Mislimantiyê çi fêde li Kurdan kir???
KAJÎN
Gelo,îro
paşe û serokên medya ji gorên xwe û pîroz rabin ewê dê çi ji me re
bêjin?.
Zeredeştê kal ji gora xwe û pîroz rabe ewê jî dê çi bêje?.
Medyaya
ji bo yekbûn û azadiya gelê Kurd bi salan xebat kir û xwîn
rijand,Medyaya hemo gelê kurd di bin Ezmanê Kurdisanê de civand û
parast, Medyaya yekemîn Împaratorî li cîhanê damezirand ewê dê çawa
rewşa gelê xwe û îroyîn binirxîne?.
Zeredeştê kal, xwedî ramana yekbûna xwedê di dema ku xelkê kevir û
dar ji xwe re kiribûn xwedê anî holê ,dê çi ji me re bêje?.
ez
bawerim her Kurdek vê pirsê ji xwe dike, û gerek bike.
dema ku
Kurdan welatê xwe û yekemîn avakirine ew ne yekbûn!,
dema ku
Kurdan şaristaniya xwe derxistine holê ew ne wek me bûn!, bi Kurdî
diaxifîn ,bi Kurdî sazdikirin,bi kurdî zarokên xwe perwer dikirin?.
wê demê
Kurdan perjewendiyên gelê xwe danîbûn pêş hemî tiştên dî,wê demê
Kurdan ji bo tac û textan hev nedikûjtin,ji bo nêrînên teng yên partî
û civakan nedibûn sebeba kûjtina hezaran ji gelê kurd.
Ev ji
alî siyasetê ve ,lê werin ser alî civakî û olî ,Kurdan hurmeta ola
xwe dikirin, heya serê wan bi Edyolociya ola wan bilind bû , û ji hemî
xelkê re daxuya kirin ko ew xwedî şaristaniyek xurtin bi gotin û pêk
anîn.
îro dora
2600 sal di ser vê rastiyê re derbasbûne, ka em li ku ,ka jiyana me ji
jiyana bav û bapîrên me?.
dibe her
kes nêrîna xwe li ser sebeba tirajîdiya me bi rengekî binirxîne, lê
ji mafê mine ku ez jî nêrîna xwe li gor factoran û rastiyên îroyîn
bidim.
berî ku
ez bikevim delîv û maxên reş ,ez dixwazim li ser rola olan di dîroka
mirovantiyê de bisekinim.
di
despêka jiyana rêxistinî de ol di heşê mirovantiyê de hazirbû,yanî di
her civakekê de ol habûn, bêy em binirin bigeha wan çibo ,lê pir
tiştên grêdayî di navbera hemiyan de hebûn ji Çînê heya Emerîka Başûr,
û rola ol di jiyana rêxistinî de hebû ji malbetê heya mîrîtiyê heya
bighîne Împeretoriyê-- edyolyociya yekbûna civakê li paş pêşe yan jî
qerêl hemo xelkên wê civakê wek girêkek pat(sert) bi hev ve grêdide.
Her
miletikî baweriya xwe bi tiştekî ku heybeta xwe heye dikir,û ew ji xwe
re wek Îlahekî didît.
yek
caran di civakekê de zêdetirî Îlahekî hebû wek civakên rojhilata
navîn--yanî Îlahê Şer hebû ,Îlahê Baranê hebû,Îlahê mirinê hebû û ....hd.
pir
caran paşeyên ku hêza wan dighîşt dereceyek bilind xwe dikirin Îlah û
xelkê Bawerî pê dikir,wek NARAM SÎN paşeyê AKADIYAN û hinek paşeyên
Aşûriyan.
vê gavê
hemo xelkê wê civakê ,wî dewletî li dor Îlah dicivand û bingeha wî
welatî xurtir dibû û li dijî dijminên welatên xwe şerdikirin û xwîna
xwe dirjandin,çimkî dizanîn serbilindiya wan ji serbilindiya welatê
wane. Dema ku welatet ser bilind be Îlahên wan jî serbilind bûn û
hurmeta xwe li cem hemo xelkê dî hebû,heya piraniyan baweriya Îlahên
wan dikirin û digotin wê Îlahê ew gihandine vê dewlemendiyê dê me jî
bighîne.
Yekemîn
xelkên ku Edyolociya wan ji yekbûna bebûna xwedê ve nîzîk bû Farûnî
li Misirê bûn ,dema ku AXNATÛN ola xwe derxist holê yê baweriya xwe
bes bi rojê dikir û digot ku ew bingeha hemo jiyanê ye li ser Erdê
cîhanê.Lê mixabin ola wî li dijî kevneperestên Misira Farûnî bû ,û wan
ew ji hukim xist û ola wî rakirin û olên kevin yên perjewendiyên wan
diparêzin vegerandind.
