Romannivîsê kurd Laleş Qaso gelek pirtûk nivîsîne û weşandine. Di nav pirtûkên wî de romaneke qalind, wek sê cild, lê berdewama hevûdu heye. Her cilda romanên wî ji sêsed rûpelan zêdetir in. Pirtûka wî ya dawî bi navê “Ronakbîr” wek kurteromaneke ye. Kurteromana wî ya bi navê “Ronakbîr” 116 rûpel e û di nav weşanên “Pelda” de, li Stockholmê –Swêdê- derketiye.
Pirtûka bi navê "Ronakbîr" bi her awayî kurteroman e. Herçiqas nivîskar li ser berga pirtûkê û li ser rûpela hundir jî diyar nekiriye ku ev pirtûk çi ye? Bi min, ev pirtûk kurteroman e.
Dema mirov pirtûka wî ya bi navê “Ronakbîr” dixwîne, ferqiyeta vê pirtûkê û hersê cild romanên wî dibîne. Min di nivîsa xwe ya bi navê “Kurteroman”ê de gotibû “Di romanê de pêşketin û guherînên nûh çêdibin. Dinya diguhire, roman jî diguhire. Teknîka nivîsîna romanê diguhire, nûjen dibe. Civak çiqas pêş bikeve, modern bibe, ji hêla îlîm û teknîkê ve çiqas pêşketin çêbibin di romanê de jî dê herweha pêşketin çêbibe. Roman ber bi pêş ve diçe, bi teknîkên nûh dikemile. Bi teknîkek nû nivîsîna kurteromanê, di edebiyatê xwe xwenûhkirineke berbipêş e…….. Nivîskarên nûjen yên ku berhemên modern diafrînin, kurteroman dinivîsin……Kurteroman ji çîrok û romanê cuda ye. Cudabûnên kurteromanê di gelek waran de heye. Cudabûna bingehîn teknîka nivîsînê ye. Teknîka nivîsîna kurteromanê ne wek çîrokê û ne wek romanê ye. Teknîkekî bi serê xwe ye, orîjînal e. Ev teknîk teknîkeke modern e. Di edebiyatê de, di nivîsîna berhemên edebî de, teknîka herî dawî a nûjen e. Nivîskarên hevdem vê teknîkê bikar tînin. Yên ku vê teknîkê bikar tînin, piranî nivîskarên Ewropî ne û hinek nivîskarên Latîn Amerîkî, Japonî û Rusî ne.”
Di kurteromana bi navê ”Ronakbîr” de, zimanekî sivik û zelal, rasterast behskirina bûyeran û gelek dialog hene. Teferuatên berfireh, taswîrên dûr û dirêj tun in. Beşên kurteromanê dirêj nîn in. Hinek beş du, sê rûpel in. Nivîskar Laleş Qaso bi metodeke nû, bi teknîka nivîsîna modern a kurteroman nivîsînê vê berhema xwe afirandiye.
Di kurteromana Laleş Qaso ”Ronakbîr” de tema û mijarên ku hatine qalkirin, serpêhatiya ronakbîrekî kurd li sirgûnê, bi nexşên mîzahî û bi şêweyeke îronîk hatiye hunandin. Xewn û xeyalên ronakbîr, bîr û rayên wî ên felsefî, lênêrîna wî ya li dinê û civakê, şîrovekirina wî ya di derbarê jinan de, zor û zehmetiya jiyana rojane, astengiyên li pêşberê nivîskariya wî, hemû bi vegotinên balkêş û bi teknîkek modern hatiye nivîsîn.
Herçiqas nivîskar behsa yek ronakbîrekî kiriye jî, tiştên ku hatine behskirin, di şexsiyeta wî ronakbîrî de, ji bo gelek ronakbîran derbas dibe. Problemên ronakbîr yên bi malbata wî re, pevçûnên wî û jinê, galegal û minaqeşeyên wî bi sazî û dezgehên fermî yên Swêdiyan re, ji gelek hêlan ve problemên hevbeş yên ronakbîrên dinin jî.
Di kurteromanan de bûyerên heyî ji jiyana rojane hatine wergirtin. Di jiyana rojane a lehengên kurteromanan de çi hatine serê wan, ew tişt bi kurtahî hatine qalkirin. Di kurteromanan de qelebalixiya lehengan, fîgur û kesan tune. Di romanên qalin de, bi taybetî jî di romanên klasîk de, leheng, fîgur û kesên heyî mehlek tije dikin, yanî ewqas pir in. Di kurteromanan de, hemû xaniyek tije nakin. Di kurteromana Laleş Qaso de, navê leheng ”Ronakbîr” e. Di jiyana rojane de gelek tişt têne serê Ronakbîr. Serê wî tim di teşxelê de ye. Ew gelek caran aciz dibe û ji ber acizî û neçariya xwe digrî. Ew bi jina xwe re şer dike, bi asîstanên sosyalê re pev diçe, bi şefê cihê kar re heftûheşt dike, bi karkeran r egalegal dike. Werhasil ew di jiyana xwe a rojane de tehm û hizûr nabîne, şad û bextiyar nabe.
