Serrûpel Hejmar 59, berfanbar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Musa Kaval: Federalîzm bo Bakurê Kurdistanê
  • Lokman Polat: Jiyanek balkêş di romana nû ya Bûbê Eser de
  • Seyidxan Kurij: Tirkiye û kurdî
  • Lokman Polat: Netirkên tirkîaxiv

  • Di romana Bûbê Eser de
    JIYANEKE BALKÊŞ
    Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com


    Weşanên ”Bajar” gelek pirtûkên hêja weşandiye. Yek ji wan pirtûkan jî romana Bûbê Eser ya bi navê ”Jiyanek” e. Pirtûk 251 rûpel e û ji 51 beşan pêk tê. Ev berhema edebî bêtir behsa xebat û çalakiyên 25 salin berê dike. Serboriyên lehengê romanê Serdar bi şêweyeke balkêş tê vegotin. Roman ji hêla form, vegotin, ziman û mijarê ve serketî û xwedî naverokeke taybetî ye.

    Nivîskar Bûbê Eser di romana "Jiyanek" de, bi riya dîmenên di bîra Serdar de salên berê anku salên beriya 1980 û dema zilm û zordarî û tarîtiya salên 1980-yî radixe ber çavê xwendevanên kurd. Ev berhema hêja yek ji wan hewldanan e ku divê dîroka me ya nêzîk hê bêtir bê nivîsandin, bê zanîn da ku çi kes wê demê ji bîr neke û ji xebat û têkoşîna wê demê ders derxe, siûdê werbigre.

    Hêjayê pesnêye ku birêz Kek Kemal Burkay di nav ewqas kar, xebat û wextên xwe yên tije de bi xwendin, raçavkirin û sererastkirina pirtûkê re mijûl bûye, kêmaniyan destnîşan kiriye û pêşniyaran kiriye.

    ”Her berhemeke ku bi kurdî tê nivîsandin xizmetekê ji ziman û edebiyata kurdî re dike û çanda kurdan pê dewlemend dibe.” Ev hevok ji bo rewşa ziman û edebiyata kurdî ya îroyîn bîr û rayên, anku ramaneke bingehîn e. Li Kurdistana bakur rewşa zimanê kurdî ber bi xirabiyê ve diçe. Pirtûkên kurdî zêde nayên firotin û nayên xwendin. Di hêla bazirganiyê de nivîskar û weşanvanên ku pirtûkên kurdî derdixin, diweşînin, zirarê dikin. Di rewşeke weha de heger nivîskarên kurd bi kurdî dinivîsin û ji berîka xwe pirtûkên xwe çap dikin, ev ji ber welatparêziya wan, hest û ruhê wan yê kurdayetiyê ye. Ew dizanin xebatên ku ew pêk tînin, berhemên ku bi kurdî diafirînin ji bo ziman û edebiyata kurdî xizmet e.

    Di jiyana gundîtiyê de feqîrî û belengazî jî heye û dewlemendî û serfîrazî jî heye. Li gundan henekeke –mîzaheke- gelêrî tê bi kar anîn. Ev mîzah ji alî naveroka xwe ve gelek balkêş e û pirmane ye. Mîzaheke îronîk e. Di romanê de hinek mîzahên gelêrî yên îronîk hene. Wek mînak; diz lihêfa Ehmedê Kerr didizin, ew jî ji xew şiyar dibe û dibîne ku dizan lêhifa wî dizîne. Ew jî dike qêreqîr, çîran dike û dibêje: ”Heger hûn mêrin, werin doşekê bidizin ha!”

    Lehengê romana ”Jiyanek” Serdar zilamekî jîr û zana ye, welatparêz û têkoşer e. Di romanê de jiyan û têkoşîna bîstûpênc salan ya lehengê romanê bi şêweya vegotina romanê tê ravekirin. Roman ji hepisê berdana lehengê romanê Serdar dest pê dike. Serdar sê sal li zindana Amedê razaye. Ji ber zilm û zordariya dewleta dagirkerên tirk ew li zindanê wisa zeîf bûye ku, laşê wî maye çerm û hestî. Nivîskarê romanê Bûbê Eser di beşa yekem ya romanê de behsa ji hepisê berdana Serdar û çûyina wî ya malê dike. Di beşa duyem û beşên pey wê de vêca behsa malbata Serdar, gundê wî, welidandina diya Serdar û di axura gund de ji dayik bûyîna Serdar dest pê dike û hêdî, hêdî, merhale bi merhale jiyana gundîtiyê, mezinbûna Serdar û herweha gelek mijarên curbecur radixe ber çavên xwendevanan. Di beşên romanê de gelek bûyerên cuda ku hatine qewimandin tê qalkirin ku divê her xwendevanê kurd wê bixwîne û ji wan bûyeran hayidar be.

