Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Pexşan

Mihemed Elî: Dijminê hundir
Xelîl Cibran: Çend raman
Ji Gulistana Wêjeyê


Ji Gulistana Wêjeyê

MIROV

Mirov, ji jinê bûyî,
demekê dijît û tijî nearamî ye,
mîna kulîlkê dibişkive û diçilmise,
wek siyê direve û nasekine.
Ji Peymana Kevn ("Tewratê")

BERHEMEK HOSTEYANE

Ax, çi berhemek hosteyane ye mirov! Çend berz bi hiş û bîrên xwe, çend bêsinor bi hinêr û şiyana xwe! Çend birêk û seyr bi liv û dirûvên xwe, di karên xwe de temet melekan, bi ramanên xwe nola afirandiyên yezdanî!
William Shakespeare

HOMO SAPIENS

Ez dixwazim carekê 'Homo sapiens' bibînim. Min ticarî ew nedîtiye. Conrad Englert

KANIYÊN BEXTIYARIYÊ

Dema li gava rojhilatinê ji nav nivînên xwe rabûm, yekem hêviya min ew bû ku ti name ji min re neyên yan û ti kesek bo seredanê nebe belaya serê min. Bezîm nav daristanê. Ez ê hema ji kêfxweşiyê bipeqîma. Ez ji xwe re li ciyek bêkes û varê gerîm daku ti kes nekeve navbera min û sirişt û xwezayê. Geşesoratiya tîrêjên rojê dilê min bi şadiyê dagirt. Darên girs sîbera xwe diyarî min dikir. Min rondik û hêsir dibarandin dema dipûnijîm ku ev kaniyên şadî û bextiyariyê yên bihagiran, yên pak û bijûn hind nêzî mirovan in lê dîsan jî bêqam ji wan dûr in.
Jean-Jacques Rousseau

ÇEM

Çemo, çemê kes nikare bez û herrika te raweste! Tu pêşve dilezî çiku sirişt te dimeşîne û ez jî bi heman rêyê ve dilezim çiku evîn min diherrikîne. Pêşve bileze, li berî min bibizire lê, li ciyê gul û giya terr û şêntir bin, bîskekê meşa xwe rawestîne. Çimkî hingê tu gihayî wî cî yê tava germ û delal gulan li beravan dibişkivîne. Wan pêş min ve maçî bike mîna ku di wan de dest û piyên keçekê bibînî, û bêje ku hemî fikir û ramanên min li ser wan in.
Petrarca

HERD DIYARDEYA SIRIŞTÊ

Her diyarde û dirûva siriştê di her bîskê de neynik û awêneya ebedî û herheriyê ye, hemî tê de heye: paşeroja teşe daye wê; pêşeroja derfetên wê di xwe de dihewîne; û evroya wê bi tevayî dadigire.
Volter Kilpi

BIHAR

Li bazarê pare, li bin darê bihar e.
Pendek Japonî

BIHAR TÊT

Xemek reş û tarî em dorpêç kiribûn, kûr tarîtî û sarmaya cemidî di dilên me de. Lê niha bêhejmar deng li derdorî me guherînek mezin radiguhînin. Bihar têt - ma çima em nebêjinê: ser çavan.
Maila Talvio

HAVÎN

Min li wir havîn dîtine yên pirr delaltir ji yên tropîkayê, rojên şevan nas nakin (1), deryaçeyên tijî qaz, qû û werdek, wisan gelek bûn ku mîna firindeyên hemî çem û avan hêlînên xwe li wir çêkirin.
Bernandin de Saint-Pierre

DU DINYA

Du dinya hene: yek ew e ya em bi fît û xetkêşkan dipîvin, ya din ew e ya em bi dil û xeyalan hest pê dikin.
Leigh Hunt

__________________

Jêrenot

1) Di vê metnê de de Saint-Pierre basa havîna Fînlendayê dike. Li Fînlendayê û welatên din ên şevên havînan gelek kurt in û ta carinan hema roj naçe ava lew nivîser gotiye ku roj şevan nas nakin.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.