Dema zarrokek diwelide,
her kes hêvî dike ku jîr be.
Lê ez ji jîriyê diêşim,
wê hemî jiyana min herrimandiye.
Tek hêviya min ew e
ku kurrê min sade be, têr bêhiş be
daku bikare bêxem bijî û bibe wezîr.
Helbestên min peyvine vala ne
tevî ku awaza dilî aram e.
Sal tên û xemên xwe vala dikin:
girr bi bîrê nakeve.
Li pişt dîwarê kelehê hêskek, li pêş rêyek,
gerrvanek li ser rê,
li nav baxçeyî kenê zeriyan.
Hêdî-hêdî ken nim dibe û vediçopire.
Bêdengî ye. Bi dilek şewitok diçim ser rêya xwe
û diêşim. Û dema dilê min aram dibe, her diêşim.
Par dema min tu
di deriyê Yü-hang re gihandî derve,
berf mîna pelan dibarî.
Niha payiza îsal berev dawiyê ye,
pel wek berfê diwerin
lê hê jî ti aga ji te nîne.
Xewnek em jê şiyar nabin
Mîna xwîsarê, tavheyvê,
mîna herrikê, nermiya bayî,
dîmenên zelal bêyî tixûb.
Li zivrrok tengavê masiyek xwe hildiavêje,
dilop ji gulên gilover ziwa dibin.
Bêdengî ye, bêkesî ye: mirov nayên dîtin.
Li saeta sêyem ji şevê
pelek diwere û dixijxije --
diceniqim. Ewrê tarî yê xewê vedireve.
Şev bêsinor e. Êdî rêya xewê nabînim.
Dema spêde lê dide, bi rêkên baxçeyî ve digerrim.
Gerrvanê li kinara esmanî westiyayî
hê carekê li çiyayan radiweste
û tijî bîranîn pê re li baxçeyê kevn dinere:
Birca hacîreşkan vala ye;
ka zerî?
Hacîreşkîno, bêwec bû we hêlîn li hindirr çêkir;
ya borî û ya bêt mîna xewnê ne
ya em jê şiyar nabin.
Em rik li dema borî dinerin, xema demên bên dixwin
û wan didin ber hev.
Birca zer li şevê dibiriqe
û ez axînekê dikişînim.
Xewnek nîvcomayî
Baranê esman hind tarî ku min bawer kir bûye şev
lê paşî hirrebayek hat û esman sahî bûyî.
Di nav ewrên sivik re tîrêj rexkanî hatin
mîna tavheyvê li raserî çiyayan.
Giyayê nerm û nazik li rêya beravê
gavên hespê min sivik kirin.
Li berspêdeyê ji şopên meyê hêdî-hêdî zelal dibûm,
serê min hê jî giran bû.
Xewna li ser gundê nemiran nîvco ma:
bêencam ji nav ewran li pira şîn gerrîm.
Dil bi keseran dagirtî dimeşîm,
ava diherrike tek hevrêya min.