-Di rojek sar û tûj de,li rêvera gundê Xerîbê, poste
rawestî û xortekî bejndirêj xwe jê avêt. Sipasiya
xwe ji Şofêr re kir û eniya xwe da kaşê gund û çû. Di wir
de panzdeh salan şûn ve bi heşê xwe vegerî û hat bîra
wî çawa di vê rêyê re rojê deh caran diçû û dihat. Hat
bîra wî çawa bêderên axê ji çolê danîn ser bêderên
gund. Di wir de dilopên xûya wî, yên mafên wan hatibûn
xwarin, hatin bîra wî. Hat bîrê çawa zarokên gund
dileyistin û wî jî, ji sibê heya êvarê karê Axê dikir û
li dawiyê Axe bi solan bi ser diket, û jê re digot: “Kero, here li axirê razbe, ew ciyê kerên mîna te ye.”
Ev bîranînên bi êş serma ew roja tûj ji canê wî firand
û kela havînê kir dilê wî. Lê Şêro,ew jî navê xurte, yê
panzdeh sal li Ewropa derbaskiribûn, karî xwe bigirta û
meşa xwe dewam bikire heya ji malên li hawîr gund
ve nêzîk bû, lê qasî gund hatibû guhartin wî nema zanî
mala wan li kî dî mabû.
Hîn Şêro kûr lê gund dimeyiza, dît zarokekî salên wî
dora dehane li piş maxikê dileyize. bi gavin germ
ber bi zar çû û jê re got:
- Roj xweş zaro,tu çawa yî?
Zarok silav vegerand û got:
- Xuya ye ku tu ji vî gundî biyane xalo?
Şêro got:
- Na zarê min, ez qet ne biyan im, lê xuya ye
ku gund biyan bûye.
Carik din Şêro ji zarok pirsî û got:
- Hele bêje tu mala Omerê Xelo zanê?
Zarok got
- Belê ez dizanim, tu dixwezî ez te bim wir?
Şêro got:
- Bi xwedê xwarzî.
Şêro li rex
zarok meşiya heya gihîştin ber qonaqik mezin. Zarok
rawestî û got:
- Xalo ev mala Omer e.
Şêro yek pere xist
destê zarok û sipasiya xwe jê kir û got:
- Here mal hewa
sar e; ji bo tu nexweş nebî.
Şêro li ber qonaqê rawestî û di dilê xwe de got “Dibe
ev mala birayê min Omer be! berî ku ez welêt berdim
ew ji birçiyan re dimir.” Lê dest ji wê fikrê berda û
destê xwe da ser zengilê derî û lêxist.
Hîn destê Şêro li ser zengilê, keçik mîna heyvekê ji
paş derî derket û got:
- Kerem ke, tu kê dixwazî?
Gava
Şêro ew dît, zimanê wî hat girêdan û hêsir bi çavên wî
ketin. Keçê carek dî jê re got:
- Kerem ke tu kê
dixwazî?
Şêro bi kelik giran got:
- Gula min, te ez nema
nas kirim!
Keçê got:
- Tu navê min jî zanî, yanî tu min baş
nas dikî! Kerem ke, kerem ke derbasî hindir be.
Şêro wek mirovekî xerîb xwe li ser kursîkê melisand û
carik dî got:
- Gula min, te ez nema naskirim ne we ye, lê
ew heqê te ye dema min welat berdayî te hînî destê xwe
ji lingê xwe cûda nedikir, lê keça min qet tu caran
bavê te ji te re li ser apê te Şêro ne-axifî!.
Dema ku Gulê weha bihîst li ser xwe sekinî û got:
- Yanî tu apê Şêro ye?
Şêro got:
- Belê gula min belê.
Wê çaxê
Gulê xwe bi hêz avêt ser Şêro û destên wî û rûyên wî
sed carî ramûsandin û got:
- Apê Şêro apê Şêro, min qasî
dixwast te bibînim, tu çima ji me dûr ketî? Ez pir pir
ji te hez dikim, carek dî ji me bi dûr nekeve.
Herweha Şêro ji Gulê re li ser zilma ku di zarotiya
xwe de dîtiye axifî, û çawa ew bo sedema dûrketina wî
ji welêt. Û çawa wî li Ewropa karê xwe û xwendina xwe
bi hev re berdewam kir, û çawa ev herdu tişt îro bi
destê wî dane ji bo doza kurdan.
Lê hîn Şêro ji Gulê re li ser rewşa xwe diaxifî, deng
bi zendilê derî ket. Gul çû derî veke, lê hîn ew
negihîşti ber derî, teq teqa tivingê hat. Şêro rabûbû
seh kê mesele çi ye, gulleyek li ber serê wî jî re
çû, xuya bû ku kurê Axê yê ku berî Şêro welêt berde, vê
re bi kîn bû, û gava ji zarok bihîst ku ew vegeriye
gund tiving rakir û ya berê anî bîra xwe (wek çawa
panzde salan heşê wî di şikeftek reş de bû û nema
pêşket ). Kurê Axê hinek şorên nebaş bi ser Şêro de
berdan û çend gulleyên dî bi ser de berdan, lê Şêro yê ku
zor û zehmetiya jiyanê li Ewropa dîtibû, ev tiştên wilo
li cem wî wek vexwarina avê bû.
