Li bajarê min ê qedîm Amedê gelek kovar û rojname derdikevin. Ez weşanên ku li Diyarbekirê derdikevin wek gulên rengoreng, wek kulîlkên welatê xwe bi nav dikim. Lê, helbet ew hemû weşan gul û kulîlkên rengoreng ên welatê min nîn in. Di nav wan de hinek gulên biyanî hene ku tu têkiliya wan bi gel û welatê min ve tune ne. Ez ê di vê nivîsa xwe de wan weşanên pirrengîn ku li Amedê derdikevin bidim danasînê.
Ji bo amadekirina vê nivîsa danasînê, ez ji Avukat Muharem Erbey re û ji nivîskar Zekî Dîlek re gelek spas dikim ku ew bi şiyandina weşanan bi min re bun alîkar ku ez bikaribim vê nivîsê amade bikim.
Dema min dest bi nivîsîna danasîna weşanên ku li Ameda birîndar derdikevin kir, ez pê hesiyam ku; hinek xwendevanên Unîversîteyê û rewşenbîrên kurd bi navê “KULÎLK” kovareke kurdî weşandine û hejmara wê a yekemîn ketiye destê xwendevanan. Ez weşanvan, nivîskar û hemû kedkarên kovara “KULÎLK”ê pîroz dikim ku bi kurdî vê kovarê diweşînin.
Kovar û rojnameyên ku li Diyarbekir derdikevin, bi temamî tirkî ne. Lê, niha kovara TÎGRÎS ji hejmara dehan dest pê kiriye û nivîsên kurdî diweşîne. Ev jî ji bo min bû dilxweşiyek ku; êdî kovara TÎGRÎS jî bi kurdî jîyana xwe a weşanê didomîne.
Di salên nodî de li Diyarbekirê kovareke bi navê “GOVEND” derdiket. Ev kovar bi kurdî û tirkî bû. Kovareke kulturî û edebî bû. Duwanzdeh hejmarên wê derketin û paşê ji ber sedemên curbecur, êdî nema derket. Ez hêvîdarim ku kovara GOVEND ji nûh ve û bi temamî kurdî carek din dest bi weşana xwe bike.
Bajarê Amedê dilê welatê min e. Ew navenda şaristaniyê ye. Di vî bajarê min ê birîndar de, çand û tradisyona gelê kurd li ser piyan e. Hest û ruhê netewî di vî bajarê min de jîndar e. Ji Amedê gelek rewşenbîr û sîyasetmedarên hêja derketine û doza netewî parastine. Amed ji dîroka xwe a qedim ta îro bûye kela berxwedanê, bûye navenda serhildêrên neteweyî.
Niha li Diyarbekirê gelek rewşenbîr, sîyasetmedar û nivîskarên kurd hene ku kar û xebatên hêja pêk tînin. Di hêla kurdînivîsînê de jî, gelek rewşenbîr û nivîskar bi berhemên xwe çand û edebiyata kurdî dewlemend kirine. Di nav neslên nûh ên ciwan de jî, nivîskarên wek Dîlawer Zeraq, Qedrî Dersilavî, Yildiz Çakar, Cemîl Oguz, Zekî Dîlek, Bayram Bozyel, Suzan Samancî, Ramazan Alan, Saîd Veroj û gelek nivîskarên din ji bo pêşeroja gelê me hêvî ne.
Niha ez ê yekoyek bi kurtahî behsa kovar û rojnameyên ku li Amedê derdikevin bikim :
1 – KULÎLK – Ev kovar wek weşanekî fanzîn, ji alî xwendevanên Unîversîteyê, rewşenbîr û nivîskarên kurd ve tê weşandin. Kulîlk weşana xwe, bê ku îcaza fermî bigre, bi neyênî û bi şêweyeke azad diweşîne. Ev xisûsiyeta wê a azad û serbilind, cihê vê kovarê ji hemû kovarên din dide cudakirin. Di nav temamên weşanên ku li Amedê derdikevin de, cihê vê kovarê ciheke taybetî ye û ew li ber dilê min şîrîn û ezîz e. Dema hejmarên KULÎLKê bikevin destê min, ez ê li ser naverok û teknîka kovarê nivîsekî taybetî binivîsim.
