Min navê Perwîz Cîhanî di rojnameya “Kurdistan Press”ê de bihîst. Kurteçîrokek wî di pêşbaziya kurteçîrokan de xelat girtibû û ew kurteçîrok di rojnama “Kurdistan Press”ê de hatibû weşandin. Naveroka Kurteçîrokê li ser şerê birakûjiyê bû.
Romana wî ya bi navê “Bilîcan” di nav weşanên Dozê de, li Stenbolê hatiye weşandin. Ev roman 512 rûpel e. Beriya ku ez behsa naveroka romanê bikim û wê bi xwendevanan bidim danasînê, ez dixwazim çend gotinên din bibêjim.
Min di nivîsa xwe ya bi sernavê “Romanên Qalind” de, behsa romanên qalind yên nivîskarên tirk -ku heryek romanên wan çarsed, pênç sed rûpel in- kiribû. Piştê wê nivîsa min, romana nivîskarê Kurdistana rojhilat Perwîz Cîhanî a bi navê “Bilîcan” kete destê min.
Bi rastî, gelek keyfa min hat ku romaneke kurdî li edebiyata kurdî zêde bû. Ji bo ku nivîskar Perwîz Cîhanî romanê bi alfaba Kurdî/Latînî nivîsîbû, hin pirtir keyfa min hat. Kurdên rojhilat alfabeya kurdî/erebî/ an kurdî/farisî bi kar tînin. Yanê bi tîpên Mihemedî dinivîsin.
Min di nivîsa xwe ya “Romanên Qalind” de gilî û gazin kiribû ku çima di nav romanên kurdî de romanên qalind, yên çarsed, pênçsed rûpel tunene û min bal kişandibû ser vê mijarê.
Romana Perwîz Cîhanî “Bilîcan” derket, lê kesekî behsa vê romanê nekir. Li ser romanê nivîsên danasînê nehatin weşandin. Pisporên (!) kurd analîza romanê nekirin. Kovar û rojnameyên kurdan dîsa bêdeng man. Ji xwe ew li hemberê berhemên kurdî qer û lal in.
Min mêze kir li hemberê vê berhemê bêdengiyek heye. Min rahişt pênûsa xwe û li ser nivîsî. Ez ji bêdengiya li hemberê berhemên kurdî hez nakim. Bi min, divê dema berhemeke kurdî derbikeve, ew berhem a kîjan nivîskarê kurd dibe bila bibe û di nav kîjan weşanxanê de derdikeve bila derkeve, divê danasîna wê berhemê bê kirin, li ser nivîsên analîzî bê nivîsîn. Heger li ser berhemê gelek kes bi şêweyên cure cure binivîsin û berhemê piralî binirxînin, ev ji bo dewlemendiya edebiyata kurdî, hêjayiyek e.
Ez analîzker nînim û nikarim bi her awayî vê romana qalind analîz bikim. Ez ê bi kurtahî behsa naveroka romanê û şêweya nivîsîna nivîskar bikim. Helbet di vê nivîsê de, dê gelek kêmanî hebin. Gelek tiştên ku ez behs nekim, an nebînim, ji ber çavên min birevin hebin. Dema li ser berhemeke edebî, ji alî gelek kesan ve çend nivîs bêne nivîsîn, ew hemû nivîs hevûdu temam dikin. Wek mînak; em bibêjin ez behsa naveroka wê bikim, yekî din behsa zimanê wê bike, yek di hêla lihevûdu girêdan û herikandina wê de berhemê binirxîne, yek metoda pêkanîna bûyeran û teknîka nivîsînê analîz bike, yek li gorê pîvanên herikandinên edebî ên navnetewî lê binêre, dê gelek baş be. Lê, ev tişt li cem me kurdan tune. Ji xwe ew kesên ku li ser berhemên edebî dinivîsin ji tiliyên destan naborin.
