Derng dihat!
pêjna te.
Piştî, ku rehên dilê min
ziwa dibûn
û xwîn... di wan de,
radiwestiya.
* * *
Xwe ji bîr dikir
bayê bakur...
ku ji min re, li darbixe
ahengê têlên saza te
û bi xwere bîne
rûpelên lêweşîna
jîna te.
* * *
Lê bawer bike
ku min....
di buxçika diya xwe de,
û westayîna çavê şevên wêde,
nixumandiye pênivîsa dest tiliyên te
û min di şûşeya xwe de,
veşartiye çend dilopên hêsrê te.
* * *
Ew rondikên.........
ku ji dilopê baranê
xweşiktir dihatin
û li gel xelîlê dil
seza war dibûn.
* * *
Û dîsa min
di dilê xwe de
nîgar dikir
xewa li ser çavên te,
kevanên tara heyva te.
Bi hêviya lêrevîna,
kulên, serdema min û te.