2 – ÎHD – BULTEN – Ev kovar kovara “Însan Haklarî Dernegî - Komela Mafê Mirovan” şaxê Diyarbekirê ye. Heta niha 12 hejmarên wê derketine. Berga kovarê rengîn e. Naveroka wê ji alî nûçe û nivîsên di derbarê mafê mirovan de dewlemend e. Gelek nirxandinên baş û hêja tê de hene.
3 - TÎGRÎS – Kovarekî çandî, hunerî û edebî ye. Xwediyê kovarê Bahattîn Taman e, berpirsiyarê nivîsan Bulent Uneşî ye. Adresa wê li Dagkapiya Diyarbekirê ye. Tîgrîs, kovarekî welatparêz, pêşverû û demokrat e. Di nav hemû kovarên li Amedê, kovara ku naveroka wê herî pir dewlemend e, ev kovar e.
Tîgrîs, heta niha 10 hejmar derketiye. Lê, hejmara dehan hêj neketiye destê min. Ez ê bi kurtahî behsa naveroka hejmara 9an bikim. Di vê hejmarê de gelek nirxandin, analîz û meqaleyên hêja hene.
Rûpela yekem bi kurtenivîseke bi sernavê “Merhaba”yê dest pê dike. Di rûpelan din de aforîzmayên nivîskarê navdar Tolstoy û yê Soren Kîerkegaard hene. Li ser mijar û babetên curbecur gelek nivîs hene. Ez behsa hemû nivîsan bikim, dê ev nivîsa min gelek dirêj bibe. Ez ê tenê navên nivîskarên ku di vê hejmara 9an de nivîsên wan hene binivîsim.
Yên ku nivîsên wan di vê hejmarê de hene ev in : Cîhan Kizil, Hamdullah Keskîn, Yildiz Cibiroglu, Kemal Varol, Nezîhe Agace, Bahattîn Taman, Veysî Erdogan, Şahîn Aban, Rewşen Bataray, A. Işiklî, Dogu Arslan, Emrullah Tanrikut, Î. Adem Kiliç, Mehmet Polat, Altay Marti, Yusuf Surgun, Omer Aydenîz, Mehmet Can Ozcan, Hamdullah Gezgîn, Abbas Karakuş û Îhsan Arat.
Kovara Tîgrîs hejmar 9, bi çapeke bedew hatiye çapkirin, 56 rûpel e û herdu bergên wê rengîn in. Di vê hejmarê de nivîsa herî balkêş, nivîsa bi sernavê “Diyarbekir Kiriklarî – Qirixên Diyarbekirê” ye.
Kovara Tîgrîs bi navê “Tandir – Tenûr – kovareke din jî wek pêveka kovarê derdixe. Kovara TANDIR kovareke biçûk û xweşik e. Naveroka wê helbest û mîzah e. Gelek helbest û nivîsên mîzahî û karikaturên xweş tê de hene. Helbestên Veysî Erdogan, Ridwan Tarhan, î. Irmak, Denîz Karahan, Mehmet Can Ozcan û karîkaturên Baran û Keko têde hene. Kovara Tandir jî 16 rûpel e.
4 – DIYARBEKIR VÎZYON – Kovara kulturî, hunerî û danasînê ye. Di kovarê de danasîna cihên dîrokî û kulturî yên li Diyarbekirê hene. Berga kovarê rengîn e û di berga wê de wêneya “Ulu Camî – Mizgefta Pîroz” heye. Li ser mizgeftê nivîseke danasîna mizgeftê jî heye.
Xwedî û berpirsiyarê kovara Diyarbekir Vîzyonê Yahya Oger e. Ez nizanim ku, ev kovar hemû li serhev çend hejmar derketiye? Hejmara di destê min de hejmar 4 e. Naveroka vê kovarê ji alî nivîsan ve gelek qels e. Têde gelek reklamên bazirganiyê hene.
Di vê hejmarê de du nivîsên balkêş hene; yek nivîsa sernavê “Ozgur Bîrey ve Bîz – Em û Kesayetîya Azad” e. Ya din jî Bîyografîya – Jînegerîya- Ahmed Arîf e. Kovar 32 rûpel e.
5 – DIYARBEKIR BAROSU DERGÎSÎ – Ev kovar organa baroya parezgeran a li Amedê ye. Di kovarê de nûçe û nivîsên meslegî û hiquqî hene. Ev kovar jî çend hejmar derketiye, ez nizanim. Hejmara di destê min de hejmar 9 e.
