Serrûpel Hejmar 55, gilavêj 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Nerînek li berhema Î. Ş. Vanlî ya li ser Abdullah Öcalan
  • Ebdilezîz Xeyat: Cûnên stiranên folklorî yên kurdî
  • Tengezarê Marînî: Nivîskarê Nobel-wergirtî Günter Grass
  • Tosinê Reşîd: Divê em bo guhartinan amade bin
  • Bûbê Eser: Xelek vedibe
  • Şahînê Bekirê Soreklî: Dadkirina dijminekî mirovahiyê
  • Tosinê Reşîd: Divê di kurdî de tenê yek alfabe bêt bikaranîn
  • Konê Reş: Ji Amade ta Amûdê

  • DADKIRINA NEYAREKÎ MIROVAHIYÊ / DADKIRINA LEHENGEKÎ?
    Şahînê B Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com


    Dadkirina serokê par yê Îraqê Seddam Husên ber çend rojan li Bexdadê dest pê kir. Proseya dadkirina wî dê demeke dirêj biajo û hîn dora 6 mehên din divên da ku bi şêweyeke rêk û pêk rast dest pê bike. Li gor hinek aliyên îraqî, dadkirina wî dê bibe “daya hemî dadkirinan.” Li gel Seddam 11 peya û hevkarên wî jî dihên dadkirine, Elî Hesen El-Mecîd, Berzan El-Tekrîtî û Tariq Ezîz jî di nav de. Ji nuha ve hinek aliyên mîdyayê wek “Desteya Gemarî,” bi înglizî “Dirty Dozen” wan bi nav dikine. “Dirty Dozen” navê filimeke navdar e ku tê de 12 mucrim ji girtîgehên emerikî dihên derxistin û wek komandoyên li dij hêzên Almanyaya nazî dihên fêrkirin û bikarhanîn.

    Hêzên emerikî Seddam Husên di helîkopterekê de hanîbûn Bexdadê û dû re di otobûseke zirxlî de gîhandibûn dadgeha ku dihêt gotin di koşkeke wî de bûye. Dest û lingên wî hatibûn merbendkirin lê di odeya dadgehê de zîncîr ji wî vekirin. Serokê ku dora 25 salan xwe li Bexdadê wek serokê serokan bi cîh kiribû û bû bû bavê durişmên cengan nuha wek kesekî ji kesan xuya dikir, wek firoşkarekî di taxeke bajarokekî de, yan wek dergevanekî bi taximekî arzan. Li gel ku îhanetkirin û biçûkkirinê hestên atifî li nik wî kelandibûn, hêstir xistibûn çavan û deng melûl kiribûn jî, gotinên wî hîn gotinên serokekî welatekî ji cîhana 4emîne li paş mayî bûn; di heman demê de wek gotinên serokeşîrekî ji wan eşîrên çoliye ji demên par bûn. Lê van gotinên wî li keyfa gellek Ereban hatin û heta rojnamevanekî misrî bi encamê ew wek “şêr” bi nav kir. Daniştvanên Îraqê û welatên wek wê bi pirranî ji serokên sertşêwe hej dikin. Hinekan ji îraqiyên li ser taxan gotibûn rojnamevanan ku ew “ji wî hej nakin lê babetê axiftina wî li xweşiya wan hat.”

    Di derbarê tawankirina wî bi dagirtina Kuwêtê de Seddamî got ku Kuwêt beşekî ji Îraqê ye û wî bo xatirê îraqiyan ew dagirt. Her weha tilî li dadmendî rakir û got ku Kuwêtiyan nerxê petrolê daxistibûn û dixwaztin jinên îraqî bikin giyanfiroşên dehdolar. Serokê par ji dadmendî pirsî ku çawa piştgiriya “wan segan” dike! Di derbarê bikarhanîna çekên kîmawî li dij Kurdan de wî got, “erê, erê, min di rojnameyan de xwend ku ew yeka di dema Seddam Husên de qewimiye.” Birêz Husên bi kêmasî du caran hanî bîra dadmendî ku ew Seddam Husên, serokê Îraqê ye. Dadmednî ji aliyê xwe de hanî bîra wî ku ew di dadgeheke dadê de ye û navêt gotinên îhanetkirinê, wek binavkirina aliyên din wek “seg” bi kar bihîne. Bavê Uddey bi qerf lê vegerand û got, “Erê, erê, va hemî şano ye.” Her weha got ku yê mucrim ne ew, lê “serokê emerikî Buş e.”

