê, Qazaxistanê, Rûsya, Armênîya, Gurcistan. Li welatên Avropa Rojava.

    Lê nabe tu li welatê xwe, ser axa xwe ji bo mîlîyonan kurdan mafê kûltûrîyê bixwazî.

    Dîroka gelên Avropa, ku piranaîya wan yan ji mêj va xwedî dewlet bûn, yan jî nîveka sedsala XIX dewletên xwe ava kirin, dîroka gelên Afrîka, ku piranîya wan heta nîveka sedsalîya XX bindest bûn, kolonî bûn, baş dide xuyayê, wekî ji bo pêşvaçûna gelan rîya lape rast avakirina dewleta serbixweye.

    Bûyerên li Yekîtîya Sovêta berê, li Yûgoslavîya û li şûnên mayîn carekê jî mak kirin, wekî di şertên dewrana me da, çareserkirina pirsa netewî bi tam tenê bi avakirina dewleta serbixwe dibe.

    Komarên Yekîtîya Sovêt û Yûgoslavîya xwedîyê xwedmuxtarîke usan bûn, wekî kurda qet xewna şevan da jî nedîtîye. Komarên wan bi sînorên kivş bûn, hukumatên wan hebûn, parlamêntên wan hebûn. Di parlamênta navendî da nonerê wan hebûn. Di sînorên komarên wan da, kargêrî, rêvabirina karê dewleta di dest wan da bû. Zimanê wan di komarên wan da zimanê fermî bû, xwendin ji dibistanên destpêkê, heta zanîngehan bi zimanê wan bû, kovar û rojname bi zimanên wan çap dibûn, radîyo û TV bi zimanê wan bûn. Lê dîsan jî xwestin cihê bibin û dewletên xwe, ên serbest damezirînin.

    Heta Çêkîya û Slovakîya, wekî hema bêjî di navbera wan da tu problêmên mezin tune bûn, dîsan jî bi aşîtî ji hev cihê bûn. Ji ber ku tenê di şertên serxwebûna tam da tu dikarî firsendên heyî ji bo pêşvabirina welatê xwe, ji bo pêşxistina gelê xwe bi kar bînî.

    Ew tiştekî mayîn e, wekî dewletên serbixwe bi rezedilî yekîtîke mîna Yekîtîya Avropa ava bikin.

    Ji bo gelê kurd çareserkirina rast û ya dawî ew avakirina Kurdistana serbest e. Ez nabêjim Kurdistana yekgirtî, ji ber ku îro rêxistinên kurdan ên sîyasî ji wê bawarîyê dûrin. Bêtirî caran rêxistinên sîyasî berjewendîya rêxistina xwe, lo heta berjewendîya serokên xwe jî ser berjewendîya Kurd û Kurdistanê ra digrin. Ji talebextan ra serokên kurdan naxwazin cilên xwe bin hev da raxin.

    Nimûna başûra Kurdistanê hema bêjî hêvîyên me ji bo Kurdistaneke yekgirtî dikuje. Çiqwas jî em bi destkevtinên kurdên başûr va şa dibin, bi her teherî piştgirtina wan dikin, lê gava şerê birakujîyê dikeve bîra me, gava dikeve bîra me, wekî hêzeke mîna Dewletên Amêrîka Yekbûyî, Fransa, Brîtanîya, êdî kî bêjî navçîtî nekir, lê dîsan jî dikin, nakin, ew nabin yek. Piştî ewqas bi hev rûniştandinan ra, piştî ewqas xwe mukur hatinan ra, piştî ewqas birîyaran ra, dîsan jî hê hukumatên xwe nekirine yek.

    Çawan tê xuyayê rêxistinên me di karê rêvebirinê da nikarin ji kûltûra sîyasî, a Rojhilata Navîn rizgar bibin. Hê jî çav didine serokên wê deverê.

    Belê ji bo çareserkirina kêşeya kurdî rîya lape rast ew avakirina dewleta serbixweye.

    Lê îro em neçarin dewa fêdêralîyê bikin, ji ber ku rewşa cihanê, ya gêopolîtîkî rê nade me em dewleta serbixwe bixwazin.

    Modêla ku rewşa îroyîn da ji kurdan ra dest dide û dikare ji alîyê rêvebirên guhastinan da bê pejirandin, ew modêla fêdêralî e. Ji ber vê jî divêt ji bo herçar perçên Kurdistanê jî daxwaza fêdêralîyê bê kirin.