Xwediyê kovarê Av. Huseyîn Tayfun e. Berpirsiyarê nivîsan jî Av. Sezgîn Tanrikulu ye. Hemû nivîsên di kovarê de ji alî Avukat û stajyeran hatine nivîsîn. Di nav nivîsan de çend nivîsên baş li ser çeteyên ku ji alî dewletê ve hatine pêkanûn, îtîrafker û kontrayan hatine nivîsîn. Kovar 56 rûpel e û berga wê du reng e.
6 – HAZAN – Kovara kulturî û edebî ye. Mehê carek derdikeve, yanî kovareke mehane ye. Berga wê rengîn e. Kovar 40 rûpel e. Xwedî û berpirsiyar Îbrahîm Yilmaz e. Di kovarê de rûpela yekem bi helbesta helbestvan Eluard dest pê dike. Nivîsên din jî hemû nivîsên çandî, edebî ne. Gelek helbestên cuda di vê hejmarê de hatine weşandin.
Nivîskarên ku nivîsên wan di kovara Hazan hejmara 4an de heye ev in : Metîn Boran, Azad Zîya Eren, Nazîre Turan, Şeyhmus Dîken, Zafer Îzcî, Muharem Erbey, Musa Dînç, Riza Sonmez, Suleyman Efe, M. Yîgît.
Di kovarê de helbestên gelek helbestvanan hinin, min navê wan nenivîsî. Kovar 40 rûpel e. Nivîsa balkêş a vê hejmarê, nivîsa dostê min Av. Muharem Erbey e. Sernavê nivîsê “ Kafdaginin Însanlarî – Mirovên Çîyayê Qaf” e. Nivîseke gelek baş û xweş e.
7 – KATILIM – Ev kovar kovareke bi çi rengî ye, nenivîsiye. Yanî di binê logoya navê kovarê de tu tiştek tune. Lê, ji naveroka nivîsên kovara Katilim – Beşdarbûn- diyar dibe ku kovareke –bi giranî- sîyasî ye. Ev hejmara di destê min de hejmar 50 ye. Ji hejmarên wê jî xuyaye ku ev kovar kovareke temen dirêj e. Kovar 30 rûpel e. Kaxizê wê gelek bi kalîte ye. Hemû rûpelên wê ên navîn jî rengîn in. Xwediyê kovarê Fîkret Sirma û berpirsiyarê wê jî Hîkmet Sirma ye.
Nivîsên di vê hejmarê de hema hemû jî nivîsên sîyasî ne. Hîkmet Sirma li ser helbijartinê û Ak- Partiyê, Şeyhmus Dîken li ser DEHAPê û helbijartina Amedê, Nîzamettîn Îzgî li ser “Bi DEHAPê çibû?”, Mustafa Ozer li ser “Dewlet Osmanîye û Hukumet Rojavayî ye” nivîsiye.
8 – YENÎ KALEMLER – Navê vê kovara “Yenî Kalemler – Pênûsên Nû” gelek bala min kişand. Tenê hejmara 7 a vê kovarê ketiye destê min. Kovar kovareke reşûspî ye, anku bê reng e. 36 rûpel e. Kovareke mehane ye. Kovara perwerde, kultur û hunerê ye. Xwediyê kovarê şirketa Firat’ê ye. Adresa wê li Batmanê ye. Diyare ku ev kovar li Amedê dernakeve. Lê, ji bo xatirê navê wê min xwest ez wê jî bidim danasînê.
Di kovarê de gelek nivîs, helbest, karikatur, wêne û ji bo zarokan rûpelên perwerdekirinê hene. Nivîskarên vê hejmarê – di destê min de hejmar 7 heye- ev in : Yavuz Amer, Ercan Yilmaz, Yavuz Ekincî, Mem, Behcet Yanî, Ahmed Gunduz in.
Naveroka kovarê gelek qels e. Lê, ji navê kovarê jî diyare ku, yên xwedî pênûsa nû, anku yên nûh dest bi nivîsê kirine, di kovarê de dinivîsin. Ji xwe ji mizampaj û teknîka pelrêzkirina kovarê jî diyar dibe ku kovareke ji alî amatoran ve bi şiklekî amatorî tê weşandin.
