Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Kongreya salane ya PENa Kurd
Roja zimanê zikmakî
Qado Şêrîn hat xelatkirin
Radyoya SBS ket qonaxek nû


Li Berlînê di roja 08.03.2003an de

Kongireya salane ya Navenda PENa Kurd

Dr Zerdeşt Haco: Dr.Z.Hajo@t-online.de

Vexwendin:
Ji hemû endam, berendam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd re

Gelî birêzan,

Navenda PENa Kurd wê kongireya xwe ya salane li Berlînê bike; em bê sînor her nivîskareke/î kurd, ya/yê baweriya wê/wî bi daxuyaniya PENa Navneteweyî (PEN – Charta) û rêbaza Navenda PENa Kurd tê, vedixwînin vê kongireyê.

Dem: 08.03.2003, katjimêr 10:00 – 19:00
Cih: Literaturhaus Berlin, Fasanenstr. 23, 10719 Berlin,
Tel.: 0049 30 887286-13, www.literaturhaus-berlin.de

Rojev:

1. Vekirina civînê bi rawestana yek xuleyê li ser giyanê cangoriyên Kurdistanê
2. Bixêrhatina mêvanan, xwendina gotinên wan û silavnameyan
3. Hilbijartina komîteya birêvebir a civînê
4. Hilbijartina komîteya çavdêrî û hijmartinê
5. Awireke kurt li rewşa wêjeya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê, Sovyêta berê û Ewropayê, gotar ji aliyê van birêzan ve têne xwendin: Haydar Işik, Hesen Îrandost, Pîr Xidir Silêman, Helîm yûsif*, Mustefa Reşîd û Eskerê Boyik
6. Raport: a. Raporta kar û barê salên çûyî
b. Raporta darayî
c. Raportên her çar komîteyan
7. Gengeşî li ser raportan, rexne û rexnelixwegirtin, pêşniyar û amojgarî
8. Gengeşî li ser rêbaza Navenda PENa Kurd û pêkanîna guhertinên pêwist
9. Hilbijartin: a. Hilbijartina serek
b. Hilbijartina endamên komîteya birêveber
c. Girtin bi sirûda nwteweyî Ey Reqîb
10. Êvara wêjeyî Êvarê emê bi mêvanên xwe re herin şîvê bixwin -cih û dem wê di civînê de werine diyar kirin-. Piştî şîvê emê bi mêvanên xwe re guh bidin berhemên hin nivîskar û helbestvanên kurd û di nav re emê bi stran û awazên hin hûnermendên kurd dilşa bibin.

Bi rêz û silavên me re
Ji dêl komîteya birêvebere giştî ve
Dr. Zerdesht Haco,
Bremen, 02.02.2003

Têbînî:

- *wê gotara wî ji aliyê birêzekî/e dî ve were xwendin, ji ber ew bi sedema ku ne li Berlinê ye, nikare li civînê amade bibe.

- Hin ji mêvanên me yên birêz ev in: Birêz Terry Carlbom, sekretêrê giştî yê PENa Navneteweyî (Swêd), birêz Lucina Kathmann (Meksîko), yek ji cihgirên serokê giştî yê PENa Navneteweyî, hin nivîskarên elman yên hevalên me; emê serekê Navenda PENa Elman, birêz Johanno Strasser û cihgira wî, birêz Katrin Clark jî vexwênin civîna xwe.

- Ew nivîskar û helbestvanên ku dixwazin di êvara wêjeyî de berhemên xwe bixwênin, dikarin bi Kurdî, Inglîzî û Elmanî bixwênin; ev derfet li pêşiya endam û herkesî beşdar vekiriye.

- Navên hemû kesên ku heta niha serî li Navenda PENa Kurd dane di lîsteyeke taybetî de, di malpera Navenda PENa Kurd de: www.pen-kurd.org hatine weşandin. Mafê dengdanê tenê yên wan endaman heye, yên ko pereyên endametiya xwe ya 2 salan (120 €) heta bi 03.03.03an da bin, hijmara kontoyê Navenda PENa Kurd ev e: Navenda PENa Kurd, Konto-Nr.: 4 757 403 00, Blz.: 700 800 00, Dresdner Bank, Germany.

- li gor pêşniyarên endaman rojev heta bi 02.03.2003an dikare were guhertin.

- Ev name tenê bi riya eMailê tê weşandin, em ji hemû endam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd, bi taybetî xwediyên alavên ragihandinê, tika dikin, ku ew vê nameya me bi awayekî herî fereh biweşênin.

- Ji bo têkiliyan: Dr. Zerdeşt Haco, Tel: 00 49 177 3351016

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.