Bes te
Erê bes te
bizanî ya
chiqasî ji te hezdikm
Axînên welatekî
Û dîlanekê
danîn ser milên xwe
û te di hibêza xwe de dilorînim
Ji te hezdikim
Erê
ji te hezdikim
Dibe rojekê ji xwe dawerivim
Bi ser porê te de
Dawerivim
bibim perwaneyek
bibim gustîlkek
bibim
dîlanek
Tişt nema
ku min neda
Tiştk nema bidim
Ji bilî gotica
Û dîlanê
Lehîyên evîna xatûnê
û bawerî ya zembîl firoşbûn
dîlanek ji çavên te re
Xwarbûnên sînga te
Daliqandî di kozikên
bûkanî yê de.
Wek deleylamekî dire ser çogan
De were,
de were,
min hînî xwe bike
min hînî ramûsanê xwe
dîlanên xwe
bike
Hinmên sînga xwe
bi ser min de dake
Bera lawirên jiyanê
tev xwe balêsin
bila
bila
Axînên dîlanekê
Xwe bi ser min
û te de vezilînin