9 – AMÎDA – Kovara mehane a hunerî û edebî ye. Hejmara 5an di destê min de ye. Bi qasê ku ez zanim; ev kovar ji xwe 5 hejmar derket û dûvre weşana xwe da rawestandin. Berga kovarê rengîn e. Xwedî Ahmed Kaymak e. Gerînendeyê kovarê Îhsan Fîkret Bîçîcî ye, berpirsiyarê nivîsan Îbrahîm Malgaç e.
Naveroka kovarê baş e. Nivîsên baş ên çandî, edebî têde hene. Nivîsa yekem, nivîsa nivîskara jin Suzan Samancî ye. M. Alî Ural li ser huner û rastiyê nivîsiye. Mehmed Maden çîrokek, Îhsan F. Bîçîcî jî helbest nivîsiye. Av. Muharem Erbey pexşaneke pir baş pêşêkêşê xwendevanan kiriye.
Kovara Amîda hejmar 5 bi bergên rengîn û 32 rûpel e. Di nav rûpelên kovarê de çend wêneyên hunerî jî hene. Di vê hejmarê de yanzdeh helbest jî hene.
10 – DIYARBEKIR HÎKMET – Kovareke fikrî-ramanî, hunerî û estetîkî ye. Ji naveroka nivîsên kovarê diyare ku ji alî bawermendên Îslamî ve tê weşandin. Hejmara di destê min de hejmar 4 e. Xwedî kovarê li ser navê “Millî Genclîk Vakfî – Waqfa Ciwanan a Millî” Îskan Erpîn e. Redaksiyona kovarê ji Murad Akyavuz, Yilmaz Cebe, Alaatîn Parlak û Recaî Akalin pêk hatiye. Adresa kovarê li taxa Ofîsê a Amedê ye.
Temamê nivîsan li ser mijara bawermendîya Îslamî ye. Di nav Îslamîyên kokkurd e du beş hene. Beşek jê kurdperwer in, doza netewa kurd diparêzin û di xêzekî welatparêz de dimeşin. Kovara Nûbihar bi vî rengî ye. Lê, beşek jî hene qet bêhna kurdîtiyê ji wan nayê. Ew tenê “ometcî” ne, “anasirê Îslamî” diparêzin, li dij qewmîyetê derdikevin, welatparêz nîn in. Ev kovara Hîkmet jî bi vî rengî ye.
Kovara Hîkmet 42 rûpel e û yek carek jî peyva “Kurd” di nav rûpelên wê de derbas nabe. Wan li ser serhildana Şêx Seîdê nemir nivîsîne, lê tenê rengê wî ê olî derxistine pêş. Mirov dema kovarên weha dibîne, hezar car şukra xwe bi kovara Nûbiharê tîne.
11 – DIYARBEKIR BULTENÎ – Kovara Şaredarîya Amedê ye. Çend hejmarên vê kovarê ketin destê min. Kovar bi rêkûpêk dernakeve. Lê, hejmara wê ya ku derdikeve jî bi kalîteye û rengîn e. Xwedîyê kovarê li ser navê Şaredarîya Amedê, Ferîdun Çelîk e. Lejna weşanê a kovarê ji Şeyhmus Dîken, Vedat Çetîn û Serpîl Korkmaz pêk hatiye.
Hejmara kovarê a ku di destê min de ye, hejmar 12e ye. Ev hejmar 48 rûpel e. Kovar bi şikl û ebadê xwe dişibe kovara “Nokta” a ku li Tirkiyê derdikeve. Heta ji wê jî bi kalîtetir e. Wêneyên berg û yên hundirîn hemû jî rengîn in. Naveroka kovarê jî dewlemend de. Gelek nivîsên baş têde hene.
Di vê hejmarê de gelek wêneyên bajarê Amedê ên xweşik hene. Li derûdora kela Amedê parkên xweş çêkirine, derdorê bi daran kesk kirine. Min bi hesret li wêneyên bajarê xwe mêze kir. Bajar gelek mezin bûye û xweş bûye. Cihên ku wêneyên wan hatine kişandin, ez bust bi bust geriyabûm.
12 – TIRTIL – Kovara komela havirdorê Diyarbekir e. Kovareke mehane ye. Ew girîngî didin paqijiya havirdorê. Kovareke bê kalîte û yek reng e. Rengê wê jî kesk e. Di kovarê de fikr –ramanên keskan tê parastin. Kovar 24 rûpel e.