Bûyerên ku di jiyana rojane de têne serê Ronakbîr, -ku nivîskar bi xwe jî di jiyana xwe ya sirgûnê de wan tiştan jiyaye û gelek bûyerên bi vî rengî hatine serê wî jî - ji alî nivîskar ve bi şêweyeke îronîk û mîzahî tê qalkirin. Dema mirov kurteromana ”Ronakbîr” dixwîne, hem dikene û hem jî difikire û li ber hal û rewşa vî ronakbîrê reben dikeve, dilê mirov pê dişewite.
Ji xwe di destpêka kurteromanê de diyar dibe ku; rewş û derûniya Ronakbîr gelek xirab e. Ew ji ber neçariya pevçûna bi jinê re bêzar dimîne û dixwaze xwe bi destê xwe bikuje. Lê, ji ber hinek sedeman (Ez wan sedeman li vir nabêjim. Bila xwendevan meraq bike û pirtûkê bikire û bixwîne.) Ronakbîr xwe nakuje. Piştî xwenekujtinê, gelek tişt tên serê Ronakbîr. Pevçûna wî û jina wî her didome. Ew bi van gotinên balkêş hêz û qeweta jinê, serdestiya wê tîne zimên. Ronakbîr dibêje : ”Li Swêdê bi jinê re şer, şerê bi Amerîka re zortir e.”
Ronakbîrê reben bê kar e. Jina wî qayil nabe ku ew betal be. Jin zorê dide pê ku biçe kar bike, pere qezenç bike. Daîra Sosyalê jî nerazîbûna xwe nîşan dide û zext didin ser Ronakbîr ku divê ew karekî bike. Þefê Sosyalê jê re karekî pratîk dibîne. Ronakbîr li darîstanê darên çirûk û riziyayî paqij dike. Paşê bi dor gelek karên din dike, karê dirûnê, li heywanan mêzekirin, gavaniya wehşan-berazan-, nahtoriya keran û hwd. Lê, ew di van karan de bi sernakeve, ji heq dernakeve. Saziya Sosyalê jê re karekî din dibînin, vêca divê li kalepîran binêre, wan bişo û binê wan paqij bike, dermanê wan bide wan. Ronakbîr di vî karî de jî têk diçe, derûniya wî xirab dibe.
Ronakbîrê kul i welêt dibistana bilind xwendiye, ji bo doza netewa kurd ketiye hepis û zîndanê û bi salan di zîndanên dagirkerên tirkan de razaye û paşê wek siyasetmedarekî sirgûnkirî hatiye Swêdê û li wir gelek pirtûk nivîsiye û weşandiye, di jiyana sirgûnê de bi karên weha perîşan dibe, şerpeze dibe.
Jiyana sirgûniyê zor û zehmet e. Di sirgûnê de gelek tişt têne serê ronakbîrên sirgûnkirî. Sirgûn wan ji halek dixe halekî din. Kadirên siyasî, şexsiyet û siyasetmedar, rêvebir û serokên partî û rêxistinan di jiyana sirgûnê de bi gelek karan dadikevin ku ew qet layiqê wan karan nîn in. Ji firaqşûştinê, paqijiyê bigir heta şoferiyê û kargeriya pîza û aşxaneyan, çi kar bibêjî dikin. Ew di bin fermanên şefa (Li Swêdê hemû şef jin in.) cihê kar de, wek robotan dixebitin. Ew serê sibê diçin kar, êvarê vedigerin mal û di malê de jî qutequt û pitepita jinê guhdarî dikin, bi jinê re pev diçin û jin wan ji malê dike der, wan diqewirîne. Netenê Ronakbîrê ku lehengê kurteromanê ye, herweha gelek ronakbîrên din jî ji alî jinên xwe ve ji malê hatine qewirandin, şevder mane.
Nivîskar Laleş Qaso di şexsiyeta Ronakbîr de, li ser civaka kurd –ya li Swêd- li ser têkilî, pevçûn û qirecira jin û mêrên kurd neynikê gerandiye û rewşa wan bi şêweyeke îronîk daye nîşandan. Nivîskar di vê berhema xwe ya edebî de, hest û derûniya ronakbîriyê, hal û rewşa wî, nakokî, astengî û problemên jiyana rewşenbîriyê ya rojane aniye zimên.