    Romana ”Jiyanek” li ser jiyanek û gelek jiyanên din yên rasteqîn hatiye hunandin. Dema mirov vê romanê dixwîne û hinek kurdên nas tîne ber çavên xwe, digîşe vê qeneetê ku bi rastî jî jiyana gelek kurdan weke romanê ye. Romana ”Jiyanek” li gorê stîla ekola realîta rastiya sosyal civakî (ku bi tirkî jê re toplumsal gerçekçîlîk dibêjin) hatiye afirandin. Ji bo ku di vê romanê de rastiya civakî û dîmeneke ji dîroka dema nêzîk ya kurdan heye, mirov dikare vê romanê weke romaneke modern klasîk bi nav bike.

    Civaka kurdan civakeke gundî ye. Lewre jî, divê li ser civaka gundîtiyê hem lêkolînên îlmî, zanîstî yên sosyal civakî bêne kirin û hem jî berhemên edebî bêne afirandin. Min li cihek xwendibû, digot : ”Pênc hezar gund hatin şewitandin, lêbelê li ser gundeke jî romaneke nehat nivîsîn.” Li ser jiyana civaka gundîtiyê, di dema şerê qirêj de rewşa cerdewan û welatparêzên gundek, romannivîser Laleş Qaso romaneke sê cild (Sê şev, Wêran, Xezeb) berdewama hevûdu nivîsiye û weşandiye. Divê heqê nivîskar Laleş Qaso neyê xwarin. Romana wî di vê hêlê de hewldaneke destpêkê ye û di nav berhemên edebiyata kurdî de di hêla mijarên romana jiyana gundîtiyê de sereke ye. Romana nivîskar Bûbê Eser ”Jiyanek” jî bi vê şêweyê ye û xurtbûna hêla romannivîseriya jiyana gundîtiyê ye. Xwezî her nivîskarê kurd wekî Laleş Qaso û Bûbê Eser bikirana û romana jiyan, xebat û têkoşîna xortên çalak yên gundî û rewşa malbatên gundiyan binivîsandana.

    Di dîroka nêzîk ya kurdan de wisan bûyer qewimîne ku pêkhatina her bûyerê bi serê xwe dikare bibe babeta romaneke. Damezrandina partî û rêxistinên kurdan, xweparastinên siyasî yên dadgehan û berxwedanên hepis û zîndanan, têkoşîna gelêrî û ronakkirina civaka kurd, leyistikên dewleta tirk ya li hemberê gelê kurd û herweha gelek bûyerên ku di dema nêzîk ya dîroka kurdan de hatin pêkanîn dikare bibe mijara romanên kurdî yên curbecur. Di romana Bûbê Eser ”Jiyanek” de dîmeneke ji dema nêzîk û herweha jiyana malbata Serdar û têkoşîn û xebata siyasî ya wî û hevalên wî Nezîr, Seleh û Kerîm hene ku divê neyê jibîr kirin û kurdên ku wê demê nejiyane, rewşa wê demê fêr bibin û ji wê demê siûd werbigrin, ders derxin.

    Di herikandina demê de, lehengê romanê Serdar dibistana navîn û Lîseyê diqedîne, ji derve ve Unîversîteyê dixwîne, dest bi karê karmendiyê dike. Ew dibe endamê partiyê û ji bo doza netewî, ji bo azadiya gel û rizgariya welat kar û xebata siyasî û rêxistinî dimeşîne. Serdar dixwazê ji xwe re bizewice, lêbelê şertê wî ev e ku; qalind neda. Ew li dijê qalind dayinê ye û naxwazê bi dayina qalind keçikek bikire. Ew bi alîkariya hevalên xwe yên rêxistinê çend keçên kurd dixwaze, lê malbatên keçikan bê qalind keçên xwe nadinê. Serdar jî bi keçika karmend ku li nexweşxanê hemşîreye re dizewice. Di wan salên ku kar û xebata siyasî ya şoreşgerî û welatparêziyê xurt bû, gelek xortên şoreşger û welatparêz yên kurd bi keçên karmend, hemşîre, mamoste û hwd re zewicîn. Du sedemên bingehîn yên zewaca bi vî şiklî hebû. Yek; malbatên keçên karmend qalind nedixwestin. Du; meaşê wan hebû. Xortên şoreşger û welatparêz digotin em ê bi keçên karmend re bizewicin û bi saya maeşê wan karê xwe yên siyasî, rêxistinî bidomînin. Hinekan weha kir. Jinên wan karmend bûn, mesrefa malê û zarokan ji alî jinan ve dihatin pêkanîn û mêrên wan jî şoreşgerî dikir, xebata rêxistinî bi şêweyeke profesyonelî dimeşandin.

