Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Helbest

Serkeft Botan: Bihar
Mahmûdê Ako: Axînên dîlanekê
Azer Osî: Dereng
Robîn Rojen: Çavê gê û dengê bê
Ezîz Xemcivîn: Roniya hêviyê
Koçer Bêrtî: Bêdeng


bihar

Serkeft Botan: serkeftbotan@hotmail.com

bihar noye nûjeniya perda hêviyên gulxok e
peşkên jenandina kevirhestem 
	mocê hestên derya pêketî
digşênim dûxana qalûna xwe
ji dîmenên birca amedê
di derya hilnayên pêlên çalek
pêtiyên poran gez dikin rojê
 	vedişêrim lehengiyan 
	li meydana lenîngiratê
di berîka êşên min de
	terafa cendekê min
awirên cîhane kê pê kil dikim ...

tu ji cî nerî amed
va ez tem 
kela dezîka te me
bişikine porên xwe bi bayên xezeban
te çawakir ji yara min 
te çawa dabelian’d
behna şewatê ji bedena te te ...

bihar noye nûjeniya perda berbanga werzêye
ne min go
	ku bibim rîskêrekî bi ahd û şanevan
		sonda min
		wê bi kevirên te yê rêş bî
ezê vebixum
zikreşên keleş
bextreşên bê text
	xudareşên bi zext
		poşreşên bê wext
			qafreşên teres
				pûştreşên bi dek
					zolikên çavên geş
					xeniqîm li nîvê rojê  reş reş
xûda reş keşe reş mizgeft reş bext reş kevir reş 
     reş reş reş reş şev şevreş  
ma wê kengî reşêşikên baranê bibarin lo
			xubariya xunavên doberana
ne min go
	ku bibim rîskerên çar tayên porên te
ezê daqurtênim kelehên girtîgeha 
tev mazgehên dîlbûna te
	û vî bajarî
		teva goristanê zindî
			kaş bikim li pêy xwe ...

bihar noye nûjeniya salvegerên emrên nîvqurmiçye
lê dibê ku ez rabim ser xwe
	kaba bavêjim
		çik bikim çîqa libin sitûnên ezmana
biçinim lêmiştên lêvên qeresiyokî 
 melodiyên nuhurînên kesera
bişeridênim gulîkên helbesta
 bila hesretên şîn vexun mirad
		ji bayên besta
			girên herdû çavan te 
lê berî ku werz bengîniyê ji bîrbikin
		hesretên ewravî
		diburusun di nava zeraqên stêra te de ...

mijdar 2002

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.