13 – GAP – HABER – Kovara oda bazirganî û sanayî ya Amedê ye. Yanî kovara dewlemendên bazirgan ên Amedê ye. Dewlemendên kurdan qet naşibin dewlemendên neteweyên din. Bi wan re ruhê kurdayetiyê û li doza netewî xwedîderketin tune. Ew zengîn in û li kara xwe û rehetiya xwe dinêrin.
Me di salên navbera 1975 û 80yî de minaqeşe dikir ku “Burjuvazîya Millî a Kurdan heye an na?” Di welatên kolonî – somurge- ku ji alî dagirkeran ve hatiye dagirkirin de, burjuvaziyên wan welatên kolonî li bazara xwe ya netewî xwedî derketin û doza netewî parastin. Ji xwe mesela millî di esasê xwe de mesela burjuvaziya millî ye. Burjuvazîyên kurdan nebûn millî, bûn “îşbîrlîkçî” anku bûn hevkarên dewleta dagirker û ne li bazara xwe û ne jî li doza xwe a netewî xwedî derneketin. Barê doza netewî li stuyê karker û gundî, ciwan, rewşenbîr, karmend û kedkaran de ma.
Kovara GAP- HABER – Nûçe –Gap yan jî Nûçeyên Gapê – 30 rûpel e. Kovar bi temamî rengîn e. Têde nûçe û nivîsên aborî û bazirganiyê hene. Xwedî kovarê li ser navê “odeya bazirganî û sanayîya Diyarbekr”ê M. Şîrîn Yîgît e. Gerînendeyê kovarê Nurî Sinir e. Berpirsê nivîsan jî Kemal Varol e. Ez Nurî Sinir baş nas dikim. Em beriya salên 80yî hevalên hev ên îdeolojîk bûn. Wî bi taşroniyê dest bi karên bazirganiyê kir û paşê dewlemend bû.
14 – GUNGÎAD – BULTEN - Gungîad Bulten jî kovara “Komela Karbidestên Ciwan ên Başûrê Rojhilat” e. Ev jî kovara dewlemendên ciwan e. 48 rûpel e. Kovareke rengîn e. Ji alî naveroka xwe ve pênc qirûş jî nake.
Li Amedê hinek sazî û dezgehên (kurumên) dewletê jî li ser navê saziyên xwe “Bulten” derdixin. Ew ji tiştek re nabin. Têkiliyê wan bultenan û kovarbûnê bi hev tune, loma min pêwîst nedît ku behsa wan bikim. Ji wan “Bulten”an hinek jê navê wan ev in : “Ucurtma” . “Koy Hizmetlerî” , “Dewlet Hastahanesî Bultenî” û hwd.
Weşanên ku ebada wan wek rojnameyanin, anku di şiklê rojnaman de ne ev in:
1 – OBJEKTÎF – Rojnameya hefteyî ye. Şîara wê “Li jîyanê rast mêzekirin”e. Ji naveroka wê diyar dibe ku rojnameyeke welatparêz e. 10 hejmar derketiye. Xwedî û berpirsiyarê rojnamê Salih Sîyah e. Gerînendeyê wê Ahmed Bulut e. Berpirsê reklam û têkiliyên bi gel re Vedat Esîn e.
Di rûpela yekem de bi puntoyên mezin nivîsa “Newroz Coşkuyla Kutlansin – Bila Newroz bi coşî bê pîrozkirin- “ heye. Naveroka rojnamê baş e. Têde nûçe û nivîsên girîng hene. Nivîskarên ku di hejmara 10an de nivîsên wan hene, ev in : Sedat Yurtaş, Kenan Aktan, Necdet Gundem, Bulet Tekîn, Musa Dînç. Nivîskar Bayram Bozyel jî carna di rojnama “Objektîf” de dinivîse. Rêzaniya siyasî a rojnamê pêşverû ye, çep e, kurdperwer e.
Di vê hejmarê de li ser qetlîama Halepçê nûçe, nivîs û çend wêneyên balkêş hene. Nivîsên Sedat Yutdaş û Necdet Gundem ji alî naveroka xwe ve xurt in. Kenan Aktan jî di nivîsa xwe de balê kişandiye ser “Di sendîqeyan de kedkarên kurd”, Bulent Tekîn jî li ser “Biratiya Gelan” nivîsiye.
Rojnameya hefteyî Objektîf 16 rûpel e û rengê wê reş û şîn e. Ebat û şiklê rojnama Objektîf dişibe rojnameya Fransîyan, “Le Monde”yê. Tîprêziya berga wê jî gelek baş hatiye amadekirin.
