Ketim davên vê dinyayê
Dema zarrok bûm fêrî qerebalixa mirovan nebûm;
jixwe min ji çol û çiyayan hez dikir.
Paşî ketim davên vê dinyayê
û sih salan jê venebûm.
Di rekehê de teyr bêriya daristana xwe dike,
masiyê gerrikê bêriya kûrgehên xwe dike.
Niha min rêya xwe di nav dehl û dirran re xweş kiriye
û vegerrîme nav siriştê, ber baxçe û bûstanan.
Zeviya min deh donem e,
xaniyê min heşt - neh odeyên ban-ka ye.
bih û çinar ji piştê ve,
darxox û darhilû ji pêşve sîberê didin xanî.
Mîna esmanan dûr in gundên xelkê,
tenê çol e cîrana min.
Seyek ji dûr ve direye,
dîk ji gupika armûşî diqîqile.
Ne li dergeh û dermalê heysûbeysa dinyayê,
ne di odeyan ve heytûhota mirovan.
Demek pirr dirêj asteng kirim bendan
lê niha li xwe vegerrîme.

Stiranên noşînê
Betal dijîm û şadiyên min kêm in. Şevên payizê dirêj dibin. Lê min meyek navdar heye; ti êvar nîne wê venexwim! Bi tenê me, dizivirrim li siya xwe binerim û tavilê dîsan serxweş bûme. Bi sermestî du rêzikan bo xweşiya xwe dinivîsim. Ximav dişilqe û dirije ser kaxezê. Ti rê û ti rêbaz di peyvan de nîne lê ez ê ji dostekî hêvî bikim bila wan hemiyan pak vebinivîse daku bi kêfxweşî kenê min bêt.

Rengên gulên krîzantem payizê geş in,
xunava bênxweş li gulan berhev dibe.
Lê dimînim û xeman ji bîr dikim,
dinya ji min dûr dimîne.
Piyaleyekê hildidim û bi tenê vedixwim;
ji dewlikê hê tê dikim dema perdaq vala dibe.
Roj ava dibe, dinya bêpêjn dibe
tenê teyrikên bilez vedigerrin nav daristanê.
Û li pêstirkên rojhilat dinehwirînim:
dîsan yê vê dinyayê me.

Çar demsal
Barana biharê: Çar Çem.
Ewrên havînê: gupikên seyr.
Heyva payizê: şewqek zelal.
Çiyayê zivistanî: delaltirîn dar.

Li rojhilat zanayek heye
xwedî kêm cil û bergan e.
Mehê tenê neh car xwarinê dixwe
û heman kum deh salan li serî ye.
Jiyana ti kesî ne wek ya wî dijwar e
lê rûyê wî herdem geş e.
Min dil kir wî camêrî bibînim.
Spêdeyekê bi rê ketim,
min da çeman, derbas bûm li kendan.
Li rex rê darçam şên dibin,
ewrên spî li bilindiya banan in.
Ew dizane ka çima çûme seredanê,
saza xwe dertîne û bo min lê dide.
Awazên bilind qulingek koçer dibizdînin,
yên nizim basa tawisek bitenê dikin.
Dil dike li bal wî bimînim
ji niha ta zivistanê.

Jiyana mirovan bêreh û bêkok e,
mîna tozê ye ya radibe
û li gel her bayî belav dibe.
Ti tişt ne herherî ye.
Dema em hatin dinyayê, em hemî bira bûn;
ma çima em basa xizmatiyê, bendên goşt û hestiyan bikin?
Divê em kêfê bikin ta ku bikarin!
Dema min mey hebe, bangî cîranên xwe dikim,
salên têrtijî ne bêdawî ne
û her rojê tenê spêdeyek heye.
Ev roj ya me ye
lê belkî meh û salên bên na.

Heyv û roj xwe nagirin,
demsal li pey hev dibezin.
Bayê sar li çeqên hişk dide,
pelên weriyayî rêyê dinixêmin.
Destê min ê bêhêz bi rê ve şkestiye,
serê min spî bûye.
Dema cênîkên mirovî boz dibin,
êdî rê teng dibe.
Xan bo yê gerrok tek mal e;
ez mêvan im û divê biçim ser rêya xwe.
Û dema biçim, dê kû ve biçim?
Li çiyayên jêrîn e mala min ya kevn.

Wek stiranên behiyan yên berê
I
Cihê jiyan lê hebe, mirin jî heye,
mirina pêşdem ne ji leza felekê ye.
Duh mirov bû di nav me de,
îro mirî di deftera miriyan de.
Ruh jê veqetiye. Dê kû ve biçe
madem leşê hişkbûyî wek dara xulole ye?
Zarrokê delal digirî û li babê xwe digerre,
dost - dema me aşt dikin - bi xwe digirîn
lê wî bi xwe ne hay ji şîniyê û ne jî ji şadiyê heye,
ne ji qenciyê û ne jî ji xirabiyê.
Piştî borîna hezar payizan, deh hezar salan
ma dê namûsa wî yan hetikê wî li bîra kê be?
Tek mixabinî ew e ku li vê dinyayê
wî ti car têr mey venexwar.
II
Berê mey tine bû
lê îro perdaqên vala tên dagirtin.
Kef bi ser meya biharê ketiye;
gelo em ê kengî dîsan bikarin tam kinê?
Maseya sifreyê di bin xwarinên qurban ve maye
lê dost û kesûkar li dor digirîn.
Me divê bipeyivin lê dev lal bûye,
em bêriya lênerînê dikin lê çav miçandî ne.
Berê em di eywanên bilind ve dinivistin,
îro li meydanê, di bin giyayên beyar ve.
Spêdeyê em di derî re hatin derxistin
û dema vegerrê ne nêzîk e.
III
Giya borr e bor!
Spîndar xemgîn in xemgîn!
Xunava payizê sar e!
Ez birime deverên dûr;
ev ne jîngeha mirovan e,
tenê gorr hene li ser girên bilind.
Hesp serê xwe radikin û berev esmanan dişihin,
bayê bixem axînan dikişîne.
Dema tabûta reş carekê tê girtin,
hezar sal dî roja nû tavê nade,
hezar sal dî roja nû tavê nade.
Qenciyê û hişmendiyê ti sûd negihand min.
Û dema karwanê behiyan vedigerre,
dost û kesûkar hê jî hest bi hin xemê dikin
lê xelkê dest bi stiranan jî kiriye.
Ma çi li ser mirin û nemanê bêt gotin
ji bilî: bihêle leşê te bibe yek li gel axê!
Ax!
Wergerandin: Husein Muhammed