Lê wî dîsa mervantiya xwe ji bîr nekir, û deng li kurê
Axê kir ku ew tiştê dike şaşe. Lê nezanê Axê wek Gurê
çavsor bûye û nema zane çi dike, guh neda şorên Şêro, di
vir de Şêro mecbûr ma ku xwe biparêze, ji ber wê kêrek
xist destê xwe û xwe li pişt derî veşart û gava kurê
Axê derbasî hindir bo wî kêra xwe di dilê kurê Axê de
venûşt.
Metelokek heye dibêje ku “Ba li gor daxwaziya Gemiyan
nameşe”. Vê metelokê cîh di rewşa Şêro de girt, çimkî
Şêroyê keda panzde salan anî bû bike xizmeta gelê
xwe, di demek kin de bi kujtina kurê Axê re, bo gunekar
û dibe bê dadgekirin û eger çêbû bikeve zindanê jî.
Şêro çîk zad rakir û bi çavên tijî hêstir li Gulê
zîvirî û got:
- Gula min, ezê herim lê hêviya min bi te
pir mezin e.
Şêro serê xwe bilind rakir û got:
ez hatim ji bo welat
bikim kar û xebat
lê nezan hat pêşa min
bi dur xist hêviya min
********************
Di wê navberê de, Omer, birayê Şêro alîkarî ji partiya
Serfiraz re ji nav gel kom dikir, partiya Serfiraz yê ko
şer li hember dijmin ji bo xelasiya gel û welêt
dikir. Lê Omer îxanetî li gel û li doza welêt dikir
ango wî alîkarî didizî (nîvê wê dixist beriya xwe).
Gelê Kurd jî wek ew tiştê ku bi lê de diçe,çî li pêş
xwe dibîne destê xwe davêje, ji ber wê her hêzik her
şoreşek radibû û sloganên xwe xelasiya gel û welat
hemû Kurdan xwe pê ve girê didan û bêjimar jî alîkarî
dikirin.
Belê ev bingeha rast e ji bo xelasiyê, lê kêm
niştimaniyên wek Omer jî rola xwe dilîstin ku ev
mesele bi ser nekeve. “Pîçên destan ne giş wek
hev in”, ango Şêroyê Ewropa berda û vegerî ji bo doza
Kurdan pîçik ji pîçên Kurdistanê ye, û Omer jî yek ji
pîçên wê ye. Gelekî ferq e)
- Şêro yê baweriya xwe bi karê şoreşê hebû, karê agahî
jî di nav gel de pir girîng didît. Û digot “Gava gel
xwendin û zanînê baş bistîne, top û firokên dijmin
nikarin yek xal li pêş wî bisekinin”. Lê nîrên ku bi
Şêro re çêbûn hîştin ku ew li dûrî nêrîna xwe bikeve û
derkeve serê çiyan.
Lê gava ku baweriya mirov bi nêrîna xwe xurt be, dihêle
ew nêrîna xwe pêkbîne. Herweha Şêroyê niştimanî di dil
û xwîna wî de, li serî çiyan ji nêrîna xwe bi dûr neket
û her di şer de dem didît ji şoreşvanan re li ser
buhaya çand û rewşenbîrê diaxifî,û ji wan re bêlî
dikir ku çiqas girînge ew xwe bi çand û zimanê Kurdî
ve girêdin,herweha Şêro demek xweş derbaskir û şer û
xebata xwe ji herdo aliyan ve jî baş dimeşî.
Di rojkê de hinek şoreşvanên nu tevle şoreşê bûn,yek
ji wan şoreşvanan ji gundê Şêro bo tevle gropa Şêro
bo,rojekê Şêro ji xurt pirsî ku rewşa gund û malbata
wî çawa ye?lê xurt bersîve xwe bi rengekî dî da û got
kekê Şêro çima tu nayê em çîkî ji xwe re bimeşin!
Şêro di vir de zanî ku tiştek heye û xurt naxwazê di
nav şoreşvanan de jê re bêje,piştî ku çîkî bi dûr
ketin Şêro ji xurt re got:bi xwedê tişkî heye û tu
naxwazê ji min re bêje?
Xurt got kekê Şêro:ev tiştê ku ezê ji te re bê jim ne
başe lê girînge,tu rewşa birayê xwe Omer baş zamê û
berî ku tu herê Ewropa te dîtibo ku ew ji brçîyan re
dimir!îro ew bi mal û pere buye,ma tu zanê wî ev tişta
ji kîdî haniye.Birayê te Omer îxanetiyê li gelê xwe û
welat xwe ve dike yanî ew alîkariyê didize.
Gava Şêro weha bihîst dinya tev li ber çavên wî reş
bo,û serê xwe berda Erdê. Piştî vegerîn nav komê, Şêro
wê rojê û wê şevê xew nedît û pir caran di dilê xwe
de got dibe ez hatim ji bo gelê xwe û welatê xwe
bixebitim û birayê min jî îxanetiyê li wan dike!
