Dijminê hundir,
31.01.2002 Efrîn
-Di rojek sar û tûj de,li
rêvera gundê Xerîbê,poste rawestî û xurtekî bejin dirêj xwe jê avêjt,sipasiya
xwe ji Şofêr kir û eniya xwe da kaşê gund û çu.Di wir de panzdeh salan
şûnve bi heşê xwe vegerî û hat bîra wî çawa di vê rêyê re rojê deh caran
diçu û dihat.Hat bîra wî çawa bêderên axê ji çûlê danîn ser bêderên
gund,di wir de dilopên xûya wî, yên mafên xwe hatibon xwarin hatin bîra wî.
Hat bîrê çawa zarokên gund dileyistin û wî jî,ji sibê heya îvarê karê Axê dikir
û li dawiyê Axe bi solan bi ser diket,û jê re digot (Kero here li axirê razbe,ew
ciyê Kerên mîna te ne.)
Ev bîranînên bi êş serma ew
roja tûj ji canê wî firand û kela havînê kir dilê wî.lê Şêro,ew jî navê xurte,yê panzdeh
sal li Ewropa derbaskiribo,karî xwe bigirta û meşa xwe berdewam bikire heya
ji malên li hawîr gund ve nîzîk bu,lê qasî gund hatibu guhartin wî nema
zanî mala wan li kîdî mabo.
hîn Şêro kûr li gund dimeyiza dît
zarokekî salên wî dora dehane li piş maxikê dileyize,bi gavin gerim berve
zar çu û jê re got:roj xweş zaro,tu çawaye?zarok silav vegerand û got
xuyaye ku tu ji vî gundî biyane xalo?Şêro got na zarê min ez qet ne
biyanim,lê xuyaye ku gund biyan bûye .
Carik din Şêro ji zarok pirsî
û got hele bêje tu mala Omerê Xelo zanê? zarok got belê ez dizanim,tu
dixwezê ez te bim wir? Şêro got bi xwedê xwazî.Şêro li rex zarok meşiya
heya gihîştin ber qonaqik mezin,zarok rawestî û got xalo ev mala
Omere,Şêro yek pere xist destê zarok û sipasiya xwe jê kir û got:here mal
hewa sare ji bo tu nexweş nebe .
Şêro li ber qonaqê rawestî û
di dilê xwe de got?dibe ev mala birayê min Omer be! berî ku ez welêt
berdim ew ji birçiyan re dimir,lê dest ji wê fikrê berda û destê xwe da
ser zengilê derî û lêxist.
hîn destê Şêro li ser zengile keçik
mîna heyvekê ji paş derî derket û got: keremke tu kê dixwazê?,gava Şêro ew
dît zimanê wî hat girêdan û hêsir bi çavên wî ketin.keçê carik dî jê re
got keremke tu kê dixwazê?Şêro bi kelik giran got Gula min te ez nema
naskirim!keçê got:tu navê min jî zanê,yanî tu min baş nasdike!keremke
keremke derbasî hindir be.
Şêro wek mirovekî xerîb xwe
li ser kursîkê melisand û carik dî got:Gula min te ez nema naskirim ne
weye,lê ew heqê te ye dema min welat berdayî te hînî destê xwe ji lingê xwe
cûda nedikir,lê keça min qet tu caran bavê te ji te re li ser apê te Şêro
ne-axifî!.
dema ku Gulê weha bihîst li
ser xwe sekinî û got yanî tu apê Şêro ye? Şêro got belê gula min belê.wê çaxê Gulê
xwe bi hêz avêjt ser Şêro û destên wî û royên wî sed carî ramusand û
got:apê Şêro apê Şêro,min qasî dixwast te bibînim,tu çima ji me bidûr
ket?ez pir pir ji te hezdikim, carik dî ji me bi dûr nekeve.
herweha Şêro ji Gulê re li
ser zilma ku di zarotiya xwe de dîtiye axifî,û çawa ew bo sedema dûrketina
wî ji welêt.û çawa wî li Ewropa karê xwe û xwendina xwe bi hev re berdewam
kir,û çawa ev herdo tişt îro bi destê wî dane ji bo doza kurdan .
lê hîn Şêro ji Gulê re li ser
rewşa xwe diaxifê deng bi zendilê derî ket.Gul çu derî veke,lê hîn ew
negihîşti ber derî teq teqa tivingê hat,Şêro rabo bo sekê mesele çiye,
qurşînek li ber serê wî jî re çu,xuya bo ku kurê Axê yê ku berî Şêro welêt
berde,vê re bi kîn bo,û gava ji zarok bihîst ku ew vegeriye gund tiving
rakir û ya berê anî bîra xwe (wek çawa panzde salan heşê wî di şikeftek
reş de bo û nema pêşket ),kurê Axê hinek şorên nebaş bi ser Şêro de berdan
û çend qurşîn dî bi ser de berdan,lê Şêro yê ku zûr û zehmetiya ciyanê li
Ewropa dîtîbo,ev tiştên wîlo li cem wî wek vexwarina avê bo.