    Nivîskar Bûbê Eser di romana xwe de behsa dema salên 1975-an û 1980-yî dike ku ez bi xwe jî wê demê li bajarê Amedê jiyiyam û bum şahidê gelek tiştan. Di qalkirina damezrandina komela xortan DGKD (Devrîmcî Gençlîk Kultur Dernegî – Komela Kulturî ya Şoreşgerên Ciwan) de ew dem weke şerîda fîlmê carek din hate ber çavên min. DGKD li Bêlikahmedê bû. Ew tax cihê feqîr, kedkar û gundiyan bû. DHKD (Devrîmcî Halk Kultur Dernegî ) li taxa ku bi piranî karmend –memûr- burokrat û xwendevan –talebe – li wir bun. Ji xwe li nêzîkê DHKD’yê dibistana lîsê, qûlûba karmendan û komela mamostan hebû. DDKD (Devrîmcî Demokratîk Kultur Dernegî) li cihê herî navend yê bajêr bû. Ew cih cihê taxa dewlemendan bû. Li ser DDKD’ê avahiya KÎP’ê hebû. KÎP navê partiya wan ya îlegal bû, lê KÎP’a ku li ser DDKD’ê bû navê mixaza dewlemendeke bû, anku KÎP navê dezgeheke ticarî –bazirganiyê- bû.

    Serokê partiya DDKD’ê yanî serokê KÎP’ê Omer Çetîn bû û ew axayê gundan bû. Em bi vê rewşê zanibûn û ji bo ku em di hêla îdeolojîk û siyasî de li dijê DDKD’yiyan bûn, me henekên xwe bi wan dikir û me digot : ”Binêrin serokê wan axa ye. Li ser komela wan jî bazirganên dewlemend –KÎP- heye. Vana partiya axa û burjuvan in.” Em –anku Ozgurlukçî – (Wê demê ji yên ku dîtinên kovara Ozgurluk Yolu diparastin re digotin Ozgurlukçî, paşî navê partiyê eşkere bû û êdî navê PSK’ê hate bikaranîn.)belê, em li dijê DDKD’yiyan bun, lê em li dijê rêxistina Serdar ya wê demê û li dijê komela DGKD’yê nebûn. Me wan hevkar û îtîfaqkarên xwe didît. Di şerê navbera wan û Apoyiyan de (ku di vê romanê de qet nayê behskirin û li gorê min kêmaniya romanê ya herî berbiçav jî ev mijar e.) me piştgiriya rêxistina Serdar ya wê demê dikir û me neheqiya Apoyiyan ji gel re behs dikir. Di partiya me de, anku di nav Ozgurlukçiyan de gundî pir hindik bûn. Lê, karker, karmend, burokrat, avukat û xwendevan –talebe- gelek hebûn. Me di hêla siyasî û rêxistinî de xebat dikir, ronahiya dîtin û ramanên azadiyê belav dikir. Di esasê xwe de partiya me partiyeke ronakbîr û azadîxwaz bû. Her çiqas navê partiya me sosyalîst bû jî, di nav endam û alîgirên partiyê de gelek kesên nesosyalîst hebûn. Lewre jî, ez di vê bîr û baweriyê de me ku, navê partiyê (TKSP û paşî PSK) şaş bû. Şaşbûna nav li gorê realîta rewşa welat –ku Kurdistan kolonî bû û hêj jî kolonî ye- bernama ku hatibû pêşkêşkirin – merhela yekem şoreşa netewî û demokratîk – û li gorê modela rêxistinî ya li welatên kolonî – navekî şaş bû. Bi min, divê ev nav nebana. Navê wê yan RONAK (Partiya Ronahiya Kurdistanê) yan jî PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) bana.

    Neyse, çi bû, çû. Bi vî navî be jî PSK’ê 30 sal bêrawestandin kar û xebata xwe ya siyasî û rêxistinî meşand, têkoşîna xwe domand. Em vegerin mijara romanê. Nivîskar Bûbê Eser di beşeke romana xwe de behsa Şêxekî dike ku gelek bala mirov dikşîne. Li Kurdistanê gelek Şêx û Mella’yên welatparêz hebûn û niha jî hene. Lêbelê hinek Mella û Şêxên sextekar jî hene. Ev Şêxê ku di romanê de behsa wî tê kirin, Şêxekî sextekar e. Bi navê Rehîme jineka gundî heye. Jinik nawelide, jê re zarok çênabe. Xaltiya Emo –ku diya Serdarê lehengê romanê ye- Rahîme’yê dibe cem şêx. Di hundirê kona Şêx de Şêx Rahîmê dixapîne. Şêx jê re dibêje : ”Dê Melek bêne bikevin ser te ku tu zarok bînî.” Lêbelê, Şêx bi xwe dikeve ser Rahîmê, anku tecawizê wê dike.

