(Dîwarê axê
ko tu wî nabînî
û xaçirêk jî te nabîne
dara tiwa a ko di xewna te de bû
çûkê wê bi hêsirê xwe ji te re distiran.
Emê kengî vê çîrokê ji bîra bikin?
Tu û ez...)
Bera dara tiwa bibe baran
Baran bera bibe hewşek mezin
Bera hewş bibe gîha û bera gîha jî
Bibe havîn
Bera em bimirin
hey dilê kevir
Ey havîna girover…
Dûrî destê te
Bê ba
bê nerîn
Bê xwe...
Ez te nabînim
Di binê darê de me
Ez piçikê şevreşê
Dicûm…
Nalîna bilûra berbangê
Xwîna gumlekê tenûrê
Û hêsirê mezrîbê
Fistanê te yê ji xwîna qitika
Bi ser pozê min de
Bi ser sînga min de
Hey lê...
Hêkê destê te zû ji min difirin
Ber bi Qamişlo de
Memikê te dişkin
ber bi Qamişlo de
Tiliyên te min ji bîra dikin
Ber bi Qamişlo de
Lêvên te yên qeresî
Dîsa pêsîrên te yên pembo
Li serê pozê min
Ber bi Qamişlo de
Baskê tiliyên nigên teeeeee
Ber bi Qamişlo de...
Vê êvarê min te dît
Kêfa kolanê hat
Lempa mala bavê te vêket
Sêv hiliya ...
Evîn bi ser
Min de
şemitî...
Min di xewnê de
destê xwe avêt bejna te
Lê gulek ket destê min
Ez şiyar bûm
li gulê geriyam
Min te dît...
Min di xewnê de
maçî gulekê kir
Lê gul neştexilî
Bi bihna te buhirî
Di ber xewnê re
Ji hesreta lêvên te
Firinde li ser aso civiyan
Gazin ji dara buharê
ya dirêj û tarî dikirin
Digiriyan û lepûşkên dilê xwe di axê de didan
Nikilên xwe li bin guhê kevirê evînê
Dixistin û baskên xwe diperpitandin
Xwe reş dikirin ji bo ko lêvên te
Sipî bi ser wan de
bibarîne...
Bera dara tiwa bibe dara hinara
Û sînga te lêkeve
Bera gul bibe sînga te û sînga te bibe
Xanî û nan
Û xwarin bibe tu
Û hêsir bibin bexçe