Di avdanên kakilên wêrek de
Xwe hestên ebreş didizim
Di êşên zuha û tîr de
Hesinî jan dişidim
Di êşên zindî û jîr de
Pençerêyên te me delal
Bayên sivik şevan dikuxîne
Ser rûyê min
Avên qurmiçî
Vedizelin bîbikên min
Di telaqên tol de
Derbirîn gijgijî
Ji te re kûçe û kolanên qotik berpal dike
Heyvê li jor vedixwar
Min jî
Cara dawiyê li te dinêriya
Her car ku cara dawiyê
Her car ku hêdî ez te nebînim
Mîna ji xwe derbibim
Li xwe te dibazim
Li te xwe digerim
Tu di soran de çermê xezalî
Ez rûtiya sût
Hewara pisîkên li sergo
Ku di ser hev de digîrin
Derewên dîwana ji dil
Ku
Dikevim qirşên mêrga kenê zargotina te
Ku
berdidim dîmenên biliya hev
Tu di xewnan de rû li ken
Ez mêrga qirşên zargotina kenê te
Hevîrê min dev bi girêz
Min dipelîne
Digewixîne serseriya quzilqurt
Bi hezaran birînên min yên tijî şîr
Dixwezin te bimijînin
Xem li jêr tisî be jî
Biçe
Qene
Ku tu çûyî
Yekî din
Divê bizane
Te herî kêm qas min bijî
Di avdanên kakilên wêrek de
Xwe hestên ebreş didizim
Di êşên zuha û tîr de
Hesinî jan dişidim
Di êşên zindî û jîr de
Pençerêyên te me delal