Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Apecê Lezgîn û Zeraq xelat kirin
Konferansa dîroka kurdî
Çanda kurdî di nav çanda cîhanê de
Xwendingeha kurdî li Kenedayê vebû
Emailên kurdan hedefên vîrusan in


Xwendingeha kurdî li Kenedayê vebû

  Şagirtên dibistanê

MEHNAME - CALGARY, KENEDA. Xwandingeha polên kurdî li bajarê Calgary (Keneda) dest pê kir.

Pişti çendin hewl û teqela hatine kirin bo vekirina xwandingeha kurdî, li meha çûyî bi wergirtina 26 xwendekarên kurd, li xwandingeheka millî li vî bajarî dest bi xwandina kurdî hat kirin.

Helbet çaxê em dibêjin polên kurdî, ne mexset ew e ku li du rojên şembî û êkşembiyan yên kurdan bi xwe vekirine. Ev xwandingehe ji lay welatê Kenedayê ve hatiye qebulkirin. Xwendekarên kurd dikarin heta pola nehê bixwînin. Herwiha hemû pêdiviyên xwendekaran dewlet bi cih dike. Herwesan du mamosta hatine bijartin pênc rojan di her heftiyê de wanên kurdî didin.

Ji ber ku xwendekar hemî wek hev zimanê kurdî nizanin bixwînin û binivîsin, lew hemî xistine pola êkê herçend e hindek ji wan birrekê fehm dikinn, lê zehmetiya nivîsînê heye. Xwandingeh bi alfabeya erebî dest pê kir, çimkî ev program bi dest me ket, egîna dibe alfabeya latînê baştir ba.

Destpêkirin dibe bo revenda kurd li vî bajarî bi zehmet nebe, lê ger berdewam bin û dê li salên bên gelek bi zehmet bikev, çimkî dê pêdiviya me bi pitir programan hebe û kadrên şaraza me pêwîst in, ji ber ku mamostayên me ne mamosta ne lê dikarin li vê qonaxe rola xwe bibînin.

Di ser hindê re ku jimara xwendakaren me kêm in, lê ji ber ku îsal direng dest pêkir û gelek malên kurd jê ne agadar bûn. Lê li sala bêt em umêdewar in ku jimara xwendekaran we bigehe navbera 50-60yan.

Vê xwandingehê pêdivî alîkariyê ji hemî layan ve heye, herwesan pêdivî pêşniyaran heye, bi taybetî ew ên ku bi van karan radibin lew em dê xwesşhal bin bi boçûn û komekên we, bi rêya vi e-maila hey me agadar bikin.

Komîta Kurdan li Calgary - Keneda.

Aram Duhoki

AramDuhoki@aol.com

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.