2 – DIYARBEKIR OLAY – Ev rojname hefteyî ye, mehane ye yan rojane ye beylu nîn e. Li tu derek nenivîsiye ku periyoda rojnamê bê çiye? Rojnama “Diyarbekir Olay – Diyarbekir Bûyer – “ bi şiklê xwe û naveroka xwe dişibe rojnameyên tirkan ên rojane.
Li ber logoya navê rojnamê gotineke Mustafa Kemal Ataturk heye. Xwedêgiravî wî gotiye “Basin hurdur, sansur edilmez – Weşan azad e, nayê sansurkirin –“ Lê, direw dike. Di dema dîktaturiya wî de jî û di demên paşê de jî li Tirkiyê û Kurdistana bakur bi sedan weşan hatin qedexekirin û sansurkirin.
“Diyarbekir Olay” rojnameyeke tewş û valaye. Wek çêlika rojnama “Huriyet”ê ye. Yek nivîsekî baş jî têde tune. Nûçe jî nûçeyên wermandî û direw in. Piraniya nivîs û nûçeyan bê îmze ne, yanî diyar nîn e ku kî nivîsiye.
Xwediyê rojnamê li ser navê “Diyar Medya Matbaacilik”ê Ramazan Çîmen e. Berpirsiyarê nivîsan jî Muhîttîn Talay e. Rojname 12 rûpel e û ebada wê mezin e. Wekî rojnameyên rojane ên mezin e.
3 – VÎTRÎN GAZETESÎ – Rojnama Vîtrîn rojnameyek bi reng e. Rojnameya 15 rojî ye. Têde gelek reklam hene. Rojnama Vîtrîn 16 rûpel e. Ebada wê tabiliot e. Naveroka wê vala ye, nivîsên têde ji tiştek re nabin. Ji xwe nivîseke baş ku bê xwendin di vê rojnamê de tune.
4 – DIYARBEKIR SOZ – Ev jî dişibe rojnama “Diyarbekir Olay”ê. Li ber logoya navê wê ala tirkan û gotinên M. Kemal heye. Ev jî wekî rojnama “Huriyet”ê ye. Xwediyê rojnamê şirketa “Guneydogu Medya A. Ş.”ye. Gerînendeyê wê Omer Buyuktîmur e. Berpirsiyarê nivîsan jî Mehmet Yaman e.
“Diyarbekir Soz – Diyarbekir Gotin-“ rojnameyeke wek rojnameyên rojane ên tirkan e. Ebada wê mezin e û 12 rûpel e. Rojnameyeke li gel dewletê û li dijê kurdîtiyê ye.
5 – MUCADELE – Rojnama “Mucadele – Têkoşîn – “ rojnameyeke rojane ye. Du hejmarên vê rojnamê di destê min de hene. Li ber logoya navê rojnamê de hatiye nivîsîn ku; “Kiril, fakat egîlme – Bişke, lê netewe, anjî xwe xwar neke, yan jî serî xwar neke –“
Xwediyê rojnama “Mucadele – Têkoşîn”ê li ser navê “Guneydogu Ofset Matbaaciik San.” Haydar Garan e. Gerînendeyê wê A. Samed Yeşîlmen e. Berpirsiyarê nivîsan Remzî Garan e.
Ebada rojnamê wek ebadên rojnamên rojane mezin e, lê rûpelên wê hindik in. Herdu hejmar jî her yekê çar rûpel in. Rûpela pêşîn bi temamî nûçe ne. Rûpela duyem; rûpela çand, huner û jîyanê ye. Rûpela sêyem de nûçeyên welêt û cîhanî hene. Rûpela çaran jî bi temamî rûpela sporê ye.
Ji nûçe û nivîsên vê rojnamê diyar dibe ku, tu eleqedera vê rojnamê û kurdayetîyê bi hevûdu tune. Ev jî wek hinek rojnamên ku min li jorê behsa wan kir, rojnameyeke bazitganî ye û hevalbendê dewleta dagirker e.
Dibe ku li Amedê hinek kovar û rojnameyên din jî derdikevin, lê haya min ji wan tune. Kovar û rojnameyên ku ketine destê min ev in, ku min behsa wan kir.
Bi hêvîya ku dem û roj bê, li Amedê kovar û rojnameyên xwerû bi kurdî û bi ruhekî kurd û Kurdistanî derbikevin.