MEHNAME – PARÎS. Cara yekemîn e ku festîvalek filman ya Fransa bi fermî filmek ku bi kurdî hatiye kişandin di her ciyê fermî da û di festivalê da hate pesrandin bi navê Kurdistan ci girt. Bi navê KURDISTAN / FRANCE hate tasdiqkirin bi fermî.
Ev jî tê wê manê ku em dê wan rojan bibînin.
Siynopsis
Hêvî
HESEN û ROJDA ji ber zulm û zora ku tê serê wan, ji welatê xwe Kurdistanê direvin tên Fransayê. Her sê zarokên xwe dispêrin birayê HESEN.
Ji ber ku ALI rastî negotiye wan, ew ji jiyana Fransayê bêhay in. ALI bi xwe bê kaxez e û rewşa wî ne baş e. Lê bi vî halê xwe jî, ew divê here pêşwaziya wan û wan li mala xwe bi cih bike.
HESEN û ROJDA hê nû gihîştine Fransayê, lê dîsa ji xewn û xeyala xanîyekî bilind dikin. Bi dîtina kareki baş jî, wê rojekê zûtir zarakên xwe ji bînin cem xwe.
Lê bextê wan hê di serî da girtî ye. Trêna ku wan tîne Parîsê, ji bo demeka pir kurt li westgehekê disekine, HESEN ji bo tiştên xwarinê bistîne jê peya dibe. Lê piştî peyabûna wî trên bi rê dikeve. Ew û ROJDA hevûdu wenda dikin. Hesen, neçar, bi otostopê digîhîje Parîsê.
Di vê navberê da, ALI bê destûr li bazara Montreuilê dezgeha xwe raxistiye, tiştên bazarê difiroşe. Xûgixwarên bazarê wî hêsa nahêlin, pê ra şer dikin. Polêsên sivil tên wî digrin.
Li aliyê din, ROJDA çawa ku digihije Gara Nordê, polês we digrin dibin.
HESEN jî pişti otostopê tê nêzikê qûleya Eyfelê, ji alîyê Polêsan va tê girtin. ş
ROJDA û HESEN li nezaretxaneyê digîjin hev.
ş
Lê ê kû hêvîya va jî wextî tînin dixin eynî nezaretxaneyê HESEN û ROJDA dibên qê ALI hatiye wa xilas bike ji nezaretxanê , lê wextê derîyê nezaretxanê li ser her sêya tê girtin ew hêvîyên wan dibe bêhêvîtî…