Serrûpel Hejmar 40, gulan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Weşan

Şahînê Bekirê Soreklî: "Ronakbîr" ya Laleş Qaso
Lokman Polat: Ronakbîrê reben
Husein Muhammed: Sê ferhengên nû
Lokman Polat: "Demsala Dil" ya Azer Osî
Derwêş M. Ferho: "Zilma li kurdan..." ya Hugo van Rumpaey


DEMSALA DIL

Lokman Polat: lokmanpolat@hotmail.com

Dibêjin diya edebiyatê helbest e. Di nav saxên edebiyatê de şaxa yekemîn helbest e û helbest ji şaxên din re bûye bingeh, ji wan re rê vekiriye. Berhemên ku hîmê edebiyata netewî pêk anîne, tevahî jî bi zimanê helbestkî hatine nivîsîn. Pirtûkên pîroz – Zebûr, Qur’an, Încil - , berhema Dante, ya Ahmedê Xanî, yên Shakespeare û hwd, hemû jî bi şêweya helbestê hatine afirandin.

Di edebiyatê de, mirov hestên xwe herî xweş û bi manedarî di helbestê de dide xuyakirin û tîne zimên. Helbestvan Azer Osî jî bi vê şêweyê hestên xwe pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.

“Demsala Dil” navê pirtûka Şaîr Azer Osî ye. Pirtûk di nav weşanên “Amerda” de, li Beyrutê hatiye weşandin. Pirtûk 110 rûpel e û têde 36 helbest hene.

Ez ji helbestvan Azer Osî re spas dikim ku pirtûka xwe bi îmze diyariyê min kiriye û ji min re ji Beyrutê şiyandiye ser navnîşana min. Dema pirtûk kete destê min, di yek carek de, bêku ez navber bidim pê an ji destê xwe daynim, min bi tevahî xwend.

Dema min dest bi nivîsîna danasîna pirtûkê kir, min carek din, lê vêca hêdî, hêdî, bi tehm û lezet helbestan xwend. Helbestên Azer Osî ji bo zimanê kurdî dewlemendiyek e, ji bo edebiyata kurdî pêşveçûnek e. Wî helbestên xwe bi tîpên alfabeya Latînî/Kurdî nivîsiye. Rojnamevan û şaîr Kemal Necîm ji bo pirtûkê bi kurtahî çend gotinên baş gotiye û nirxeke giranbiha daye pirtûkê.

Helbestên Azer Osî pirrengîn in û ji alî vateya naveroka xwe ve dewlemend in. Di helbestên wî de, xweza, însan, evîn, aş, bextiyarî û gelek tiştên din hene. Wî bi şêweyeke hunermendî helbestên xwe afirandiye. Nivîskarên nû yên wek Azer Osî ji bo edebiyata kurdî hêvî ne, hêvîya pêşerojê ne. Azer Osî bi ruheke kurdayetî û bi hestên evîndariya welat helbestên xwe niqandiye. Wî dilşewatiya evîndaran bi diltenikiya xwe aniye zimên û bûye dengê evîndaran.

Helbestvan diltenik in. Ez li cem kurdên binxetê gelek mam. Ew digel mêvanperweriya xwe, diltenik bûn, humanîst bûn. Lewra jî, ji nav kurdên binxetê gelek helbestvan derketin. Di hêla helbestê de, kurdên binxetê anku perça Kurdistana başurê biçûk ji perçên Kurdistanê yên din dewlemendtir e. Ji Osman Sebrî û Cegerxwîn bigir heta îro, bi dehan, bi sedan kurdên binxetê yên helbestvan derketine û berhem afirandine, pirtûkên helbestan weşandine. Ji xwe wek hejmar, pirtûkên helbestan herî pir ji alî kurdên binxetê ve hatine nivîsîn û weşandin. (Di esasê xwe de, divê yekî lêkolînvan lêkolînek bike ka çend pirtûkên helbestan li binxetê hatine weşandin? Çend pirtûkên şano, kurteçîrok û çend roman hatine weşandin?)

Hêjayê pesnê ye ku kurdên binxetê û yên li Beyrutê, berhemên xwe bi alfaba Latînî/Kurdî dinivîsin û li ser riya Hawara Celadet Bedirxan dimeşin. Kurdên Kurdistana Suriyê di hêla helbestnivîsînê de jîr in. Di hêla çîroknivîsînê de jî baş in, lê di hêla şano û romannivîsînê de gelek qels in. Heger mirov Selîm Berekat nehesibîne (ku ew bi erebî dinivîse û berhemên wî aîdê zimanê erebî ne û ew nivîskarê zimanê erebî ye), ji xeynê Helîm Yusuv nivîskarekî din derneket û roman nenivîsî. Bi min, divê nivîskarên kurd yên binxetê, digel çîrok û helbestan dest bavêjin nivîsîna romanan jî.

Di çîrok û helbestên nivîskarên kurd yên binxertê de bûyer û mijarên baş hene. Temaya mijaran û bûyerên çîrokan dikare bi şêweya romanê jî bê nivîsîn. Nivîskarê pirtûka ”Demsala Dil” Azer Osî bi zimanekî xweş, bi gotinên niqandî ên helbestkî gelek xweş taswîra xwezayê –naturê- , evînê, jîyanê û însanan pêkaniye. Ew bi vî zimanê xwe ê xweş dikare kurteçîrok û roman jî binivîse û bi min divê binivîse jî.

Di hemû helbestên Azer Osî de miheqeq mijarek heye. Çîroka evînê, pîrozîya jîyanê, rûmeta hevaltîyê û herweha gelek tiştên din hene. Di helbestên Azer Osî de hêvîyên pêşerojê, evîn, êşa dil, hezkirina çîya û axa welat, tenêtî, bêmiradîya evîndaran, hezkirina ji dayika niştîman, bi zimanekî helbestkî gelek xweş hatine ravekirin.

Ez helbestvan Azer Osî pîroz dikim ku berhemeke edebî li pirtûkxana kurdî zêde kiriye.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.