    Gelo modêla fêdêralîyê çareserkirina pirsa kurdan e? Na! Modêla fêdêralîyê tenê di sîstêma dêmokratîyê da dikare kar bike, gava alî gişk bi rastî mafên hev nas dikin, rûmeta wan mafa digrin. Çawan li Swîslandê (Swisr), çawan li Belgume (Bêlçîka). Lê gelo hukumatên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê wê bi rastî mafê kurdan nas bikin û rûmeta wan bigrin? Ez bawar nakim. Ew welat hê jî ne xweyê wê kûltûra sîyasîne, wekî modêla fêdêralîyê bipejirînin.

    Eger bi kurdan ra bikevne dewletên fêdêral jî, dîsan jî wê her tiştî bikin, wekî mafê kurdan kêm bikin, kurd jî wê mafên xwe biparêzin û dijberî wê timê jî hebe.

    Hêzên opozîsîyona Îraqê, wekî berî avîtina rêjîma Sedem Husên hema bêjî bi tam mafê kurdan nas dikirin, piştgirtina sîstêma fêdêral dikirin li Îraqeke dêmokrat, îro yan rûvîtîya dikin, yan jî bi teherekî vekirî ji gotinên xwe şûn da vedikşin. Lê sibê ew bên ser hukum wê çi bikin?

    Na, ez bawar nakim, wekî modêla fêdêralîzmê wê pirsa kurdan bi tam çareser bike. Lê îro tu piştgirtineke usan bo kurdan tune ku bikaribin dewletên dagirker neçar bikin, wekî mafê kurdayî avakirina dewleta serbixwe nas bikin. Piranîya rêxistinên navnetewî û dewletên cihanê dijî guhastina sînoran e. Ew ditirsin, wekî guhastinên sînoran dikarin bi xwe ra problêmên mezin bînin, asayîşa deverê bikin xeterê.

    Ew di vê pirsê da ne rastin. Bi zor hiştina sînorên bi xwestina dewletên kolonîyalîst danîyî dûarojê wê problêmên mezintirîn derxin holê, wê hê pir xwînê bidin rêtin. Ji alîkî mayîn va gava cîh hatîye, wan guhastina sînoran jî pejirandîye, çawan li Êrîtrîya, Bangladêşê.

    Îro êdî parlamênta Başûrî Kurdistan birîyara fêdêralîya girtîye. Çi dewletên cîran, çi nasîyonalist û îslamîstên der û hundur, gişk dijî wê modêla fêdêralîyêne. Lê dîsan jî di şertên îroyîn da eger ji hêzên kurdên başûr ra li hev bê, eger ne bi yekîtî, qet na bi hevkarîke baş da pirsên xwe daynin, wê bigihîjne amancên xwe. Divek ew amanc ne wek daxwazên îroyîn be, lê dîsan jî wê gaveke hêja be.

    Lê divêt em doza serxwebûnê tu caran ji bîra nekein. Bi taybetî ji bo rêxistinên kurdan, ên dervayî welat, ji bo dîaspora kurdan, ew pirs herdem gerek di rojavê da bimîne. Rêfêrêndûma li başûrî Kurdistan gaveke gelekî hêjaye li ser wê rê. Eger ew bizav îro negihîje armanca xwe jî, ew wê armancê nêzîktir dike.

    Divêt em her tiştî bikin, wekî Netewên Yekgirtî, Yekîtîya Avropa, dewletên cihanê bidin pejirandin, wekî pêkanîna mafê gelê kurdî çarenûsîyê, ew avakirina dewleta serbixwe e.

    Divêt rêxistinên kurdaye sîyasî şûna wê daxwazê di programên xwe da fire bikin.

    Niha em bêne ser rên ku dikarin me bigihînne amancên me.

    Ez bawarim dewrana şerê çekdarî çûye. Ew jî gava tu dewleteke dost li deverê tune, wekî bi sitqê qenc, bi armancên pak alîkarîyê bide kurdan. Dewletên cîran bi şert û qewlên xwe alî hêzên kurdan dikin û pir caran ew şert û qewl zirareke hê mezin digihînne bizava kurdî bi giştî, ne ku ew alîkarî.

    Şerê çekdarî ji alîkî mayîn va Kurdistanê wêran dike, kurdan derdixe dijî hev, gund û bajaran vala dike. Tiştekî mayîn e tu şerê çekdarî bibî ser axa dijmin, lê ew jî ji me ra li hev nayê.

    Îro dinîya biçûk bûye. Bûyarên li Qamîşlo, Amûd û bajarên mayîn bûn, eger çend sal berê bûne, bi seda (eger ne bi hezaran) kurd wê bihatana kuştin û kesî wê bi tam nizanibûye ka çi bûye.

