Girê Amûdê an girê Kemaliyê ji girên herî kevnar û dêrîne.Dîroka vî girî vedigere hezarê salan.ez bawerim ku ev gir di heyamê Aşûriyan de jî hebû,û navê wî li bal wan (Amade)bû,wek ku di heyamê Sobartiyan û Mîtaniyan de hebû.Ango wek Amadiyê li Îraqê, ku li bal Aşûriyan bi navê(Amadî)û Diyarbekir li tirkiyê,bi navê (Amed) bû..
Di baweriya min de navê Amûdê navekî nû ye,şûna navê Amade,ya kevin girtiye,nexasim piştî wêrankirina herêmê di şer û talanan de.
Gotina “Amade : Amûde” wek gotina “Amadî:Amadiyê” ye, û wek gotina (Amed:Diyarbekir)e,bêguman navê wê jî di destnivîs û nûçeyên Mîrê Aşûriyan ( Şemis Adadî yê pêncan.823 / 810 BZ )derbas bûbe,yê ku şûna bavê xwe (Şelimneser yê sisyan girtibû,tevî bajarên ku birayê wî Aşûr Danin îllî qal kiribû.Hêj ku bavê wî li jiyanê bû),da ku ew Şahînşahiya Aşûriyan ji xwe re bibe berî birayê xwe (Şemis Adadî yê pêncan)yê ku jê ewletir bû bi Şahînşahiya Aşûriyan..
Dibe jê ku navê Amûdê di stûna Şamsî Adadî de hatibe nivîsandin,wek ku çawa navê Amîdî û Amed têde hatiye nivîsandin.Ev stûna ku di koçka bawş û başûrî Nemrûd de hatiye dîtin,û niha di muzîxaneya Birîtanî de li London,dibin nemra 110,û taha Baqir weşandiye...
Di baweriya min de bajarê Amûdê an girê Amûdê kevintire ji herdû stûnên Şemis Adadî û ya kurê wî Adadî Nîrarîyên yên ku di mûzîxaneya London û Îstanbolê de ne.
Ji ber ku Amûdê (Amade)ji nêzîktirîn bajar an girê dêrîne ji van girên herî kevnar di herême de wek :girê Mozan(Orkîş),girê tilhelef(Waşokanî),û girê Leylan û girêTilberak ûgelek ji girên din..
Gotina Amade bi zimanê Kurdî, bi wateya çikçikandî an hazir tê şirovekirin,ji ber ku ew çeteyên ku lê amadebûn di heyamê kevin û nûde,her dem û gav hazir û amemade bûn ku bervedêriya wê bikin.û gotina amade gotineke kurdî orjînale,bi demê re jê hatiye xwarin,û di bin bandora zimanê erebî de bûye Amûde..
Wek ku diyare dîrokzan ji Mîdiyan re dibêjin “Mîd, Mad, Amad”, lê çendî bibêjin,lê her navê Amade,Amûda me ya niha ye,navekî kevin û dêrîne.
Ev bajar dikeve bakurî deşta Mêrdînê,jêre dibe wek dergehekî çiyayî ji bakur ve,dikeve rex bajarê Dara yê kevnar de,ji hezarê salan ve gelê kurd têde dijî û ta roja îro,ev bajar toşî gelek guhertinan bûye wek civakî,abûrî û şaristanî û weha ta bi toşa Aşûriyan,dema ku desthilatiya xwe di ser bajarê Sobarto û kurdoiyînan raxistin..û tê gotin ku Şahînşahê Aşûriyan (Ticilat bilêr yê pêşîn:1100 B:M)stûnek mezin bi dûv xwe de hiştiye,têde bûyerên şerê xwe bi gelê kurdoiyînan re diyar dike.
Û weha Amûdê di nav sedê salan re li ber we daye,û têra xwe tûşî talanan bûye;di 360îM. ketiye bin destê Şabûrê 2 yê Farisî de û di heyamê êrîşên misilmanan de toşî talanên wan bûye,di peyre di nav lingên Moxol û Tetaran de hatiye lewitandin ta ku ketiye bin destê eyûbiyan de.
Bi hatina Holako re di sala 1259 an de,artêşa wî tev herêm ji hevde xistiye,û wêran kiriye,xanîk li ser hev nehiştiye..û bi hatina Tîmor lîmk re di sala 1394 ande ta bi sala 1405 an sala mirina wî,tev herêm bûye kavil û wêran û kes lê nema ye,tev xelkên wê ji ber zilm û zorê reviyane bi serê çiyan ve hilkişiyane.
Di çerxê 16 an de û piştî cenga Çaldêran 1514 an û mêldariya kurdan bi Osmaniyan re,di bin ra û tevdîra Edrîsê Bedlîsî de,ji nû hin aramî ketiye herêmê de û rih bi mîrnîşiyên kurdî ve hatiye,hingê Sultanê Osmanî hin ji eşîrên bi hêz ji tixûbê Îranê anîne herêma Mêrdînê û Amûdê da ku bi wan wê herêmê biparêze hem jî ku rêka kerwanan an rêka hevirmêş ji çeteyan bi parêze,ew rêka ku Bexdad û Stenbol bi hve girêdida û di Amûdê re derbas dibû.ji wan eşîran eşîra (Şahpesnî)bû,ya ku îro jêre tê gotin Deqorî,hingê sultan ev eşîr ji herêma Takorê ji sînorê Îranê anîn Amûdê,û hêjî lê ne,ji wan re dibêjin mala Seîd Axayê Deqorî,hin ji vê malbatê çûne Şamê,bûn mîrekên Hecê,da ku kerwanên Hecacan ji çeteyên devê riya hecê bi parêzin û hê jî li wirin ji wanre dibêjin Mala Şemdîn Axa,hem jî hin ji wan li li serxetê mane ji wan re dibêjin mala Hesen Şemdîn.
Û weha ez dibînim ku bajarê Amûdê yê nû ji ji girê Amûdê yê kevin çêbûye,ango girê Amade,an girê Kemaliyê,ji berî 488 salan ve,di vî cihê nû de di rex girê Şermola de.
Ev girê dawî Şermola ji du gotinan pêk tê,Şar Ango bajar û Mola ango navê xwediyê bajare,wek gotina Şernex ku ew jî ji du gotinan pêk tê ango şarê Nûh.
Hêjayî gotinê ye ku vê paşiyê navê Kemaliyê li girê Amûdê hatiye kirin,ew jî piştî damezirandina komara kemalî ye di sala 1923 an de.