lê wî dîsa mervantiya xwe ji
bîr nekir,û deng li kurê Axê kir ku ew tiştê dike şaşe.lê nezanê Axê wek
Gurê çav sor bûye û nema zanê çidike,guh neda şorên Şêro,di vir de Şêro
mecbor me ku xwe biparê ze,ji ber wê kêrek xist destê xwe û xwe li piş
derî veşart û gava kurê Axê derbasî hindir bo wî kêra xwe di dilê kurê Axê
de venûşt.
metelokek heye dibê je ku (ba
li gor daxwaziya Gemiyan nameşe),vê metelokê cîh di rewşa Şêro de
girt,çimkî Şêro yê keda panzde salan anî bo bike xizmeta gelê xwe,di demek
kin de bi kujtina kurê Axê re,bo gune kar û dibe bê dadgekirin û eger
çêbo bikeve zindanê jî.
Şêro çîk zad rakir û bi
çavên tijî hêstir li Gulê zîvirî û got:Gula min ezê herim lê hêviya min bi
te pir mezine, Şêro serê xwe bilind rakir û got:
ez hatim ji bo welat
bikim kar û xebat
lê nezan hat pêşa
min bi dur xist hêviya min
********************
di wê navberê de,Omer birayê Şêro
alîkarî ji partiya Serforaz re ji nav gel komdikir,partiya Serfiraz yê ko
şer li hember dijmin ji bo xelasiya gel û welêt dikir.Lê Omer îxanetî li
gel û li doza welêt dikir ango,wî alîkarî didizî(nîvê wê dixist beriya xwe)
.
gelê Kurd jî wek ew tiştê ku
bi lê de diçe,çî li pêş xwe dibîne destê xwe davêje,ji ber wê her hêzik
her şoreşik radibo û silognên xwe xelasiya gel û welat hemo Kurdan xwe pê
ve girê didan û bê jimar jî alîkarî dikirin.
belê ev bingeha raste ji bo
xelasiyê,lê kêm niştimaniyên wek Omer jî rola xwe dilîstin ku ev mesele ne
biserkeve.(pîçên destan ne giş wek hevin,ango Şêroyê Ewropa berda û vegerî
ji bo doza Kurdan pîçik ji pîçên Kurdistanê ye,û Omer jî yek ji pîçên wê ye.gelekî
fariqliye)
-Şêro yê baweriya xwe bi karê şoreşê hebo,karê agahî
jî di nav gel de pir girîng didît.û digot (gava gel xwendin û zanînê baş
bistîn,top û firokên dijmin nikarin yek xal li pêş wî bisekinin).lê nîrên
ku bi Şêro re çêbûn hîştin ku ew li dûrî nêrîna xwe bikev û derkeve serî
çiyan.
lê gava ku baweriya mirov bi
nêrîna xwe xurt be,dihêlê ew nêrîna xwe pêkbîne.herweha Şêroyê niştimanî
di dil û xwîna wî de,li serî çiyan ji nêrîna xwe bi dûr neket û her di şer
de dem didît ji şoreşvanan re li ser buhaya çand û rewşenbîrê diaxifî,û ji
wan re bêlî dikir ku çiqas girînge ew xwe bi çand û zimanê Kurdî ve
girêdin,herweha Şêro demek xweş derbaskir û şer û xebata xwe ji herdo
aliyan ve jî baş dimeşî.
di rojkê de hinek şoreşvanên
nu tevle şoreşê bûn,yek ji wan şoreşvanan ji gundê Şêro bo tevle gropa
Şêro bo,rojekê Şêro ji xurt pirsî ku rewşa gund û malbata wî çawa ye?lê xurt
bersîve xwe bi rengekî dî da û got kekê Şêro çima tu nayê em çîkî ji xwe
re bimeşin! Şêro di vir de zanî ku tiştek heye û xurt naxwazê di nav şoreşvanan
de jê re bêje,piştî ku çîkî bi dûr ketin Şêro ji xurt re got:bi xwedê tişkî
heye û tu naxwazê ji min re bêje?
xurt got kekê Şêro:ev tiştê ku
ezê ji te re bê jim ne başe lê girînge,tu rewşa birayê xwe Omer baş zamê
û berî ku tu herê Ewropa te dîtibo ku ew ji brçîyan re dimir!îro ew bi
mal û pere buye,ma tu zanê wî ev tişta ji kîdî haniye.Birayê te Omer
îxanetiyê li gelê xwe û welat xwe ve dike yanî ew alîkariyê didize.
gava Şêro weha bihîst dinya
tev li ber çavên wî reş bo,û serê xwe berda Erdê.piştî vegerîn nav
gropê,Şêro wê rojê û wê şevê xew nedît û pir caran di dilê xwe de got
dibe ez hatin ji bo gelê xwe û welatê xwe bixebitim û birayê min jî
îxanetiyê li wan dike!
