(Ez hatime, ji bo gotinekê bêjim,
û ezê bêjim... lê heger mirinê berî
ez bêjim,ji ser vegerandim... wê
“sibe” wê ewê bêje, çimkî “sibe”
razekî vesartî di pirtûka bê dawî de
nahêle..!!) C. X. Cibran
bi hêsrên vê nivîsokê
ez kela dilê te hembêz dikim,
ji roniya hêviya te
ez vê helbestê di rêsim..
dengê te li warê evînê ,
çi rewşenê di de
bibilê xemgîn ,
buhara şîn dike buhişt;
der tên ji hêlînan
kew û qumrî û şahîn
li newalan ,li kaş û zinaran,
li kulîlkên hilma te
silav dike…
ji dîwanên HEYDO ,
ji kaniya helbestan
bi peyvên heyvanok
xwe di rapêçe…!!
Xwe di-avêje
Çavên berberojkan…
Bilbilê teye
û destedar li ser nînin..
di wêneyê ciwan de,
dibe mîr !!
li ber bilûra {Memê şivan}
xwedî bû ;
û karwanê derdan
ji salên sêwî bir û cuda kir..!!
Mamoste,
Ji evînê da buharê,
Ji xweşiyê ew da xweşiyê.
Daxwaz çi bû ?
dengê azadî bela bi be..
gotinên têkoşer bi nîvisînin ;
hêza çiya û baweriya pêşmergan…
dîsa dasîtanên ;
{Kêferat û Derdên gel}
ala ciwan êdî
li ser kişwera te hildin..!!
li xaka toreya Kurdî,
te şitlên şêrîn çandin..
bi bejna wan em dildar bûn ,
şa bû gel bi wê rêka ;
“TÎRÊJ Û CEGERXWÎN”
pêşve diçin li ber neynika “XANΔ
da bi guhêzin hîvê ji cîhana Memo,
bi serbestî li asîmanê
evîndara bê mirad , sîwanan vedin ..
li kenê bendewar
ji lêvên Zînê,
bi bişirin nêrgiz û nesrîn!!
her roj , her meh ,
salmidêr sira bayê
helbestên HEYDO tê..
li firîna perwanan ,
li rewşena penceran ,
bi hêvî tê, bi hêvî tê…
bişkivîna xuncan di de
xama hogir ,
çavên xwe li ser
hezkirina xaka bav û kalan ,
hilma nanê tenûrê,
û li ser geşbûna tifikan vedike…
ji zarotî de ta niha ,
hêrz û hunera helbestan
li ser banê dilê mezin bûye al…
hino hino
textekî zêrîn vedigire,
berbang ; li asoyê tarî peyvan
geşbûnekê di de ,
û nivîsoka xebatker
bê rawestan ,
cotê xwe li şûvên hevokan
berdewam dike...