Helbet, nivîskar di gel van tiştan, rewşenbîrî çi ye? Helwestên rewşenbîriyê divê çi be? Hal û hareket, tevger û têkoşîniya rewşenbîran, pêdiviya kar û xebatên wan, pêwîstiya hebûna wan, rola ku divê rewşenbîr bi cih bînin û gelek tiştên din, bi hawakî îlmî, zanîstî, bi şîrovekirinekî felsefî û psîkolojîk şîrove kiriye. Xwendevan ji van şîrovekirinan gelek tişt fêr dibe.
Ronakbîr piştê ceribandina gelek karan, vêca dixwaze dest bi karê şoferiyê bike, texsî bajo. Ew di karê şoferiya texsiyê de jî bi ser nakeve. Ew dema texsiyê dajo, li serê rê kêrguyek dikuje û hestên wî ên humanîstiyê pêl didin, êdî nikare vî karî bike. Ronakbîr dîsa bêkar, betal dimîne. Li Swêdê betalî nabe. Divê herkes karek bike. Lê, Ronakbîr bêkar e, betal e. Ronakbîr paqijiya karxanan, sûk û nexweşxanan, hilanîn û danîna kalepîran, nahtoriya dikan û saziyan, paqijiya axurên ker û berazan kiribû. Gelo dê niha pêve çi karî bikira?
Dema Ronakbîr betal dimîne, pitepit û qijeqija jina wî zêde dibe. Jin pêre şer dike û wî ji malê dike der. Ronakbîr gelek caran şevder dimîne û bi rojan naçe malê. Ew bê pere dimîne û ji neçariyê diçe Sosyalê. Daîra Sosyalê jê re karê pratîk dibîne, lê ew kar qebûl nake, naxwaze bişuxule. Birêvebirên Sosyalê rewşa wî bi dînîtiyê ve girêdidin û wî dişînin cem Psîkolog.
Ronakbîr û Psîkolog bi hevre gelek minaqeşe dikin. Psîkolog jê re raporek amade dike. Ew raporê digre ku bibe cem şefa Sosyalê û pê nîşan bide. Ronakbîr tê ber avahiya Sosyalê, li wir disekine û ji xwe re hinek difikire. Ew ji halê xwe re digrî û telefonê hevalekî xwe dike, jê re dibêje : ”Ez dîn bûm e. Doktor rapora dînîtiyê daye min.”
Piştê rapora dînîtiyê, Ronakbîr û jina xwe dîsa pev diçin, li hev dixin û Ronakbîr ji malê diçe. Belê, di kurteromana bi navê ”Ronakbîr” de serpêhatiyên ronakbîrekî reben, jiyana rojane a li sirgûnê, bêbetewariya malbatiyê, şer û pevçûna jin û mêrî, nakokiyên jiyana rojane, hestên welatperweriyê, dîtin û ramanên ûlmî û felsefî û herweha gelek tiştên balkêş hene ku divê xwendevanên kurd miheqeq vê berhema edebî bixwînin û fêr bibin bê çi hatiye serê vî ronakbîrê reben.
Bi min, heger Laleş Qaso temaya ku di ”Ronakbîr” de aniye zimên, bûyerên ku behs kiriye, tiştên ku hatine serê Ronakbîr û astengiyên ku di jiyana rojane de derketine pêşberê Ronakbîr, bi vê şêweya kurteromanê na, lê bi şêweya romanê qalind û di çend cildan de binivîsandana, dê berhema xwe bifetisandana, dê ewqas biser neketana. Lê, vê şêweya nû rengekî xweşik daye berhemê. Nivîskar bi taswîr û hevokên kin û kurt mesaja xwe pêşkêşê xwendevanan kiriye, anku armanca xwe bi hawayekî vekirî û zelal gihîştandiye xwendevanan.
Heger ew ji niha û pêve berhemên xwe yên edebî bi vî rengî, li gor şêweya kurteroman nivîseriyê, bi teknîka nû a modern ya dema me binivîse, dê tim bi serbikeve û ew ê hêj gelek berhemên hêja biafrîne. Ev kurteroman di nav edebiyata kurdî de ciheke xwe ê girîng girtiye. Berhemên edebî yên bi vî rengî ji bo edebiyata kurdî dewlemendiye.
Ez bi xwe jî, ez ê hewl bidim ku êdî ji niha pêve kurteroman binivîsim. Di xwendin, nivîsîn û fêrbûna zimên de, kurteroman roleke girîng dilîzin. Kurteroman xwendinê bi xwendevanan didin hezkirin. Digel vê jî, nivîsîna bi şêweya kurteromanê, di edebiyatê de pêşveçûn e, xwenûhkirin e.