Ferhengî Şarezor Kurdî-Îngilîzî (The Sharezoor Kurdish-English Dictionary) mezintirîn ferhenga kurdî-îngilîzî ye ku ta niha heye.
Ev ferheng ji alî wezîrê karûbarên mirovanî yê Başûrê Kurdistanê Dr. Şefîq Qezaz (Shafiq Qazzaz) ve hatiye danîn û sala 2000ê li Hewlêrê ji weşanxaneya Aras belav bûye.
Qezaz ji salên 1960î ta derketina wê li ser vê ferhenga 600-rûpelî xebitiye.
Pergala ferhengê wa ye ku peyvên serekî li gor alfabeya kurdî-erebî hatine rêzkirin û di bin wan de hemû bêje û biwêjên têkildarî wan hatine dan. Her peyva serekî herwa bi alfabeya kurdî-latînî jî hatiye nivîsîn.
Gelek sedem hene bêt gotin ku ev baştirîn ferhenga zimanê kurdî ye ku li ber destê xwendevanan e. Lê kêmasiyên wê jî pirr in. Ferheng tenê zaravaya soranî ji xwe re bingeh girtiye. Tevî ku hin peyvên kurmancî hatine dan jî, ew pirr kêm in û li ser bikaranîna wan jî daner zêde ranewestiye. Herwa eger heman peyvê di soranî de wateyek û di zaravayek din yê kurdî de maneyek dî hebe, tenê wateya soranî hatiye dan.
Li Kurdistanê ev ferheng dikare ji weşanxaneya Aras (Dezgay Çap û Bilawkirdinewey Aras) bêt bidestxistin.
Xwendevanên li Ewropa dijîn, dikarin wê ji Kitab-i Arzan li Swêdê peyda bikin:
Helsingforsgatan 15
164 78 Kista
Sweden
Tel. & Fax +46 (0)8 752 77 09
Ferhenga kurdî-holendî
Ferhenga Kurdî-Holendî (Koerdisch-Nederlands Woordenboek) yek ji mezintirîn ferhengên kurmancî û zimanek ewropî ye ku ta niha hatine weşandin. Ferhenga 365-rûpelî ji alî birayan Mahabad B. Qilorî û Nêçîrvan Qilorî ve hatiye amadekirin û 2002yê di nav weşanên Bulaaq de li Amsterdamê derketiye.
Ferheng bi çapek bedew û zelal e û bo bikaranînê pirr asan e. Ji bilî ferhenga yekalî ya kurdî-holendî, tê de nivîsarek dirêj ya rojhilatnasê navdar yê holendî Prof. dr. Martin van Bruinessen jî heye. Li gel nivîsara holendî wergera wê ya kurdî jî di pirtûkê de cî digire. Mijara nivîsarê ne tenê ev ferheng e lê Bruinessen bi kurtî dîroka ferhengên kurdî û zimanê kurdî bi giştî jî dide nasîn.
Bo asankirina bikaranîna ferhengê, danerên wê çend rûpel şîretên bikaranînê jî pêşkêş kirine.
Di vê ferhengê de hema hemû peyvên pirr tên bikaranîn yên kurdiya kurmancî û gelek jî yên soranî û dimilî (zazakî) û bergind û wateyên wan yên holendî hene. Lê pirrî caran tenê wateya bingehîn ya peyvê hatiye dan û bikaranîna peyvê di rewşên taybet de bi berfireyî û bi nimûneyan nehatiye ravekirin.
Li ber wê rastiyê ku tevî ku bi sedan hezaran kurd li welatên Rojava dijîn lê hê jî ferhengek tekûz û bikêrhatî ya kurmancî û zimanek Rojavayî peyda nabe, ev ferheng biserketinek mezin e. Di ferhengê de gelek peyv ji hemû devokên kurmancî hene û her kurmanc dikare vê ferhengê bi asanî bi kar bîne.
