Ji nivîskarê hêja Laleş Qaso berhema wî ya nû RONAKBÎR gihîşt me û em gellekî spasiya wî dikin ji bo vê diyariya nerxbilind.
Roman ji 116 rûpelan pêk dihêt û ji aliyê Weşanên PELDA de li Stockholm hatiye weşandin.
Bokeyê romanê wek Ronakbîr hatiye binavkirin. Berhem bi zimanekî hêsan û şêweyeke balkêş hatiye nivîsandin. Bûyerên tê de û tiştên dihên serê bokeyê romanê trajîk in, lê pirraniya caran ew bi şêweyeke komêdyayî dihên ber çavan. Bi gotineke din, xwendekar dikare bi xwendina wan serpêhatiyan ji kenan lal bibe, lê di eynî demê de bigirî.
Va berhema nivîskêr xwe têkiliye jiyana mirovekî kurd dike ku li welatê xwe kesekî ronakbîr û ji malbateke xwedan nav û zevî bûye, mirovekî zanyar, niştimanperwer û têkoşer ku bo mafên gelê xwe bi salan di zindana Diyarbekir de êş û jan dîtiye û ber xwe daye. Lê li Swêd ew bûye dîlê jina xwe û sîstêma wî welatî ya bi ser û binê xwe ve ji erf û toreyên Kurdistanê cuda. Ronakbîr bi xwe jina xwe ya gundî wek keseke nezane ku ji şaristaniya Swêdê qaqil û ji siyaseta kurdî efare bijartine dihesibîne, lê jinik her wî îhanet dike û li gor xwe wî paşverû û kukim dihesibîne. Jiyana Ronakbîr, trajêdiya ew tê de û şermezariya ew di dilê xwe de hest dike dilê mirovî dişewitînin, lê nivîskar wan serpêhatiyan bi uslûbekî wisa raber dike ku mirov di eynî demê de bi şêweya cîhgirtina wan dikene jî.
Di va berhema Laleş Qaso de mirov beşê tarî ji wêneya jiyana Kurdên li derve dibîne, bi taybetî şêweya jiyana hinekan ji siyasetmedar û ronakbîrên wan. Van kesên ku di nav civata xwe de li Kurdistanê xwediyên rûmetê bûn, rêzeke mezin ji wan, têkoşîn û berhemên wan re hebû li Swêdê bi pirranî bêkar in, yan ketine ber karên wek şofêrtiya taksiyan, parastina dukanan, lênerîna li kal û pîran û karên dine ku swêdî bi xwe nakin. Hinek ji wan di navbera nefreta ji van şêwe karan, dayîreya ku pereyên bêkariyê dide bêkaran û dayîreya sosyalê ya ku naxwaze kesek bêkar danişe de gihîştine wê radeyêye ku bizava bidestxistina raportên dînbûna xwe dikine, da ku ji wan azad bibin. Bokeyê romanê di navbera vê sîstêmê, bandora ku rewşa li Stockholm li jina wî û li zarokên wî dike li aliyekî, û kurdbûna xwe, rêzgirtina ji erf û toreyên kurdî re û wendabûna di nav jiyaneke bêamanc de li aliyê din, ketiye nav dojeheke nefsî. Ew her weha ji Kurdên Tirkiyeyê, ji komelene wan û helandina di nav ziman û çanda tirkî de bi nefret e. Li gor bokeyê berhema Laleş Qaso, di dema ku ronakbîr û nivîskar û siyasetmedarên Kurdan di nav civata xwe ya li Kurdistanê de kesên serbilind û jêhatinî bûn de, ew li Stockholm bûne kesên bêcivat e, kesên ku bûne azepên xwediyên pîzeriyan û yên arodeye bi pere. Ronakbîr bi şîn û girî behsa jihevketina malbatên kurdî dike û xwendevên dixe nav dîmenên wisa ku wan hem digirîne û hem dikenîne.
Laleş Qaso di vê berhema xwe de her weha xwendevên li ramanên felsefî rast dihîne û gellek nimûneyên bi xemlên felsefî û zimanî dagirtî raber wan dike. Romana Ronakbîr berhemeke wisa ye ku dikare xwendevên di nav dîmenên mêlodramayî de têxe nav rewşeke bi tirs.
Pirtûk bi vê hevokê dest pê dike:
“Tiştekî bi qasî ku bindestî dikare mirov pîs bike tune ye.”
Çend kurtebeşên din ji romana Ronakbîr:
“Lo bavo lo, em ji welatekî ne ku bira li xwûşkan, mêr li jinan, jin li zarokan, mele li suxteyan, şêx li meleyan, mamoste li xwendekaran, axe li gundiyan û dewlemend jî li feqîran dixînin. Hema kî ji me digihê kê pelqînê ji ê din tîne û esker û polîs jî pelqîniyê ji me hemiyan tînin. Em xwediyê kultûreke wisa ne ha!” (R. 21)
Wekî dihêt zanîn, gellek malbatên biyanî, yên kurdî jî di nav de, bi salan e ku li Swêdê cîhwar in, lê li gor Ronakbîr pirr ji wan li Swêd fêrî tiştekî nebûne, wan taxine Stockholmê jî kirine wek taxên welatên xweye. Di rûpel 25 de em rastî van rêzan dihên:
“{Devera} Flemingsberg ji Stockholmê bêhtir dişibiya Afganistanê, û hinekî jî Siûdiyê. Niştecîhên vê taxê hema hema hemî ji biyanî bûn… Balkonên wê mîna darên ziyaretan bûn. Sêlikên satelîtan bi avaniyan ve, ji dûranî mîna devê topên Napoleon xuyanî dikirin. Cîzme, qayiş û alavên malê bi ser şîş û lûleyên ku di dîwarên sor, şîn, reş û sipî de çikilandibûn, wek ordiyeke ku di şer de hatibû raxistin diket çavên mirov.”
