MERHEBA
Roj vedibe,
Zik berdidi axa bi baran.
Çemê Încesû, merhaba.
Li siwîngan beytik bêtir dînin,
Li ewran eylo
Bêtir qure,
Yeke li benda teskere ye,
Bişkovek din ji sînga xwe diqetîne.
Çemê Încesû, merhaba.
Alên cîwan henin,
Aştî difikirin,
Di bîran da karker û hişîntîya wan
Ez hemûyan difikirim,
Bîstûçar saet
Û te difikirim,
Tarî, bi hêrs...
Te, fêkiya ezîz a cîhanan.
Misrayek ji miqamê Îlan-i eşq,
Hişîn dibe, dilive di hundirê min da,
Dikevi bîra min çavên te...
Helbûkî dizanim
Nagîhim miradan,
Evqasê para min
Ji spî û reş...
Rondikên çavê min ken jibîrkiriye,
Jibîrkiriye ramûsan lêven min.
Çemê Încesû, merhaba...
LI GIRTÎGEHÊ ZÛ DIBE ÊVAR
Li girtigeh ê zû dibi êvar,
Tu bibi ejdîya jî kar naki.
Ne di şer da hostetîya te,
Ne jî dil çetel cîwanîya te,
Kar naki, ewa zirav-zirav dinuquti dil,
Te digiri û dibi hesretê
Li girtigehe zû dibi êvar
Heft pîderî yên hesin
Dikevi ber heft derîya
Cîda, kelogirî dibe baxçe.
Li himber, di bin dîwar da
Sê şitil xwaşîya şevê
Sê kok binevşa belek...
Di eynî evîna erjeng da yê
Di ezman da ewr, di daran da qeysî
Destpêdiki dijwartîya girtîtîye.
Di maltayê da yek “Bûka Kurdan” dibêje,
Ez di bin razekê da li voltaye me
Û tim tiştê ku nabi xeyal dikim,
Kenok, xeşîm, zarokane...
Werêm kuştin, wenda bim dibijêm
Bila şerekî tazî û rût da bi,
Dostatî jî, dijminatî jî
Dixwazim bi mêrxasî bi.
Helbûkî qed yek jî nabi,
Singû li namlûya dikevi,
Dest pê diki pagerîya şevê a cendirmeyan...
Nivtê bi hêrs vedixim,
Di qulma ewêl da nîvî dibi cixara min,
Dûyek dikşinîm, tijî,
Dûyek, wek xwe bi kujim.
Dizanim tu dibêje “ma tu jî?”,
Le zû dibi êvar li girtigehe,
Û li der, biharek terûdîn
Ji te hezdikim,
Bi dîntî...
BÊDENG
Hişki, bila kes nebihîsin
Nebihîsin, dimirim ha
Hîv bûm di nîvê şevê da
Dûra baranek kesk...
Kesk dibar e
Li wê stêrka wendayî, a herî dûr
A bênav û bêkes da
Stradîvarîûsek xwe bi xwe ra dinale
Ma tu dibihîze?
Kewana wî, mistek û pira wî kesk.
Dibêje ên ku nemir, rind û çetin
Berê jî ez bûm, paşê jî ez bim.
Awaza wî ye digere tev gerdune,
Tenhayîyên kivş û nekivş.
Niha can û pûrta min dipêçe
Bi bayên xwe ra bangîn...
Kesk dipêç e.
Xewn e, hemû kişandîyên me.
Xewn e qehra min, xewn e zîndan.
Çawa jî gihişt salan
Serpêhatîya min a bejn misre...
Nizanin em çer li hevûdin gerîyan
Nizanin me çer hezkir,
Du hesretên wendayî,
Du perçe can.
Qelişî dile kevirêhestan,
Avekî bi sedsalan hatiye fetisandin
Di hûnikayîya keskesoran da diherike...
Kesk diherik e.
Hişbûye hemû lûle,
Di devên wan da gulên kesk pijiqîye…
Hişbûye çiya,
Hişbûye behr.
Dinya aram,
Xew kûr e,
Mar avê tîne ji çêlika beytik e ra.
Jina ter* nebûye,
Keçek çavşîn welidandîye,
Pêsîrên wê bi adan û hûnike...
Kesk didoşe.
Hîv bûm di nîvê şevê da
Neron, di pirtûkên zarokanda sûretek nerind.
Û Sezar jî, navekî ye, di xiravan da.
Le tu dibê qey kevirê xinçer e ye
Kartaca’ yê mezin!
Kanê, ava niftê berdabûn ser
Mêzeki çer digir e, agit,
Bi hezaran salan şûn va jî
Kesk digir e.
Li bilindayîya çîyê da didi
Sîya zelal û
Deqdeqî a başoka min.
Li teyra naxi, kêrgûya nagri,
Le semasîyên birçî û har e
Ên ku ew perçe diki
Binihêre, Tîber bi hurmet û bêdeng.
Binihêre, zincira rêza nîlufer.
Vana qeyd û pazbendên
Yekemîn hêvî, yekemîn dergîstî
Û yekemîn gerîlla ye cîhanê Spartakus e.
Kesk hişbûye.
Hişki,bila kes nebihîsin
Nebihîsin, dimirim ha
Hîv bûm di nîvê şevê da
Dû ra min tu dît.
Tu, perçê zêr ên parsûyên min.
Tu, di diranê te da bêhna sêv e.
Ma carek din kijan dayîk me di welidinî?
Rihe min...
Misra dixwinim, bila haya te jê hebe.
Meyxana herî piçûk a sûkan ev e,
Porên wê di rûyên min da bira û zarokane.
Di bin çermên me da ew mirina bênamûs...
Û cara yekemîn e rast terê karê Ahmed.
Cara yekemîn e bêxinçerîya destên dosta...
Kesk digîre.
* ter: stewr (li herêma me stewr tenê ji bo heywanan tê bikaranîn), zêdetir ter bûn-nebûn an jî beden hişîn te bikaranîn
Wergerandin: Jiyan Alpîranî