Serrûpel Hejmar 59, berfanbar 2004

Naverok
  • Diyarî
  • Nivîsar
  • Helbest
  • Pexşan
  • Weşan
  • Nûçe
  • Zarok
  • Ziman
  • Gelêrî
  • Mizgînî
  • Name
  • Pozname

  • Nivîsar
  • Musa Kaval: Federalîzm bo Bakurê Kurdistanê
  • Lokman Polat: Jiyanek balkêş di romana nû ya Bûbê Eser de
  • Seyidxan Kurij: Tirkiye û kurdî
  • Lokman Polat: Netirkên tirkîaxiv

  • Federalîzm bo Bakurê Kurdistanê
    Dr. Musa KAVAL


    Ji Parlamenta Ewropa Tê Xwestin ku federalism bi tinê dikare bo Bakurê Kurdistanê bibe çareseriyek siyasî û adil

    Di çarçeva daxwazên hevbeş yên Kurdan ku di BEYANA Parisê de hatine diyarkirin dest bi karên diplomasî û siyasî di qata navnetewî de hatiye kirin. Ji van xebatan, di 10. 11.2004 de, hevdîtin li Parlementa ewropa hatin kirin. Di van hevdîtinan de dîtina terefê kurd hate nîqaşkirin. Ji Parlementa Ewropa hate xwastin ku pişgiriya sîstemek federal jibo Bakurê Kurdistanê bike. Lewre bes Federalism dikare bibe careserî jibo pirsa gelê Kurd.! Herwesan hete xwastin ku zimanê kurdî li hemo Bakurê Kurdistanê bibe zimanê resmî û li herêmên din yên ku gelê kurd tê de dijit, bibe zimanê xwandin û perwerdekirinê.

    Bi kurtî tiştê tête xwastin ew ku Turkiye bibe dewletek federal. Tikiye ji du Netewên sereke pêk tê: netewa Tirk û netewa Kurd. Du zimanên sereke hene zimanê tirkî û zimanê Kurdî. Pêwîste ku du ziman li Tirkiye bibin resmî zimanê kurdî li kurdistanê û li herêmên ku kurd tê de pirin û Zimanê tirkî li Tikiye. Ji bilî van herdu netewan û zimanan gel û zimanên din yên kêmjimar jî hene. Pêwiste ku nasname û çanda wan jî bêne naskirin û rumetkirin.

    Her wesan jibo Kurdistanê parlementek û idareyek federal bêne damazirandin. Ku gelê kurd wek gelê qibrisî yê tirk, wek gelê Katelan li Îspanya bikare nunerên parlemanê xwe û îdara xwe ya herêmî hilbijêre.

    Bes bi vî awayî gelê kurd dikare ji bin barê tirsê û birsê derkeve û azad bibe. Naskirina statuyek federal bo Bakurê Kurdistanê naête! ankuya parçekirina Tirkiye. Birayîtî, wekhevî, û a$tî di nav! bera gel ê kurd û gelê tirk de pêwiste, lê bes bi vî awayî ew dikare bi rastî çêbibe.

    Eger Yekîtiya Ewropa weku dema Lozanê cardin gelê kurd ne êxite hisaba siyasî û pişgiriya careseriyek adil jibo pirsa wî ya netewî neke, Ewropa hem neheqîyek mezin, hem jî şaşîyek dîrokî dike.

    Ji ber ku Kurd neteweke ji netewên mezin yên li rojhelata navin, pêwîste ku pirsa wî wek pirsek siyasî di platformên Ewropa de bête nîqaşkirin û careserkirin.

    Her wek di Beyana Parisê de jî hatiye (xal 5) Kurd miletek e; û xudan xususiyetên dirokî, zimanî, çandeyî, û cografî ye. Nasnameya gelê kurd xesere ne binnasnameye(altkimlik) . Bes yek careserî dikare berdewam be û adil be, ew jî ewe ku statuyek federal ji bo Bakurê Kurdistanê bête naskirin. Niqaşên ku îro, bi munasebeta berendamîtiya Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewropa, li ser Kurdan tên kirin pir balkêş in: Kurd kêmjimar in yan ne kêmjimar in? Nasnameya kurdan binnasnameya tirk e yan ne? Kurd unsurek esasî ye li Tirkiye? Kurd hemwelatiyên destûrî ne? Mixabin hind derdorên kurd ku xwe wek temsîlkarên kurdan dihesibînin van babetan giring dibînin û niqaşa siyasî li ser wan didin domandin.