Ev li
Misisrê bû ,lê li Kurdistana îroyîn edyolociyek pêşketîtir
hebû---Zeredeştê kal ola Zeredeştiyê derxist holê, û ew bo yekemîn
olê ku li ser hebûna xwedayekî dilovan axifî û li ser hebûna şer "dijminê
xêrê" jî axifî.
Zeredeşt
berî ku bi ola xwe derkeve,li halê miletê xwe li rewşa wan pir bi dil
êşî dinêrî, ditît çawa ku ew perîşanin ,çawa ku heşê wan
belavkirye,çawa ku hêza wan li hember xelkê ku zilma wan dike nîne.
Zeredeşt
xwast ku miletê xwe ji hemo miletên dî baştir û pêşketîtir be ,herweha
ola xwe derxist holê û hemo miletê kurd li ser Edyolociya xwe civand.
vêça ola wî bo sedema yekbûna Kurdan û rê da ku ew bibin xwedî yekemîn
Împaratorî li cîhanê,çima? ji ber ku hemo xalên ola wî li ser yekîtî,
pêşketinê ,û dostiya miletan derket.
Ola
Zerdeşt bi zimanê kurdan dihat belav kirin ,dihat fêrbûn, hemî Kurdan
ew baş fêmdikir û ji zarokên xwe re jî baş şîrove dikirin , yanî
Zeredeştiyê hindir û derveyî laşê mirovê kurd razî dikir, û ji hemî
aliyan ve di xizmeta gelê kurd de bû.Dore 600 sal şonre ola
Xiristiyaniyê derket û ji ber ku Tesîra xwe li Mezopotamiyê kêm bû tu
têkîlîyên xwe bi Kurdan re tune bûn, lê belê wê pir rêrêyên baweriyê
(rituals) ji ola zeredeşt
birin û
xistin nava xwe ji ber ku Edyolociya xwe ji ya Zeredeşt ne dûr bo ,û
ta roja îro xiristiyanî vê tiştî venaşêrin û înkarnakin.
Rastî di
vê demê de welatê kurdan û mezin ket, lê Zerdeştiyê dilê hemo gelê
kurd bi heve
hînî
grêdabû û çand û tora û folklorê wan jî parastibû,çimkî Kurd di gel
netewa xwe ola xwe jî yekbû.
Rewşa
Kurdan herweha berdewambû heya Ola Îslametiyê derket.
Bi
derketina wê olî re Kurd ketin zindana nezanî û paşveçûnê,yanî Kurd ji
ola bav û kalan bi dûrketin,Kurd ji zimanê xwe û delal bi dûr
ketin,zana û zaniyarên kurd xebata xwe kirirn xizmeta xelkê dî ,û
Erebên veşartî zanîn çawa ev mesele bixistina alî xwe.
Bi
derewa ku xwedayê mezin Ereb di ser hemî xelkan re girtin û Quran bi
zimanê wan daxist û zimanê Ereban gerek bibe zimanê ola Îslametiyê û
yekemîn bi şonveçûne kurdan despêkir,heya zanayên kurd zimanê Erebî
kirin zimanê zanîna xwe heya rojek hat û ereban got ku her tiştekî bi
zimanê erebî hatiye nivîsandin ew karê Erebane(çî kurd ,Farisî ,Siryanî
û HD.).
Ka nuha
em bêjin kurdan çi fêde ji Ereban û Mislimantiyê dîtiye?
ezê
bêjim Kurdan ji birayên me û ereb ev tiştên dî dîtin
-
hilweşandina Kurdistanê di despêka hatina Ereban de.
-kuştina
hezaran ji ciwanên kurd û dizîna sedhezaran ji keçên Kurd.
-çand û
şaristaniya me dizîn û yê mayî jî kujtin.
-çî adet
û tiştên pîs li cem wan hene dan me û çi tiştên me û baş hene dizîn.
-
erebkirin û Enfalkirina kurdan ji despêkê de di serê wan de ye,û ev
tişt pir baş di karê HACAC BIN YÛSÊF AL SQAFÎ DE tê xuyakirin,piştî bi
hezaran kurdên başûrî kurdistan ya nuha hatin kujtin û bi sedhezran
hatin surgûn kirin, heya hebûna Kurdan îro li Russia û Corciya û
Kafkasê ji wê demê de tê kişan din.
ez bang
li gelê xwe dikim ku baş biraminin û zanibin eger perjewendiyên wan bi
mislimantiyê tên parastin a na, lê ev banaga min ne jo bo şêx û melane
ji ber ku ew sebeba halê me û xirabin.
EZ YEK
JI WE ME EZ BAŞ FIKIRÎM Û MIN PERJEWENDIYÊN XWE DI OLA ZERDEŞTÊ KAL
DE DÎT, Ê KU ZIMAMÊ MIN ,NAVÊ MIN ,CUDAYÎA MIN DIPARÊZE.
ê ku
dibêje ez kurdim kurdim ,ola min ola kurdane ,ne EREBIM û her kesî
misliman gereke bibe Ereb.
|