Kêmasiya serekî ya ferhengê ne ferheng bi xwe ye lê ew e ku ferheng kurdî-holendî ye. Holendî ne zimanek mezin e ku gelek kurd têkildarî wî bin. Ne tenê kurdên "sade" lê zimannasên kurd jî dê bikarin mixabin tenê sûde û mifayek bisinor - eger qet - jê werbigirin. Eger ferheng kurdî-îngilîzî yan ta kurdî-fransî yan kurdî-elmanî jî ba, dê rewş têvel û cuda ba.
Mahabad B. Qilorî & Nêçîrvan Qilorî
Bulaaq, Amsterdam
Ferhenga Tirkî-Kurdî (Kurmancî) (Türkçe-Kürtçe Sözlük) ya Mehmet Tanrikulu yek ji wan çendîn ferhengên tirkî-kurdî ye ku di salên 1990î de derketine. Ev ferhenga yekalî (tirkî-kurdî) ji zêdeyî 520 rûpelan pêk têt û bi çapek pirr spehî li Stockholmê di nav weşanên Podium de bi hevkariya li gel Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê derketiye.
Ji bilî rêzkirina peyvan, di ferhengê de çend rûpel şîretên bikaranînê (tenê bi tirkî) hene.
Ev ferheng pirr baş e lê ji ferhenga Zana Farqînî ya tirkî-kurdî û ya D. Îzolî jî ya kurdî-tirkî-kurdî vedimîne tevî ku ji van herdu ferhengan ya dûtir dehsalekê berî ya Tanrikulu derketiye jî.
Li gor kurtedaxwiyaniyek bi swêdî ya bi ferhengê ve hatiye zeliqandin, Tanrikulu bîst sal li ser vê ferhengê xebitiye. Rast e ku daner xwe pirr bi diyarkirina tîp û bingehên peyvên tirkî ve westandiye lê mixabin gelek ji bergind û wateyên wan yên kurdî pirr qels in - eger ne ta şaş jî bin. Ferheng bi xwe bi tidarikek sivik hatiye danîn ango tenê peyv hatine wergerandin û bikaranîna wan û pend û biwêjên têkildarî wan nehatine dan. Bêşik ferheng bi awayek wa sivik jî dibe. Lê, li aliyê din, daner ta etîmolojî û serekaniya peyvan jî lê zêde kiriye û bikaranîna wê bo xwendevanan dijwar bûye.
Tanrikulu gelek çavkaniyên baş bi kar anîne. Lê hin ji wan ta yên têkiliya wan bi zimanê kurdî re kêm jî, wek: Ferhenga Etîmolojiyê ya Hindo-cermenî (Indogermanisches Etymologisches Wörterbuch). Lê mixabin ti ferhengên heyî yên tirkî-kurdî (yan kurdî-tirkî) bi kar neanîne. Ku ew ferheng bi kar neanîne ne tenê ji çavkaniyên di ferhengê de hatine rêzkirin lê herwa ji naveroka ferhengê jî diyar e. Ji min re pirr seyr e çima wî - bo nimûne - ferhenga kurdî-tirkî-kurdî ya D. Îzolî bi kar neaniye ku du çapên wê bi salan ji berî derketina ferhenga Tanrikulu hem li Ewropa û hem jî li Tirkiyeyê mişe hebûne. Eger wî ev ferhenga baş ya wê demê heyî bi kar bianiya, dê ferhenga Tanrikulu herî kêm hindî wê bikêr ba lê mixabin ya Tanrikulu nage wê pileyê.
Hatiye diyarkirin ku di ferhengê de zêdeyî 23 hezar peyv hene. Mixabin dikare bêt gotin ku beşek ne kêm ji van peyvan yên ji zimanên ewropî ne. Ne ku dijî rêzkirina wan peyvan im di ferhengan de lê di vê ferhengê de bergind û wateyên wan tenê her eynî peyv hatiye dan û bi ti awayî nehatine ravekirin. Mînak: "anket anket; dantel dantêl; gotik gotîk" û bi hezaran peyvên din. Dikare bêt pirsîn: Eger bikarînera/ê vê ferhengê vê peyvê fam bike, dê çima di ferhengê de lê bigere yan jî eger di "anket, dantel, gotik" nege, dê çi feyde ji "anket, gotîk, dantêl" hebe?