Min heta niha nizanibû ku îlîmdar û rewşenbîrê pêşverû Servet Tanillî ji Wanê ye û kurd e. Niha ez vê jî fêr bum. Li Tirkiyê şexsiyetên meşûr yên bi navûdeng, siyasetmedar, hunermend, artîs, nivîskar, wezîr, serokwezîr, serokkomar û gelek kesên bi navûdeng yan kurd in, yan jî ji miletên din in, yanî netirk in.
Komara Tirkiyê komara netirkên tirkîaxifan e. Li Tirkiyê ( Anatolî -eslê peyvê Anatolî ye, ne Anadolu ye) Lazistan û Kurdistan- ê 70 milyon însan hene. Ji heftê milyonî 2 milyon tirk -anku tirkmen in. Yên din, yanî 68 milyon gel û miletên din in. Di nav wan gel û miletan de yê herî pir kurd in. Duvre Çerkez tên. Laz, abaza, arnawid, gurcî, çeçen, rûm, grekî, azerî, areb, ermenî, asûrî/suryanî, boşnaq, meqedonî, koçberên bulgarî û gelek gelên din, herkê li gor xwe hene.
Li Stenbolê 2 milyon Arnawid hene. Li Îzmîrê bi milyonan yunanî hene û hwd. Ji bajarê Qersê hetanî Sêwasê -hinek navçeyên Ankara û Konya jî tê de- piranî kurd in. Li behra reş laz, gurcî, kurd û çerkez hene. Li herêma Ege`yê rûm hene. Li Anatoliya navîn hinek kurd û hinek newiyên romayiyan hene. Li alî Adana, Mêrsîn û Îskenderûnê areb hene. Bajarê Hatay kurd û areb in. Di hemû bajarên Tirkiyê de wek hejmar yên ku herî kêmhejmar in tirk - anku tirkmen in. Ji xwe bi navê tirk miletek tune, navê wan ê eslî û miletî tirkmen e.
Herçiqas tirk-tirkmen- kêmin jî, dewleta komara Tirkiyê li ser navê tirkayetiyê hatiye avakirin. Damezrevanê komara Tirkiyê M. Kemal bi xwe netirk e. Paşê navê Atatirk pêve kirin, yekî netirk-ne tirkmen- kirin bapîrê xwe. M. Kemal rumê ji bajarê Selanîkê ye. Ev bajar li Yunanîstanê -Greklandê- ye. M. Kemal mirovekî porzer û çavşîn bû. Tu eleqa tirkan-tirkmenan- û porzerî û çavşînî bi hev ve tune. Ji xwe diya M. Kemal Arnawid e. Ji bo bavê wî jî hinek dibêjin rum –grekî- ye, hinek dibêjin Arnawid e û hinek dibêjin Alman e. Porzerî û çavşînîya wî dişibe almanan. Diya wî di mala fermandarekî – subay, general- alman de qewraş –xizmetkar- bûye. Dibêjin diya M. Kemal bi fermandarê alman re zina kiriye û M. Kemal weledzina ye, yanî pîç e, ango bîjî ye.
Li Tirkiyê, li ser navê tirkîtîyê birêvebirina komarê tim bi giranî di destê netirkên tirkîaxif de buye. Ew netirkên tirkîaxif wisa pir tirkofon bune ku, ji tirkan bêtir tirkîtî kirine. Wan eslê xwe înkar kiriye, hebûna gelê xwe û gelên din înkar kirine. Wan li ser navê tirkîtiyê nîjadperestî û şoventiya tirkîtiyê kirine. Faşîst û nîjadperestên herî xedar yên ku bi eslê xwe boşnaq, arnawid, laz, çerkez, kurd û hewekî din in. Yê ku teorîya nîjadperestiya tirkan damezrand Zîya Gokalpê kurd bû.
Serokkomariya Tirkiyê tim yan di destê koçberên Balkanan de yan jî di destê kurdan de bûye. Serokkomarên Tirkiyê, Suleyman Demîrel, Kenan Evren û serokwezîra berê Tansu Çîler koçberên Balkan in, boşnak in. Serokkomarên Tirkiyê, Îsmet Înunî, Cemal Gursel û Turgut Ozal kurd in. Nivîskarên navdar Yaşar Kemal, Cemal Sureya, Ahmed Arif û gelekên din kurd in. Artîsa rind û xweşik Hulya Avşar -navê xweşka wê jî Hêlîn e- , dengbêj Îbrahîm Tatlîses, Ozcan Deniz, Mahsûm Kirmizîgul, Ahmed Kaya û gelekên din kurd in.
Gelek siyasetmedar û serokên partiyên siyasî yên Tirkiyê kurd in. Di nav tevgera çep a Tirkiyê de jî gelek pêşevanên tevgera çep kurd in. Denîz Gezmîş -hate îdamkirin- Omer Ayna, Huseyîn Cewahîr -hatin kuştin- kurd in. Di partî û rêxistinên çep yên Tirkiyê de kesên herî aktîf kurd in. Serokê TKP-B yê ê berê, Îbrahîm Seven û serokê ÎP`ê Dogu Perînçek ji Kurdistanê ne, serokê TKP-ML yê Îbrahîm Kaypakkaya, serokê THKP-C Dev-Sol`ê Dursun Karataş û niha serokê DYP`ê Mehmed Agar, kurd in. TKP-ML, TÎKKO û MKP, herçiqas rêxistineke kurdan nebe jî, hemû endam û kadirên wan bi temamî kurd in. Di nav tevgera Îslamî de jî bi sedan kadirên siyasî ên Îslamî hene ku kurd in. Serokê ÎBDA-C yê newiyê Hecî Mûsa begê ye. Hecî Mûsa bey di serîhildana Şêx Seîdê nemir de hate şehîd kirin. Xwedîyê TGRTê, xwediyê gelek kovar û rojnameyên tirkî û gelek damezrevanên tarîkatan bi eslê xwe kurd in.
Kurd ji xwe re kor in, ji xelkê re dixtor in.