MEHNAME – QAMIŞLO. Bi hatina baranek xweş û bi rûniştina qeflek ji rewşenbîr û nivîskarên kurd li bajarê Qamişloka rengîn pêşbirka kurteçîrokên kurdî li 20-2-2003 bi pêrabûna kovara Zevî hat lidarxistin.
Komîta hilbijartî ji bo nirxandinê:
1. Xalid Mihemed
2. Xewaz Ebdî
3. Ahmed Îsmaîl
4. Masûm Şukrî
Derbareyî dusaliya damezirandina kovara Zevî
gotara wê mamostayê hêja Arşevê Oskan xwend.
xwendina çîrokê nivîskarê delal Fewaz Ebdî kir.
Wî xelatê gula şêrîn wergirt.
çîrokên ku hatibûn amedekirin ji bo vê xelatê:
1. Kirîna serokan – Qado Şêrîn
2. Siwarê hespê – Baran baravî
3. Xewnên rûsar – Bavê Rosîm
4. Biryara vegerê – Reşad Şeref
5. Nimêja sibehê – Arşev Oskan
6. Lehiya qamîşa – Ciwan Evdal
7. Tiþtên ne ji mafên tene – Selah Mihemed
8. Gur û rovî – Bavê Rojîn
9. Mehvanê tariyê – Evdê Caco
Mîdasê Azîzî li ser navê kovara Zevî birûskname xwend.
Xelata pêşbirka kurteçîrokê giha nivîskarê hêja û mezin Qado Şêrîn.