Eva Strittmatter, di 8. Sibata, sala 1930ê de, li Neuruppin, hate dinê. Eva Germanistik Xwend, û di xeleka nivîskarên Elman de, li DDR ta 1954an kar dikir û ji wê sal û bi vir de wek nivîskareke azad e. Eva bêhtir ji hertiştî helbestan dinivîsîn, lê çîrokan ji zarokan û mezinan re jî dinivîse. Eva di sala 1975an de xelata toreyî a Heinrich Heine wergirt. Eva bi nivîskarê Elman Erwin Strittmatter re zewicî bû, lê jiyan bi hev re berdewam nekirin.
Berhemên:
1973. Ez, stiranekê ji bêdengiyê çêdikim” Helbest”.
1975. Berfeheyv li ser Mêrgê ye. ”Helbest”
1977. Ew Gula serdestiyê li hemî gulan dike. ”Helbest”
1983. Heliotrop. ”Helbest”
1988. Henas. ”Helbest”
1990. Ji xwarê roniya Guhêrbar. ”Helbest”
1997. Bedewî. ”Helbest” Der Schöne.
2002. Evîn û baxizî Liebe und Hass.
Helbestên razane. 1970 - 1990
Prosa:
1977. Name ji Schulzenhof I.
1983. Helbestvanî û ti Schulzenhof Itên din.
1986. Gulan li Piestàny.
1990. Name ji Schulzenhof II.
1995. Name ji Schulzenhof III.
2000. Tu evîna kesk. Bexçeyek- û pirtûka demsalan.
Pirtûkên ji bo Zarokan:
1958. Birayên çarling.
1959. Kitika xwestibû bibe mirovek.
1975. Min xwe di Hêlanê de hejandibû.
1. Stiraneke Kevin
Dema bager di çile de,
di ser Pesêr re bêt,
em xwe radigirin.
Bager di çile de, newêrekiyê çêdike.
Dema berf di çile de bêt.
li ser banên me û dîwaran,
em xwe radigirin.
Berf di çile de,
tirsê bi me re ji bidawîhatinê çêdike.
Dema seqem û serma di çile de
Xwe berde nava livîna me,
em xwe radigirin. Mîna ko
zivistan dawî nedîtibe.
Were Gulan, were Gulan
hertişt dê derbas bibe.
2. Şirtonek
Ez dibêjim, ez ji te hez dikim,
û ez dibêjim, heyv min gerim dike,
û ez dibêjim, baranê dayê,
û ez dibêjim, kesê dipeyivê, deng nakê
û ez dibêjim, tu çi ji min dipirsî
û ez dibêjim, ez ji te hez dikim.
3. Nîsan
Xîç û ba û şeveke nermik
ewrekî kesk: Daristan di Nîsanê de
û ji ewrê reşole bang dike:
Kanî ew ê dixwazim bangî wî bikim.
4. Azadî
Ez dişêm ji te hez bikim, an jî nifret bikim
Hemen-hemen wek te divêt ( dikarim dest ji te berdim jî)
Tu dikarî dengê xwe nekî, an jî bipeyivî.
Hemen-hemen wek te divêt. Ez ji bonî wilo
Nema dişkim ( Ez ditiwanim biçim jî)
Hemen-hemen wek ez bixwazim, dê wisa bibe.
5. Pêpilûker
Dibe ko helbestek be,
bi tinê a ji axê pêk hatibe
Keserkêşek mîna pêpilûkerekî,
gêj bibe û derbas bibe.
6. Evîna mirî
Hetav, hetava xweş,
yara minî xortaniyê.
Reşole evîn reşole,
a ko min ew dinasî
hinga namûsa min hebû,
bêgunehî vedişart,
cara yekem min guh lê girtibû,
çaxê ez hivdehsalî bûm,
di nêv çuqliyên dareke goristanê,
stirandibû,
ne mîna çucaran,
û di pey re wê demê distirand.
