Serrûpel Hejmar 38, adar 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Romanek 500-rûpelî: "Bilîcan"
"Çêrokên neynûkên şkestî"
"Memê Zirav" ya Yaşar Kemal bi kurdî
"Şagirtên evînê" ya Berken Bereh derket
Kovar û rojnameyên Amedê


Li ser pirtûka Hêmen Kurdaxî

"Çêrokên neynûkên şikestî"

Cankurd: cankurd@hotmail.com

Ev pirtûk qefteke helbestan e, ji 70 rûpelan e û bi bergên reş û sipî ye.. Di meha Berfanbaranê – sala 2003 de -, ji aliyê çapxaneya Babol ve, li Almaniya hatiye çapkirin. Berzanê Mendî grafîka pirtûkê pêda kiriye û Reşad Yosêf berg û motîvên hundirê pirtûkê amade kirine, Dr. Kamiran Bêkes jî ji pirtûkê re sergotineke kurt ji deh rêzan nivisiye, tê da diyar kiriye, ku ev pirtûka yekê ye, paş ku helbestvan di hin weşanên kurdî da, berê hinek berhemên xwe yên helbestî belav kirîne.

Xudanê pirtûkê 30 salî ye û ji herêma Kurdaxê ye, ev herêm li rojavayê Kurdistanê dikeve. Li rojavayê Kurdistanê dibistan û çandeya kurdî qedexekirî ne.

Bi rastî mera şaş dibe, gava ciwanmêrekî kurd ji zarotiya xwe va diçe dibistana erebî, di nav Ereban da dijî û fêr dibe çand û wêjevaniya wan, bi zimanê Ereban dixwêne, li televisiona wan temaşa dike, bi wan re dikeve pevçûn û gengaşê, li gel wan diçe leşkeriyê, di zinadnên wan demekê ji jîna xwe ya ciwaniyê derbas dike, dawî bi welatên dûr ve baz dide, ku li wir jî bi zimanin din re dijî, gava dinivise, bi zarê xwe yê zikmakî, bi Kurdiya, ku hîç rojekê li dibistanê ne xwendiye, dikare wilo xweşik û asan wek Hêmen Kurdaxî helbestan vehûne û hestên xwe wek coyekî avzelal birijîne ser pelikan..

Hêmen Kurdaxî ji min ra bi xwendina van helbestan, wek kesekî bi şîrê dayika xwe re zimanê Kurmancî mêtiye, diyar dibe. Navêd helbestan wek sernavê pirtûkê bi asanî hilbijartine (Tenê gava tu rûgeş dibî, dawiya şevê, wendabûn, miriyo, girtî…) û her wilo.. Ev asanî di teviya pirtûkê da wek bingeheke vebirajî tê ber çavan..û ez dibînim, ku ev bingeh û ev terzê nivisandinê çêtir e, lora ku piraniya gelê me dikare têbigihîne helbestvan çi dixwaze..

Parçeyêd helbestên Hêmen Kurdaxî bi giranî wek Dûrik ên Kurmanciya kevin, kurt in hema bi hêz in.. Zarê Kurdî li ba Hêmen ê Kurdaxî pir giring e, û wilo nivisandiye, ku jineka kurd a hîç ne çûye dibistanê gava wan helbestan bibihîse bizane mebesta wan çiye. Lê belê dîsa jî wêneyên, ku bi kar tîne, bi terzekî hostayî hatine vebijartin.

Helbestvan pir bi wêjevaniya devkî ya Kurdaxê hiker bûye, wek di Xerîbo da..

“Hîn ev latê şikestî
Mîna kemencayeke dengzîz
Ahînên dayîkên lawwendayî,
Keserên dayîkên keçnedîtî
Li ber devên şikeftan dilorîne, lo…
Wey lo delalo, wey lo!
Birîndarê şer û cengano,
Siwarê hespê nêr ê kabhişîno,
Li erdê qulemişka
Tu xisti bûn feqan û tehfano..” 

Helbestvan ciwanmêrek e, lê wek pîremêrekî zana li jînê temaşa dike:

“ Bo yekemîn car min dîti bû ku
Sipî reşiyê bi dar ve dike,
Rastî ji nerastiyê re dadgehê li dar dixe
Çiyan jî
ramûsan bi ezmanan ve diteqandin… »

Di helbestên Hêmen ê Kurdaxî da, bo yarê gerdenekî ji stêrkan û xemleke ji ramûsanan heye û helbestên wî jê re dibin ebeyeke sultanan. Li ba helbestvanê me yê hêja kevokên welêt jî çavtijî hêstirin, wek keçêd Kurdan hêvî li ser lêvan zuwa dibin…

Bo Paşrojê ez hîn bêtir berhemên wilo xweşik û giranbiha ji helbestvanê me çavrê dikim..Berxwedar be Hêmen.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.