Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Kongreya salane ya PENa Kurd
Roja zimanê zikmakî
Qado Şêrîn hat xelatkirin
Radyoya SBS ket qonaxek nû


21ê sibatê

Roja navnetewî ya zimanê zikmakî û rewşa kurdî

"Dibistana Kurdî": dibistan@edu.vasteras.se

21ê sibatê ”Roja navnetewî ya zimanê zikmakî” ye. Ev roj di 21ê sibata meha 11an ya sala 1999an de ji aliyê UNESCOyê ve hat pejirandin û li welatên ku endamên UNESCOyê ne, bi çalakiyên cûrbecûr tê pîrozkirin.

Ev roj dê îsal jî li Swêdê bi awayên têvel bê pîrozkirin. Li Dayreya Karûbarên Dibistanan dê semînereke çapemeniyê bê lidarxistin. Li hin belediyeyan dê pêşangeh bên avakirin. Li hin belediyeyan dê zarok meşan pêk bînin. Mediyaya netewî û ya lokal dê bê agahdarkirin. Dayreya Karûbarê Dibistanan, Skolverket, dê rapora bi navê ”Pirzimanîbûyin ji bo Swêdê dewlemendiyek e” wek pirtûk li masmediyayê belav bike. Gelek pirojeyên ku di perwerdeyê de bi alîkariya zimanê zikmakî tên meşandin dê bên nasandin. Ji bo agehdariyên pirtir hûn dukarin li malpera ”Tema Modersmål” (http://modersmal.skolverket.se) binêrin.

Em jî dixwazin, bi munasebeta vê rojê, carek din li ser giringiya zimên û hin pirsên perwerdeya zimanê kurdî rawestin.

Ziman beşeke mezin û giring ya nasnameya mirov e. Her mirov bi zimanê xwe difikire, bi zimanê xwe bi kok û gelê xwe re peywendiyan datîne, bi zimanê xwe çanda xwe hîn dibe, bi zimanê xwe hizir û ramanên xwe tîne zimên. Ku mirov di şûna zimanê xwe yê zikmakî (zimanê dayikê) de zimanekî biyanî bi kar bîne, mirov bi her rengî ji kok û gelê xwe bi dûr dikeve. Germîyeke hîsê ya bi îstîkrar, di navbera mirov û kesên ku ji heman grûbê/netewî ne, pêk nayê. Loma kurdên ku dixwazin kurd bimînin, divê berî her tiştî, zimanê xwe biparêzin.

Her weha gelek lêkolînan daye xuyakirin, kesên ku zimanê xwe yê zikmakî baş dizanin hêsantir hînî zimanên din jî dibin. Di vî warî de, lêkolîneke nû ji aliyê Dayreya Karûbên Dibistanan ya Swêdê ve hat kirin. Encamên vê lêkolînê dê di 21ê sibatê de wek pirtûk bê belavkirin.

Rewşa perwerdeya zimanê kurdî

Wek ku tê zanîn, di warê perwerdeya fermî de, bêyî Başûrê Kurdistanê, qedexeya li ser zimanê kurdî didome. Vê siyaseta înkar û asîmlasyonê ya 80 salan, di gelek waran de, bi taybetî jî di warê zimên de, nasnameya kurdan ya etnîkî qels kiriye. Zimanê kurdî li ba gelek kurdan jî bêqîmet kiriye.

Niha li Ewropayê zimanê kurdî ne qedexe ye. Li gelek welatan bi awayekî fermî perwerdeya kurdî heye. Lê gava ku mirov li hejmara şagirdên kurd yên li jêrê dinêre, mirov di cih de digihê bîrûbaweriyekê ku kurd di vî warî de berpirsiyariya xwe bi cih nînin. Li gor lêkolînên ku me kirine, hejmara şagirdên kurd yên ku beşdarî perwerdeya zimanê kurdî dibin ev e:

- Li Almanya derdora 600 hezar kurd dijîn. Hejmara zarokên ku beşdarî dersên kurdî dibin nagihê 1000î.

- Li Holandayê 100 hezar kurd dijîn hejmara zarokên ku beşdarî dersên kurdî dibin li derdora 200î ye.

- Li Swîsreyê 35 hezar kurd hene. 168 zarok beşdarî dersên kurdî dibin.

- Li Danîmarkayê hejmara zarokên beşdar nagihê 50yî.

- Li Fransayê ev hejmar di bin 100î re ye.

- Li Îngilistanê jî, bi kursên hemû dezgeh û komelên kurdan, hejmar li derdora 300î ye.