Di vir de Şêro ket navbera do tiştan (yan birayê xwe
bikuje û şorên giran li ser xwe qebûl bike û yan jî
şoreşa xwe dewam bike û keserê û nebaşiya birayê
xwe qebûl bike). Lê Şêro ji nav van herdu tiştan
biryar da ku nameyekê ji birayê xwe re bişîne û di
nameyê de bêlî bike ku ew tiştê dike ne di xizmeta gel
û welêt de ye, û bîne bîra wî çawa bavê wan ew li ser
heskirina welêt xwedîkirin. Lê Omer wek Gurê heya
histiyê xwe ketî heriyê, çavên xwe sor bûne û nema zanê
çî dike, û nameya Şêro qet venekir.
Di vir de, Şêro biryar da ku bi xwe here cem Omer û jê
re bêje ku dest ji ber vî karî kêm berde. Di vir de
mirovên wek Omer rola xwe lîstin û xwe gihandin
seroketiya şoreşê û jê re gotin Şêro şer berda û
îxanetî kir. Bi vî rengî û bi derewên dî ji
wan, seroketiya şoreşê fermanek derxist ku Şêro îxanetî
kir û gerek e cezaya xwe bibîne.
Herweha Şêroyê ji bo fêda şoreşê û alîkariya wê çû
cem birayê xwe Omer bû dijminê şoreşê, yanî hemî derî
lê li ber hatin girtin.
Bi ser hemî tiştan de, Şêro xwe gihand gund û çû mala
birayê xwe Omer heya wî ji rêya şaşiyê bi dûr xe, lê
Omer li şûn guh bide wî, deng li Axê kir ku alîkariya
wî bike heya Şêro bikujin. Di vir meteloka Kurdî yA
dibêje “Şêr Şêr e, çi jin e çî mêr e” cihê xwe girt.
Gulê, keça Omer, tiving ji Şêro re anî û got Apê Şêro
- Ger bavê min zinarekî pîs e di kaniya azadiya gelê
Kurd de, wî bikuje heya ava azadiya gelê me serbest
bimeşe.
Şêro tiving ji destê Gulê girt û cara dawiyê ji Omer
re got:
- Birayê min, dest ji ber vî karî berde û were em
li gel karekî baştir ji gelê xwe re bikin, lê Omer
bezî ser Şêro heya tivingê ji destê wî bigre. Û berî
bigihe Şêro, Şêro tivinga xwe di sîngê Omer de
bûş kir. Şêro zikê birayê xwe ji bo gelê xwe
hilweşand. Lê hîn destê wî li ser tivingê ye dît Axê jî
hat. Şêro tiving ber Axê ve kir û got:
- Axê. tu ji birayê
min Omer ne baştir î. Hûn herdu wek hev dijminê gel û
welêt in.
Tiving da sîngê wî jî û hilweşand. Şêro bi
çavên tijî hêsir ji Gulê re got were Gula min were em
herin şerê xwe dewam bikin.
****************
Şêro yek ji yên ya bavên xwe kujtibûn û yan jî birayên
xwe kujtibûn, çimkî ew yan hevalbendên dijmin bûn û yan
jî li dijî şoreşê bûn, û dijmin jî hêztik ku vî tiştî
bike xizmeta xwe, û li nav gel belav dikir û digot:
- Ew mirovê bavê xwe yan jî birayê xwe bikuje, ewê çî xêrê
bi gelê xwe bike.
Lê welatparêzên wek Şêro li dijî derewên dijmin
disekinîn û ji gel re bêlî dikirin, ku peydabûna
mirovên wek van di nav kurdan de ne tişkî biyan e û ew
mirovên wek wan, berê bûn sedema ketina pir şoreşên
kurdan ji EzdînŞêr heya Seyd Riza heya Şêx Seyd.
- Piştî kujtina Omer û Axê, Şêro ji nû ve vegerî
şoreşê û Gul jî bi xwe re bir, lê Şêro qet nizanîbû ku
ferman bi kujtina wî ji seroketiya şoreşê hatibû der, û
gava ew diçû nav komê xwe, hinek şoreşvan rastî wî
hatin û jê re gotin:
- Şêro, ferman bi kujtina te
derket, ji ber wê mere nav şoreşê bi dûr kev birayê
Şêro.
Lê Şêro razî nebû û got gerek ez herim û doza
xwe ji seroketiyê re bêlî bikim.
Ew kesên li dijî
nêrîna Şêro, fersen nedan wî ku bighîne seroketiyê, û di
newalekî teng de çardorek li wî û Gulê ve girêdan û
herdu kujtin.
***************
Şêroyê ramanên xwe rolek mezin di berdewamiya şoreşê
de lîstin, ji ber daxwazên hinek kêm niştimanî ve hat
kujtin.
Ev rewşa Şêro bo,û ewê bibe rewşa pir mirovên dî heya
ku xayîn û neyar di nav gelê Kurd de dijîn û heya ku
em dost û dijminên xwe yên hindir ji hev cuda nekin. Belê dermanê van hemû derdan di yekîtiya me de ye