Kurd di derbarê berhemên hev de, yan ji bo xatir dinivîsin, ya ji bo nas û dostiyê, ya jî ji bo dijberiyê dinivîsin. Helbet divê mirov hinek rexnekûjan ji bîr neke. Ew jî ji bo ku berhemê nebaş bidin nîşandan, nivîskar biçûk bixin û pîs bikin, bi dilreşî, bi hestên hesûdî nivîsên rexneyî dinivîsin û rexnekûjiya xwe pêk tînin, dilê xwe ê reş rehet dikin.
Niha ez ji we re bi kurtahî behsa naveroka romana Perwîz Cîhanî “Bilîcan”ê bikim. Ez dikarim bibêjim ku, di nav romanên kurdî -yên ku heta niha hatine weşandin- de romana herî qalind ev roman e. Roman 512 rûpel e. Naveroka romanê li ser bûyerên mîtolojîk, civakî û rewşa sosyal a kurdan hatiye hunandin.
Cih û warê bûyerên romanê Kurdistan e. Di romanê de taswîra xwezayê -naturê- li Kurdistanê gelek xweş hatiye saloxdan. Êl û eşîrên kurdan, rewşa wan a civakî û sosyal, têkilî û nakokîyên di navbera wan de, bi şêweyeke herikbar hatiye qalkirin.
Çîroka gelêrî a bi navê Silêmanê silîvî, destana mîtolojîk a Kerr û Kulik ji alî nivîskar ve ji nûve hatiye vejandin. Di nav gelê kurd de gelek varyantên çîroka Kerr î Kulik hene. Ev çîrok li herçar perçeyên Kurdistanê, di nav gel de bi şêweyên curbecur tê qalkirin. nivîskar Perwîz Cîhanî vê çîrokê wek bingeh girtiye û bi şêweya romanê nivîsiye.
Silêmanê Silîvî û Werdeka pehlewan bi hevdu re dizewicin û ji wan re du kur dibin. Ew navên cotikan Kerr û Kulik datînin. Ev herdu roj bi roj mezin dibin û dibin du mêrxas, du egît û pehlewan. Serpêhatiyên wan, macerayên ku têne serê wan, şer û çalakîyên wan bi sedsalane ku di nav gelê kurd de tê qalkirin. Kerr û Kulik destaneke netewî ya kurdan e.
Di nav rûpelên romana Perwîz Cîhanî, "Bilîcan"ê de, evîneke bêmirad û şkestî, trajedîya malbatî, dijberîyên di navbeyna hêzên dagirker û welatperweran de, şer û têkoşîn heye.
Li Ewropayê, nivîskarên Ewropî destanên xwe yên netewî û çîrokên gelêrî û mîtolojîk ji nûve bi şêweya romanê dinivîsin. Wan bi vê cureyê gelek romanên mîtolojîk û dîrokî nivîsîne. Di nav kurdan de ev şêwe nivîsîn hêj nû dest pê kiriye. Di salên çûyîn de nivîskar Zeyneabîdîn Zinar destana Siyabend û Xecê wek roman nivîsî û wek pirtûk weşand. Niha jî nivîskar Perwîz Cîhanî destana Kerr û Kulik wek roman nivîsiye.
Bi min divê destana Mem û Zîn, çîroka Mîrze Mihemed, Şahmaran, Sînem Xanim û gelek destan û çîrokên gelêrî yên kurdan wek roman bêne nivîsîn. Mehmed Uzun çîroka "Avdalê Zeynikê", Îhsan Çolemergî çîroka "Cembelî û Binevşa Narîn" Menaf Kiran çîroka "Derwêşê Evdî" wek roman nivîsîn. Wan bi van berhemên xwe edebiyata kurdî a devkî nemir kirin, ji wendabûnê xilas kirin û bi kiraseke nû diyarî edebiyata kurdî a nivîskî kirin.
Perwîz Cîhanî bi nivîsîna romana bi navê "Bilîcan" karekî hêja kiriye. Wî bi vê berhema xwe di nav romanên kurdî de rekora pirrûpeliyê şikand û edebiyata kurdî dewlemend kir.