    Lê wan bûyaran hema wê rojê li dinîyayê deng dan û hukumata besîya nikaribû usan bîne serê kurdan, çawan anî serê ‘birayên misilman’ li Heme û şûnên mayîn.

    Hebûna hêzên hevpeyman li deverê wê bandûra xwe ser rêjîmên deverê bihêle û dihêle jî. Ew êdî nikarin wek berê bi hovîtî xwepêşandanên kurdan bitepisînin. Dinîya tê guhastin. Lema jî divêt li bajarên Kurdistanê, li mêtroplên dewletên dagirker, bêtir metodên lêgal, eşkere bi kar bînin. Divêt niha giranîyê bêtir bidine ser berxwedana bêyî kêranîna zorê. Eger li bajarên wek Îstenbolê, ku dor pênc mîlîyon kurd tê da dijîn, bikaribin, dused, sêsed hezar kesî derxin kolanan, wê bandûra xwe bihêle. Gullebaran kirina xwepêsandinan, kuştina kesên sîvîl îro êdî hêsa nîne.

    Çawan dîhare şerê panzdeh salan, ku karbidestên tirkan ji xwe ra bi kar anîn ji bo wêrankirin û valakirina Kurdistanê, bi mîlîyonan kurd neçar kirin cîşihitî bibin û koçî mêtropolên Trkîyê bikin. Divêt di nav wan kurdan da, ku koçî mêtropolan kirine, karekî mezin bê kirin. Û amanca yekemîn gerek ew be, ku nehêlin ew asîmîle bibin. Eger ew bikaribin kurdîtîya xwe biparêzin, wê ji dewleta tirk ra bibin kula binçengê. Divêt tirk bizanibin, wekî neçarkirina kurdan, wekî welatê xwe bihêlin, dero-dero bibin, ew ji bizava kurdî dûr nexistine.

    Divêt kurdên li mêtropolên tirkan bi cîh bûne, ji dewleta tirk ra bibin problêmeke mezin. Ew dikarin bandûreke mezin ser konevanîya hukumata tirk bihêlin.

    Li bakûr û rojhilata Kurdistanê, bi taybetî li mêtripolên dewletên dagirker da îro pir, hindikî firsenda xebata lêgal, eşkere heye, divêt wê firsendê bi tam bi kar bînin. Lê ji bo em bikaribin pirsên xwe bigihînne cîh, dengê xwe bidin bihîstinê, divêt li her perçekî Kurdistanê di navbera hêzên sîyasî û civakî da eger ne yekîtî, qet na hevkarî hebe. Eger ev yek tunebe, barê me girantir dibe. Dijminê dijberîyên hebûyî kûrtir bikin û rêxistinên kurdaye sîyasî wê bêtir hêz û karibûna xwe dijî hev bi kar bînin. Dîroka me bi nimûnên usan va tijî e.

    Divêt îro hêzên her perçekî Kurdistanê ji xwe ra platforman damezirînin, wekî bikaribin bi yekdengî pirsên xwe daynin. Eger em ê nikaribin bi yekdengî pirsên xwe daynin, em ê ji ku benda bersivan bin.

    Giringtirîn pirsa îro di rojavê da, ew pirsa Başûra Kurdistan e. Çiqwasjî em serokên Başûra Kurdistanê rexne dikin, ji bo dutîretîya wan dilê me diêşe, lê dîsan jî ew perçê welatê me îro bûye hêvîya gelê kurd, çi li welêt,ci ji welêt der.

    Bi kêm û kurtîyan ra tevayî, ji hêzê başûra Kurdistanê ra li hev hat di vê hele-belê da bikaribin ji doza xwe xwedî derkevein. Ew ku niha gava navê başûra Kurdistanê didin xwîn ji dilê şovînîstên tirk, ereb û ecem diçe, wekî fêdêralîya başûra Kûrdistanê bûye kelama çavê hukumatên dewletên cîran, dide xuyayê, wekî ji wan hukumatan ra li hev nehat hêzên başûra Kurdistanê bikin bin bandûra xwe. ´

    Rojên giran, gava gênêralên tirk gef li kurdên başûr dixwarin, pêş wan xetên sor dadanîn, seranser gelê kurd, çi li welêt, çi li welêt der piştgirtina başûra Kurdistanê kir. Hê jî pêşîya kurdên başûr rojên gran hene, ew çiqwas bi pêş va diçin, dijminên wan zêdetir û hovtir dibin. Lema jî divêt piştgirtina başûra Kurdistanê roj bi roj zêdetir bibe.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.