Ronakbîr ji Kurdên ku ji xwendina pirtûkên bi zimanê xwe dûr in gellekî dilsar e. Di rûpel 34 de xwendevan rastî van rêzan dihêt:
“Ronakbîr ji bilî ku kitêbên xwe belaş li Kurdan belav dikir û Kurdan jî kitêb ji dest nedigirtin, her çi kitêba ku bi kurdî li dereke Ewropayê peyde dikir, dikirî û ew jî belaş dida wan. Lê Kurdên wî, ew kitêb jî ji dest nedigirtin. Ronakbîr qîma xwe bi wan hemiyan jî anîbû. Lê car carê gava ku ji bal hin Kurdan ve li ser kitêban bêerz dibû, piçekî ji xwe û kurdayetiya xwe aciz dibû.”
Ronakbîr ji rewşa xwe bi girî û gazinc e û di rûpel 57 de van peyvan dihîne ser zimên:
“ Eeeehew! Ma ne qaşo ez fêrisê Zindana diyarbekirê bûm û min di nava agirê dojehê de dilîst! Û niha jî di sûkên Stockholmê de ez bi kerekê re bi çirê dilîzim, kuro! (…) Erê xwelî li sero, te li vî welatî çi bi dest xist? Hîç. Te çi berda? Her tişt. Şexsiyet jî? Erê ew jî.”
Zatî tiştê ku ker di taxên Strockholm de dihîne serê Ronakbîrî bi xwe wêneyeke ji komêdyaya reş e. Mixabin, ez ê nikaribim li vir tevahiya wê wêneya nivîskî raber we bikim.
Ronakbîrê ku di dema mijûlbûna bi karekî lênerîna kal û pîran ve de di şevekê de 2 pîrên xwe wenda dike digirî û li civata swêdî lomeyan dike:
“Ev çi însanetî ye! Ev çawa hest in! Diya mirov li ber mirinê be û mirov neyê diya xwe nebîne! Ma dibe ku mirov sê-çar sed metroyekî ji diya xwe dûr be û bi termê diya xwe re neçe nexweşxaneyê! Bila bimre moderniya bi vî rengî!” (R. 68)
Ronakbîr ji gellek nivîskar û ronakbîrên kurd bi gazinc e, bi taybetî ji ewên ku ji Ewropayê ji bo leşgerîkirina ji hêzên tirk re diçin Tirkiyeyê. Ew her weha di derbarê Kurdên bakur yên ku li zimanê xwe xwedî dernakevin de xwîn digirî û di rûpel 97 de dibêje:
“Ziman motora {çandê} ye. Ziman reng û deng û hestên jiyana însên e… Millet cesed e û ziman jî ruhê wî ye. Cesedê bêruh dirize, dibe zibil û diçe û hey diçe… Ziman hebe em hene, tunebe em tunene… Nabe ku em lê xwedî dernekevin. Ji hêla exlaqê ve jî pir eyb e ku em bi zimanê xwe nepeyivin û li mûzîka xwe guhdarî nekin.”
Li gor ronakbîrê romana Laleş Qaso, milletekî ku bindestiyê bipejirîne û bindest bimîne nikare jiyanê bide “alimên” mezin. Li gor wî:
“Bindest nikarin bibin taca ilm. Ji miltekî bindest alimên mezin dernakevin. Heger ne ji îqtîdara Skender ba Arîsto Teles çênedibû. Heger ne ji îqtîdara mîrekên Botanê Ardalan û Babanê ba Ehmedê xanî û ên din çênedibûn.”
Li dawiya dawiyê bokeyê romanê bi amanca ku xwe ji rewşa di çavên wî de ji mirinê tahl tir e rizgar bike dest ji jina xwe berdide û ji bo xatirê azadkirina xwe amade ye heta dest ji her du zaroyên xwe jî berde ku ta nuha bo xatirê wan bi diya wan re, diya ku “xwarina sîr û pîvazê ber razanê wek mafekî ji mafên demokrasiya Swêdê” dibîne, berde. Ji bo wî çirûska hêviyê li beşê welêt yê di bin desthelatdariya kurdî de ye:
“ ‘Doh belkî divabû ez ji nav miletê xwe bihatama vî welatî, û îro jî ji sedî sed divê ez ji vî welatî herim nav miletê xwe’ (…). Li başûrê welêt bêyî ku bûba şivan û gavan ava wî û nanê wî hebû. Dikaribû bixwenda û binivîsanda jî. Civat hebû û civatê jî wê bi qîmetê jîr û zanahiya wî bizanibûya. Wilo difikirî û haziriya xwe û çûnê dikir.” (R. 111)
RONAKBÎR berhemeke bi nerx e û bi şêweyeke balkêş hatiye nivîsandin. Di wê de beşekî ji wêneya jiyana Kurdên li derve cîhwar aşkere dibe û bi şêweyeke reş-spî dihête ber çavên xwendevanî. Lê li gel xemgîniya ku mirov bi dîtina wê wêneyê hest dike jî ez bi xwe ji xwendina berhemê têr nebûm û min di dilê xwe de got, xweziya dirêjtir bûya.