Welatê ku zarokên kurd pirtir beşdarî dersên kurdî dibin Swêd e. Li Swêdê di navbera 35-40 hezaran kurd dijîn. Li gor îstatîstîkên dewletê ji 6000î pirtir zarokên kurd beşdarî perwerdeya zimanê kurdî dibin. Li Swêdê hejmara şagirdên kurd yên ku beşdarî dersên kurdî dibin, ji hejmara hemû zarokên ku li welatên ewropî û Kurdistana Bakur, Kurdistana Sûriyê û Kurdistana Îranê pirtir e. Helbet gelek sedemên vê yekê hene. Bi ya me sedemên herî giring ev in:

1. Li Swêdê perwerdeya kurdî fermî ye û di dibistanan de tê dayîn.
2. Belediye bi xwe mamosteyan hildibijêre û maeşê wan dide.
3. Hem dewleta Swêdê û hem jî kurdên li Swêdê giringiya zimanê zikmakî baştir têgihîştine.

Em bêjin li Kurdistanê perwerdeya kurdî qedexe ye. Belê rast e. Gelo çima li welatên ewropî kurd zarokên xwe naşînin dersa kurdî? Bi ya me divê her kurdê ku xwe kurd dizane û pêşeroja xwe di kurdeyatiyê de dibîne divê vê pirsê ji xwe bike. Divê rêxistinên kurdan yên siyasî, çandî û pîşeyî li bersiva vê pirsê bigerin. Ku weha bidome, rîsk heye, ku li Kurdistanê kurdî azad be û di dibistanan de bi awayekî fermî jî bê xwendin, lê ew ê zêde rûmetê nebîne. Em hêvîdar in ku kurd li ser vê pirsê rawestin, mînaka Swêdê li ber çav bigirin û beşdarên perwerdeya kurdî pirtir bikin.

Mirov çawa dikare perwerdeya zimanê kurdî hîn baştir bike?

a. Divê peywendiyên mamosteyên kurdî bi hev re û bi malbatan re germtir bin.
b. Divê weşan û rêxistinên kurd giringiyeke mezin bidin perwerdeya zimanê kurdî.
c. Divê foruma gotûbêjê ya "Dibistana Kurdî" ya înternetê bi awayekî aktîf bê bikaranîn. Divê mamosteyên kurdî yên li Swêdê û yên li welatên din li ser serpêhatiyên xwe yên mamostetiyê li wir munaqeşe bikin ku pedagojiya hînkirina kurdî bi pêş bikeve.
d. Divê mamoste cûdabûna daraxa (mustewa) şagirdan li ber çav bigire û haziriya xwe li gor wê bike. Ji bo her şagirdekî/ê hedefên berbiçav bide ber xwe. Divê şagird û malbat jî ji van hedefan agahdar bin.
e. Divê mamoste, şagird û malbat kêmasî salê du caran bên ba hev, rewşa şagird bi hev re binirxînin.
f. Divê haya malbatan ji planên dersê hebe. Hetta berî ku mamoste planên xwe çê bike divê fikra şagird û malbatan bigire.
g. Divê di perwerdeyê de teknolojiya ragihandinê baş bê bikaranîn. Divê berhemên şagirdan yên dersa kurdî di malpera "Dibistana Kurdî" yan jî di malperên din de bên bi cihkirin ku şagirdên din, malbat û hemû kurdên ku bixwazin jî bibînin.
h. Divê weşanên kurdî pirtir li ser pirsên perwerdeya zimanê kurdî rawestin. Bi mamoste, şagird û malbatan re hevpeyivînan bikin û biweşînin. Di van hevpeyivînan de divê mînakên baş derxin pêş.

Em hêvîdar in ku, hemû mamoste û kurdên din, bi munasebeta 21ê sibatê roja zimanê zikmakî ya navnetewî, carek din li ser girîngiya zimanê kurdî rawestin û peywendiyên di navbera kurdbûn û zimanê kurdî de derxin pêş.

Ziman zimanê me ye. Ger em: kes, dezgeh, rojname, kovar, radyo û televîzyon, ji dil û can lê xwedî dernekevin, tu kes nayê vê birîna me derman nake. Birîn kûr û xedar e, ger jê re çareyek neyê dîtin û derman nebe em ê wenda bibin. Lê ne dereng e, û dermanê wê heye: dermanê wê em bi xwe ne, qerardarîya me bi xwe ye.

Redaksiyona ”Dibistana Kurdî” ya înternetê. (Haydar Diljen, Kemal Khan, Mahmûd Lewendî û Sabîha Otlu)

malper: www.diljen.com
e-name: dibistan@edu.vasteras.se

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.