Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Mansur Tural: 'Hêvî' - filmek kurdî li festîvala filman li Fransayê
Dr. Zerdeşt Haco: 'Gera Pênûsê' - pirtûka nû ya Salihê Kevirbirî
Dr. Kamiran Bêkes: 'Robîn' - romanek nû ji Lokman Polat
Pîroz be: 'Xelat' - pirtûkek kurteçîrokan ji Sedat Yurtdaş


Romanek nû ji Lokman Polat

ROBÎN

Dr. Kamiran Bêkes

(Lokman Polat bi navê "ROBÎN" romanek nivîsiye. Roman li ber çapê ye. Dê vê mehê derkeve. Berî ku wê bie çapê, nivîskar ew hêja Dr. Kamiran Bêkes daye xwendin. Bêkes jî ev çend rêzên jêrîn li ser wê nivîsîne. Gotinên wî pêşkêşî xwendevanên kovara MEHNAME tên kirin.)

Çend gotin

Di xwendina romana “Robîn” de mirov pêrgî gelek berxwedan û sînorhilweşandinên hêzdar têt. Romana “Robîn” bi dengekî zîz û hestedar, ku bi evîn, rastî û dilsoziyê avis e, dibêje û radigihîne ku berxwedan ne tenê bi çek û tifingê, berxwedan ne tenê bi alav û azîneyên kevnare têt kirin. Belê berxwedan, her weke helbestê tim xwe nû dike û şêweyên xwe jî bi xwe re nûjentir dike.

“Robîn” jî berxwedaneke nûjen e; ew li hember tiştên qedexekirî ranaweste, ne jî ji bo bidestxistina wan daxwaza şer û pevçûnan dike. Na, na, berevajî wê yekê: ew bi aşkereyî û nazdarî dest davêje wan tiştên qedexekirî, wan dinazîne, ji me re ve nêzîk dike û dibêje mera “mirovan ev sînor û qedexekirin danîn, miravê jî wan hilînin”. Ev yeka bi xwe jî, ango ev berxwedana bi şêweya nû, şana bihêzbûn û nûjeniya romanê ye.

Dr. Kamiran Bêkes

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.