Ji Weşana Enstituya Kurdî ya Brukselê û weşanxana EPO pirtûkek nû
"Zilm û zora li ser Kurdan li Tirkiyeyê, sûc e?" ya Hugo Van Rompaey
Ev pirtûk di roja 10ê Nîsanê de li Parlementoya Flaman, Hertogstraat 2, 1011 Brussel hat pêşkêşkirin
Axaftina li ser pirtûk û rewşa Kurdan di îro de
Hugo Van Rompaey, senator û reîsê kevn yê şahredariya Geel
Derwêş Ferho, serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê
Hugo Franssen, berpirsiyarê weşanxana EPO
Mafê merovan û gelên bindest di rojeva cîhana siyasî de ciyê xwe yê layiq nagirin. Siyaset ji aliyê menfaetên aborî û leşkerî yên dewletên mezin û dîktator ve têne çarçewekirin. Turkiye dewleteke di navbera Ewropa û Asya de rola kopriyekê dilîze. Di dema şerrê sar de vê dewletê wezîfeya leşkerî ji dewletên rojava re dikir. Nuka jî rola pira navbera welatên Rusya, Asya û multinationals dilîze. Dicle î Ferat jî ji nav vî welatî der tên. Ev yek jî girîngiyeke mezin di Rojhilata Navîn de dide vî welatî.
Parlementoyên Beljîka û hin welatên din dewleta Turkiye li ser pirsa zora li ser mafên merovan û gelên bindest bi çend caran Tirkiye agahdar kirine. Lê di eyhnî demê de jî çav û guhên xwe li ser van her du pirsan digrin. Xwe kerr û lal dikin. Menfaetên wan li ku bin ew jî li wir in. Maên merovan û gelên bindest girîngiya xwe hunda dikin.
Di vê pirtûkê de analîzeke kûr li ser pirsa Kurdên Bakur tê kirin. Ev berhem ji bo kesên ku di jiyana siyasî ya international de dijîn hatiye nivîsîn.
Hugo Van Rompaey (* 1943) ji Zanîngeha Katolîk ya Leuven (Katholieke Universiteit van Leuven) diplomayên filologiya klasîk, filozofî, antropolojî, huner û zanyariya olî, teolojî stendiye. 12 salan serokê şahredariya GELL bû, 18 salan parlementer bû. Di dema parlementeriya xwe de li ser pirsa mafên merov û gelên bindest xebatên hêj dikir.
Nivîskar: Hugo Van Rompaey Isbn 90-6445-304-7 / Paperback 12,5 x 20 cm / 192 pagina's / 17,50 euro
Ji bo bidestxistina pirtûkê: (Buhayê pirtûkê 17,50+mesrefên postê 2,50=20.00 € pêşin li ser hesabê Enstituyê tê razandin)