Mîr Celadet Bedirxan.
Navê wî Celdat Elî
Bedirxane,di sala 1897 an de li bajarê Stanbolê Ji dayêka xwe bû.
piştî şerê Bedirxaniyan li
hember sultan EbdilHemêd, tev malbata wî surgunî Yemenê kirin.piştî
ku tevgêra rizgarxaziya Tirk dibin seroketiya mistefe Kemal Etetûrk de bi
serket, mafên Kurdan hatin nadar kirin,di vê demê de
di mafê Emîn Elî bedirxan û her sê lawên wî ferman bi darvekirin derket,Emîn
û kurê Xwe sureya çûn Misirê Kamîran û Celadet ve çûn Elemaniya.Li wir
dest bi xwendina bilind kirin,Celadet xwendina bilind qedan û dîploma
doktoriya Hiqûqê wergirt.di
sala 1930 de hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî
kir,di nav xebata xoybûnê de wek endamekî pêşeng cî
girt, ew yek ji beşdarî û alîkarê Serhildana Agirî
bû.Ji
bilî zimanê Kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî zanîbo
înglîzî-Firansî-Almanî-Tirkî-Farsî ErebîYûnanî
Kovara Ronahî û Hawar bi seroketiya wî derdiketin.
Hinek ji berhemên wî wek:
Elfiba Kurdî-rêzimana
Kurdî-Rûpelin Elfabê-Ferhenga Kurdî-rêzimana Elfibaya kurdî-dîbaca nimêjên
îzêdiyan-û HD.
Mîr Celadet di 15 Tîrmeha sala
1951 an li Gundê Hêcanê nîzîkî Şamê çû dilovaniya
xwedê û laşê Wî li goristana Şêx
Xalid Neqişbendî de li taxa Kurdan hatiye veşartin,(xwedê
Bi hezar dilovaniyên xwe Mîrê Mezin biparêze)

|