di vir de Şêro ket navbera do
tiştan(yan birayê xwe bikuje û şorên giran li ser xwe qebûl bike û yan jî
şoreşa xwe berdewam bike û keserê û nebaşiya birayê xwe qebûl bike).lê Şêro
ji nav van herdo tiştan qirarkir ku nameyekê ji birayê xwe re bişîne.û di
nameyê de bêlî bike ku ew tiştê dike ne di xizmeta gel û welêt de ye,û
bîne bîra wî çawa bavê wan ew li ser heskirina welêt xwedîkirin.lê Omer
wek Gurê heya histiyê xwe ketî heriyê,çavên xwe sor bûne û nema zanê çî
dike,û nameya Şêro qet venekir.
di vir de,Şêro qirarkir ku bi
xwe herê cem Omer û jê re bêje ku dest ji ber vî karî kêm berde.di vir de
mirovên wek Omer rola xwe lîstin û xwe gihandin seroketiya şoreşê û jê re
gotin Şêro şer berda û îxanetî kir.bi vî rengî û bi derewên dî ji
wan,seroketiya şoreşê fermanek derxist ku Şêro îxanetî kir û kerek cezaya
xwe bibîne.
herweha Şêroyê ji bo fêda
şoreşê û alîkariya wê,çu cem birayê xwe Omer bu dijminê şoreşê,yanî hemî
derî lê li ber hatin girtin.
bi ser hemî tiştan de,Şêro
xwe gîhand gund û çû mala birayê xwe Omer heya wî ji rêya şaşiyê bi
dûrxe,lê Omer li şûn guh bide wî deng li Axê kir ku alîkariya wî bike heya
Şêro bikujin,di vir meteloka Kurdî yê dibê je (Şêr Şêre çî jine çî mê re )cîhê xwe
girt.û Gulê keça Omer tiving ji Şêro re anî û got Apê Şêro ((Ger bavê min
zinarekî pîse di kaniya azadiya gelê Kurd de,wî bikuje heya ava azadiya
gelê me serbest bimeşe)).
Şêro tiving ji destê Gulê girt
û cara dawiyê ji Omer re got :birayê min dest ji ber vî karî berde,û were
em li gel karekî baştir ji gelê xwe re bikin,lê Omer bezî ser Şêro heya
tivingê ji destê wî bigre.û berî bighîne Şêro,Şêro tivinga xwe di sîngê Omer
de bûşkir.Şêro zikê birayê xwe ji bo gelê xwe hilweşand,lê hîn destê wî li
ser tivingê ye dît Axe jî hat,Şêro tiving berve Axe kir û got:Axe tu ji
birayê min Omer ne baştire,hun herdo wek hev dijminê gel û welêtin û
tiving da sîngê wî jî û hilweşand,Şêro bi çavên tijî hêsir ji Gulê re got
were Gula min were em herin şerê xwe berdewam bikin.
****************
Şêro yek ji yên ya bavên xwe
kujtibûn û yan jî birayên xwe kujtibûn,çimkî ew yan hevalbendên dijmin bûn
û yan jî li dijî şoreşê bûn,û dijmin jî hêztik ku vî tiştî bike xizmeta
xwe,û li nav gel belav dikir û digot:ew mirovê bavê xwe yan jî birayê xwe
bikuje ewê çî xêrê bi gelê xwe bike.
lê welat parêzên wek Şêro li
dijî derewên dijmin disekinîn û ji gel re bêlî dikirin,ku peydabûna
mirovên wek van di nav kurdan de ne tişkî biyane û ew mirovên wek wan,
berê bûn sedema ketina pir şoreşên kurdan ji Ezdîn Şêr heya Seyd Riza heya
Şêx Seyd.
-piştî kujtina Omer û Axê ve,Şêro
ji nûve vegerî şoreşê û Gul jî bi xwe re bir,lê Şêro qet nizanîbo ku
ferman bi kujtina wî ji seroketiya şoreşê hatibo der,û gava ew diçu nav
gropê xwe hinek şoreşvan rast wî hatin û jê re gotin:Şêro ferman bi
kujtina te derket,ji ber wê mere nav şoreşê bi dûr kev birayê Şêro: lê Şêro
razî nebo û got gerek ez herim û doza xwe ji seroketiyê re bêlî bikim,ew
kesên li dijî nêrîna Şêro,fersen nedan wî ku bighîne seroketiyê,û di
newalekî teng de çardorek li wî û Gulê ve girêdan û herdo kujtin.
***************
Şêroyê ramanên xwe rolek
mezin di berdewamiya şoreşê de lîstin,ji ber daxwazên hinek kêm niştimanî
ve hat kujtin.
Ev rewşa Şêro bo,û ewê bê
rewşa pir mirovên dî heya ku xayîn û neyar di nav gelê Kurd de dijîn,û
heya ku em dost û dijminên xwe yên hindir ji hev cûda nekin .
(belê dermanê van
hemo derdan di yekîtiya me de ye)
KAJÎN |