    Îraqiyan bi çavên beloqî li wêneyên televizyonî yên dîktatorê xwe, yê ku berê bi sam û heybet bû, xema felekê nedikişand û nuha ketibû rewşeke aloz, temaşe kirin. Seddam Husênê ku dayan zarokên xwe bi navê wî didan kerrkirin îroj li pêş çavên gellekan ji wan wek beqalekî xuya dikir, bêyî kincên leşgerî, bêyî dabençe, bêyî parêzgerên çekdar û bêyî hêlehopa “bijî” û “bimre.” Va şêweya dadkirinê jî, ku wek otomobîlên li welatên herêmê ji derve hatiy, bêguman bo îraqiyan, ya rast bo tevahiya dewletên ereb, wek tiştekî seyr xuya dikir. Hinek îraqiyan bidarxistina wî xwaztin; hinên din dadkirineke adilmend hêvî kirin û li şûnên wek Tekrît û Samerra çend kesan wêneyên wî hilgirtin û gotin “bijî Seddam.” Li milê din, hinên ku ji wî hej nakin gotin ku dilên wan bi rewşa wî şewitîn. Ewên ku xizm û zarok û evîndarên xwe di dema recîma wî de wenda kirinî, li aliyê din, qerfên xwe bi dadkirina wî kirin û ew hêviya kirin ku bila zû bihête bidarxistin. Lê di nav cîhana Ereban de gellek kesan bi serbilindî behsa Serok Seddam Husên kirin û pesna wî dan. Li ser sehneyên televizyonî kef bi devên hinan ketibû û wan bi dengên qebe Seddam wek “boke” di Televizyona El Cezîre û yên din de bi nav dikirin. Di nav van Ereban de gellek kesên entellektuel û xwende jî hebûn. Va yeka jî gellekî normal e. Dema di nav 22 dewletên ereb de dewleteke ku tê de demokrasiyeke rêk û pêk hebe nehêt dîtin, dema pîvanên rêzgirtina ji nerxê mirovahî re weqa nizm bibin û dema ku bo endamên neteweyekê egerên serbilindiyê weqa kêm bibin, wê demê tiştekî normal e ku yên wek Seddam Husên bo hinan ji endamên wê neteweyê wek boke û leheng bihên ber çavan. Qe nebe Seddam Husên aşkere li dij Emerîka û Israîl bû û çend mûşekên xwe jî rêkiribûn ser Israîl. Bo van Ereban hema va yeka bi serê xwe jî wî dike leheng. Ji bilî berpirsiyarên Kuwêtê ku Seddam wek tawanbarekî şer bi nav kirin berpirsiyarên çi welatine din ji cîhana erebî tiştekî rêk û pêk di derbarê dadkirinê de negotin.

    Ev hemî li aliyekî, ber Seddam bo yekem car derkeve pêsh dadmend karbidestê emerikî Paul Bremer li dû 13 mehên desthilatdariya Îraqê xatir ji Bexdadê xwazt û li Emerîka vegeriya. Ber li firrokeke leşgerî siwar be ji berpirsiyarên îraqî tenê Berhem Salih, cîhgirê serokwezîrê Îraqê, li tenişta wî bû. Gelo berpirsiyarên ereb newêribûn, yan nexwaztibûn, di dema xudahafiziyê de li kêleka wî bin; û gelo Paul Bremer hest kiribû ku li gel her tiştî jî yê di deqeya dawîn de, ber li firrokê siwar bibe, dest dayî wî Kurd bû, ne diyar e. Li dû gihîştina Waşington birêz Bremer got ku wî xwezî dikir Îraq di rewşeke baştir de li dû hîştibûya. Di heman demê de baxşîşa bo girtindana urduniyê bi navê Ebû Mus’eb El-Zerqawî rabû 25 milyon dolarên emerikî lê kiryarên terorî û ziyangîhandina kesan û tiştan li welêt, her weha li Bexdadê bi xwe, domandin.

    Çawa ku nav û rûyê dadmendê Seddam Husên nixamtî dimîne siberoja Îraqa ku bi dirêjiya dehsalan tê de bi milyonan diqîriyan “Bi can, bi xwîn em bo Seddam qurban” ta vê diqeyê jî hîn di mij de dimîne. Dema li warekî kesek seroktiya dewletê li ser navê xwe tapî bike û wê bizavê bike ku hemwelatiyan bo xwe bike wek dewêr; dema felek rewşa neteweyekê weqa bed û perîşan kiribe ku endamine wê serbilindiya xwe û serfiraziya xwe dispêrin dîktatorekî ku bûbe çavkaniya bêtaran, wê demê helbete dê gellekî dijwar be ku mirov siberoja wê neteweyê û wî welatî bi şêweyeke zelal li pêş çavan bibîne.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.