    Di romanê de gelek bûyerên trajedî jî hene ku dema mirov dixwîne agir bi dilê mirov dikeve. Şeş zarokên diya Serdar, Emo dimrin. Xortekî ciwan ji ber teqîna tifîngê dibizde û paşî dimre. Keçeka delal bi şaşî dermanê kêçan vedixwe û dimre.

    Jiyana gundîtiyê li ser kar û xebata rojane hatiye avakirin. Gundî kedkar û xebatkar in. Ew bişev zû radizin û serê sibê zû radibin. Ew diçin di nav erd, zevî, baxçe û bostanên xwe de dixebitin. Gundî cot dikin, çandînî dikin, li pez û dewaran dinêrin. Xebatkariya mêrên gundî li derveyê malê ye. Ew di malên xwe de axa ne, tu karekî nakin. Hemû karên nav malê jin dikin. Paqijiya nav malê, xwarin çêkirin, firaq şûştin, cil û lîbas şûştin, bi tevahî karê jinan e. Mêr di malê de tiral in, ew axayê mala xwe ne. Jinên gundiyan weke qewraşan xizmeta mêrî û ya malê dikin. Di civakên partiyalkal de, anku di civakên ku mêr desthilatdarin de weke ku Engels jî dibêje : ”Mêr dîktator in û jin Proleterya ne.” Di romanê de fîgurê romanê Dawo –ku bavê Serdar e- li malê ye. Jina wî Emo ne li mal e. Dema ku Emo tê malê, Dawo bi hêrs jê re dibêje : ”Ev serê saeteke ye ez li malê me û birçî me! Ma tu bi kû de çubû?” Binêrin, Dawo li malê birçiye, lêbelê ranabe ji xwe re xwarin çênake ku bixwe. Ew li benda jina xwe ye ku jin bê û jê re xwarin çêke. Gundiyan li cihek bihêlin, gelek kesên ku ji xwe re dibêjin sosyalîst jî di malê de xwarin çênakin û firaqan naşon.

    Serdar di xebata siyasî û rêxistinî de gelek aktîf e. Ew di nav komîteya mehelî ya partiyê ya li Amedê de cih digre. Ji bo xebatên girseyî pêşevatiya vekirina komeleyên çandî û xortan dike, gelek xort, karker, gundî û karmendan bi rêxistin dike. Li ser zewaca wî du meh derbas dibe, ew tê girtin. Li şûbeya siyasî ya polîsan pê şkenceyên nedîtî tê kirin. Polîs çiqas pê şkence jî dikin, nikarin wî bipişkifînin, nikarin wî bidin axaftinê. Di encama şkenca giran de, dilê Serdar disekine, polîs doktor tînin wî kontrol dikin, doktor dibêje miriye. Ji bo polîs ji mirina wî nebin berpirsiyar û bibêjin wî xwestiye xwe ji destê me birevîne û xwe di pencerê de avêtiye xwarê, wî ji qata çaran ya avahiya polîsan davêjin xwarê. Di avêtina xwarê de, dilê serdar weke saeta ku bisekine û dîsa bişixwile, dîsa dişixwile.

    Serdar li nexweşxana Amedê demeke dimîne, hinek baş dibe. Piştî hefteyek, polîs wî ji nexweşxanê dibin şkencexanê. Li wir dîsa pê şkence dikin, lê ew napeyive, polîs agir ber didin cil û lîbasên wî, lingê wî dişewitînin. Nepeyivîna Serdar jê re qezenç bû û polîs mecbûr man wî derxistin dadgehê. Dozgêr doza girtina wî dike û ew dişîne girtîgehê.

    Ji bo ku beriya girtina Serdar jina wî bi hemil bû, jê re keçek dibe. Serdar sê sal li hepisê radize. Piştî sê salan wî berdidin. Lêbelê ew çawa ji hepisxanê derdikeve, polîs li devê deriyê hepisxanê seknandîne û wî dîsa digrin. Polîs wî dibin şkencexanê, pê şkence dikin, Serdar dîsa bi kurd înadî napeyive. Polîs ji neçariya xwe wî dibin cihê destgîrkirinê û paşî wî derdixin dadgehê. Dozgêr dibêje ”min vî zilamî berdaye. Çima wî dîsa anîne.” Dozgêr wî berd dida.

    Di çerçeva nivîseke danasînê de nemimkûne ku mirov behsa tevahiya naveroka romanê bike. Roman 51 beş e û hemû beş dagirtîne, naveroka wan dewlemend e. Min bi kurtahî behsa hinek hêlên romanê kir. Divê xwendevanên kurd romanê bi tevahî bixwînin û jiyaneka balkêş ya kurdekî welatperwer û têkoşer bibînin bê di jiyanê de çi hatiye serê wî.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.