Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Mansur Tural: 'Hêvî' - filmek kurdî li festîvala filman li Fransayê
Dr. Zerdeşt Haco: 'Gera Pênûsê' - pirtûka nû ya Salihê Kevirbirî
Dr. Kamiran Bêkes: 'Robîn' - romanek nû ji Lokman Polat
Pîroz be: 'Xelat' - pirtûkek kurteçîrokan ji Sedat Yurtdaş


Ji nivîskarê me birêz Sedat Yurtdaş pirtûkek derket

XELAT


MEHNAME: PÎROZ BE!

Birêz Sedat Yurtdaşê pirr hêja,

Dixwazim li ser navê xwe û Kovara MEHNAME derketina pirtûka we XELAT pîroz bikim.

Em agadar in ku çendî dijwar e pirtûkên kurdî li welat bên nivîsîn, weşandin û xwendin. Lê em gelekî bextewer in ku canik û camêrên mîna we tevî hemî asteng û dijwariyan jî vê xebatê dikin. Bi baweriya me, xebata herî rastîn ew xebat e ya mirov tevî astengiyan jî dev jê bernede. Cenabê we di rojên tarî û bêhêvîtiyê de dest avêtiye qelem û pênûsan û xwe spartiye bêje û biwêjên şirîn û dilbijîn ên kurdî û nehiştiye rojên reşetarî rê li ber baskên hêviyan bigirin. Û îro wek yek ji encamên vê xebata we bûye xelat, ne tenê bo cenabê we lê bo her xwendevana/ê kurd.

Em hêvîdar in ku hûn dê li ser vê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bin, û em jî gelek fêkiyê çêjdar û bitam ji dara pexşana we bixwin.

Digel bedewtirîn silavên dostane

li ser navê Kovara MEHNAME
Husein Muhammed
mehname@yahoo.com
www.mehname.cjb.net

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.