Şeveke mişt
û di pey re xatirxwestina ji rojê.
Min ji xortekî hez dikir,
ê ko nema kesekî behsa wî dikir.
7. Tirs
Reşole min xemgîn dike,
Kîraz dixwazin bel bibin.
Ez ditirsim,
tu li nik min bimirî,
û pêk ve kesk bibî.
Dibe jî ko mirina min bêt,
a ko min xemgîn dike.
Reşole,
ez neşêm jê bipirsim,
ka kî dê vê şevê alîkariya min bike.
8. Sêyem
Çaxê têkilî bimînin,
mîna ko hene,
ez azad im.
Azadî,
bo jiyanê,
bo ivîsînê.
Pêdiviya min bi sê heyokan heye:
Wijdan,
ko ez ji kesekî din nestînim,
min pêdivî bi palgehê hevirmêş nîne
û dikarim bêyî kursiyê xweş jî derbas bikim.
A diwem:
Ez rê didim bê oldarî,
çavan biniqniqênim,
bêjim
min jiyana xwe dît.
A sêyem:
Evîn e,
ji bo ez
li jiyanê bimînim.
9. Pesindarî
Min razek nû dît.
Em pesinê hev kêm didin.
Zarok bê pesin gewre nabe.
Em bi hev re derbas dikin.
Bi hevpejirandineke bêdeng,
xerîbî
di nêvbera me de zêde dibe.
Her yek
li benda peyvê dimîne,
yek li ê din vedigerîne.
10. Li welatekî din
Ev hemî tişt bûn
û çûn
şûnbirînek dimîne:
Kengî? Û li kû?
Zorbeyên dest bi ken kirin,
Wisa kevirînî..
Ûşeyên cihên xwe çênekiribûn,
berdan destên vala..
li warekî din,
welatekî din,
helbesta Aerodrom e.
Check out:
Seet deh û deh deqe ye,
Berî demê daxwaz bike:
Dako careke din em hev bibînin.
11. Bakê êvarî
Li ber bayekî êvarî,
bendewarê te me,
ê dûr diçe
û ji dûr ve
dest pê dike,
ê hemî tiştên min û bêhtir
dizane,
êw ên bêdeng û zorbetir.
Giriyabûm
ez di nav wî bayî de,
ê dûr diçe
û ji dûr ve dest pê dike.
12. Berf
Berf, berf, Moskowa,
- Moskowa
berfê bi ser min de bibarîne.
Di bin çermê jiyanê de.
Di bin kevirên berfê de,
li istegehên Kasaner,
spî û sor û zêrîn.
Min xwestibû ji bo ( çi, li ser çi?)
Bi te re dipeyivim.
Lê bi çi zimanî?
Nizanim zimanê te bipeyivim.
Ziman mîna bazirgana ne:
Ingilîzî. Dêmê min,
te nikarîbû bibînî
Berf, berf û berf
Behwer kiribûn,
em dê biçin.
Min behwer kiribû,
ez, têkdiçim.
13. Gula Derya
Hevalê min,
giring bû min jê hez bikiraya,
dê hêsantir bûya,
ji hilgirtina havînê.
Heyvderya, gulderya, gulronî,
Wisa gazindan ji ti kesî nakim.
14. Koreroj
Firogeh. Payîz.
Spêdeyeke baranî.
Û evîneke biyanî.
Gewr.
Koreroj.
Û rondikên gewrik.
Zilam pir biçûk e,
pir mezin e jin
15. Êlûn ( Rezber)
Rengê îqonan, şîn
Û sêva sor bi dara kesk ve.
Ji bo wê îqûna esehî: hespekî sîs.
Ê ko di çêre û dijî.
Bê serkil e
Û bi tûrnîkên hilgirtinê,
Bê cenga ko xwedê zorê li wan bike,
bo xwedîtinê
Roja Rezberê,
Bi zêr bête nalkirin.
Û mîna ko li ser textekî
nîgar kiribe.