    Bila em xwe ne xapînîn. Jibo ku statuyê siyasî yê gelê kurd, di qata netewî û di qata navnetewî de, ne ête rojevê û ne bîte cihê nîqaşên siyasî û bal bête kişînin li ser pirsên din yên berteref, hind derdoran ev pirsene bi zanyarî havêtine meydanê û kirîne di rojevê de. Îro pêwîste ku niqaşa esasî li ser statuyê Kurdistanê bête kirin û di vî derbarî de daxwazên hevbeş û konkret bêne kirin û ji rojevê ne derkevin.

    Bi vê munasebetê, dixwazim bikinî bêjim ku çewan Roj di esmanê zelal û sahî de tê xwuyakirinkir wesan bo herkesê diyare ku kurd netewek e, xudan nasnameyek xweser e, û li Tirkiye bûye kêmjimar. Herwesan gelê kurd ne bes li Tirkiye lê li rojhelata navîn jî unsurek esasiye. Ev rastîyek siyasî, çandî dîrokî, sosyolijî û corafiye. Qet hewce nake ku li ser van tiştan nşiqaş bêne kirin. Tiştê ku pêwîst e li ser nîqaş bête kirin û bête parastin ewe ku statuyek ji! bo gelê kurd bête naskirin, mafên wî yên siyasî, çandî, aborî, civakî û îdarî bêne rumetgirtin. Hemo pêşniyariyên din ku statuyek taybetî ji bo gelê kurd qebul ne kin nikarin vê pirsê careser bikin. Tam bi eksê ew vê pirsê aloztir dikin û dê bi berdewamî, di demên were de bibe sedem jibo bê istiqrariyê, gingaşê û ji bo şer.

    Tecrîba pirsên siyasî yên li cîhanê vê rastiyê didete nîşandan. Pirsa Filistîniyan, pirsa qibrisê, pirsa kêmnetewên li Ewropa bi naskirina nasnameya wan careser dibin û bûyine.

    Me daxwazên hevbeş yên ku di Beyana Parisê de hatine diyarkirin dane Serokatiya Parlementa Ewropa û Serokên Grobên siyasî: groba Partiyên muhafezekarên ewropa (PPE- DE) , guroba Partiyên sosyalistên ewropa (PSE) groba Keskên Ewropa (Vert/ALE) û groba Partiyên çep ên Ewropa ( GUE/NGL. Herwesan me ew dane birek parlementên din jî.

    Di van hevdîtina de bo min diyar bû ku eger gelê kurd bi awayek hevbeş û gora normên siyasî û dîplomasî bixebite, di demek nêzîk de dê bikare di qata navnetewî de bibe muxateb û rûmeta daxwazên wî dê bête kirin. Di van hevdîtinan de cardin hind kesên giring gotin ku eger tevgera gelê kurd xwe bikete yek û daxwazên xwe bi awayek hevbesh bîne ziman û biparêze heta pişgiriya mafên federalismê jî, dê ji gelê kurd re bête kirin. Bê guman ev careseriye aştiyê, demoqrasî û îstîqrarê tine. Ew ji bo berjewendiyên Ewropa, jibo Tirkiye û jibo gelê Kurd pir giring e. .

    Bi vê munasebetê ez bangê hemo Partî, sazî û kesatiyên kurd dikim ku dest ji kerb û kînên Kevin berdin di xetek netewî de, li ser konsensusek hevbeş bibin yek. Em îro di demek wek SEVRE de dijîn, eger em xwe nekeyin yek û temsîlek netewî çênekeyin, di xetek netewî de negehin hev, bêguman Lozanne dê li ser me dubare bibe. Erê DIYAB AXA-I û kesên wek wî rolelek qirêjî li dijê mafên gelê kurd bi munasebeta LOZANNE ê leyîztin, lê eger tifaq û tefgera kurdan hebûya çu terefên dijkurd ne dikarîn encaman jê wergirin. EGER îro tevge! ra gelê kurd xwe bikete yek çu kes nikarin Lozannek din yan D! IABAXA y ên din li serê gelê Kurd bikin bela.

    Berdest
  • Hejmara nû
  • Hemû hejmar
  • Hemû pirtûk
  • Hemû nivîskar
  • Werger
  • Nûdem
  • Ferheng
  • Lînk


  • [ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

    Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

    Têkilî: mehname@yahoo.com
    Contact us: mehname@yahoo.com

    Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.