Jiyan me digire hemêza xwe û ji ciyekî dibe yê din; Felek me ji dem û dewranekê radiguhezîne yek dî. Di navbera van herduyan de em girtî ne, em dengên tirsnak dibihîzin û astengên li ser rêya xwe dibînin.
Evîn di hawran û ebayê şermê de di ber me re dibore; lê em ditirsin û jê direvin û di tarîtiyê de xwe vedişêrin; yan jî em didin pey wê daku bi navê wê xerabiyê bikin.
Ji me ta yê herî hişmend û bîrewer jî li bin barê Evînê diçeme lê di rastiyê de ew ji bayê lîstok ê Libnanê jî siviktir e.
Azadî bangî me dike ser sifreya xwe daku em xwarinên bitam bixwin û meya çêjdar binoşin; lê ku em rûniştin ser sifreyê, em bi hesûdî zêdeyî xwe dixwin.
Sirişt û xweza deriyê xwe li ber me vedike û bixêrhatinê li me dike daku em zewq û şadimaniyê ji delalî û bedewiya wê bigirin; lê em ji bêdengî û aramiya wê ditirsin û em hemî dibizirin bajarên teng û xwe dikişînin nav hev mîna miyên ji gurên har ditirsin.
Rastî bi kenê zarokên bêguneh û bi maçên dildaran gazî me dike û me ber bi xwe ve dikişîne; lê em deriyan li ber evînê digirin û wek dijmin be em lê dinerin.
Wiha şev diborin: û em bi nezanî dijîn; û roj bi hemêzkirinan me silav dike. Lê şev be yan roj, em bi berdewamî bi tirs dijîn.
Em dest ji dinyayê bernadin tevî ku deriyê Yezdan vekirî ye jî. Di demekê de ku li dilê me xela birsê ye, em nanê Jiyanê li bin piyên xwe didewisînin. Ax ku Jiyan çend baş e bo Mirov lê ax Mirov çend ji Jiyanê dûr ketiye!