Serrûpel Hejmar 36, rêbendan 2003

Naverok
Diyarî
Nirxandin
Helbest
Pexşan
Weşan
Zarok
Nûçe
Gelêrî
Ziman
Name
Mizgînî
Pozname

Nûçe

Apecê Lezgîn û Zeraq xelat kirin
Konferansa dîroka kurdî
Çanda kurdî di nav çanda cîhanê de
Xwendingeha kurdî li Kenedayê vebû
Emailên kurdan hedefên vîrusan in


APECê Lezgîn û Zeraq xelat kirin

MEHNAME – STOCKHOLM. APECê îsal xelat dan birêz Roşan Lezgîn û birêz Dilawer Zeraq. Herdu nivîskar jî ji xwendevanên Mehnameyê re gelekî nas in.

Jûriya APECê, ku ji Ferhad Shakely, Hesenê Metê, Mahmûd Lewendî, Xebat Arif, Amed Tîgrîs û Elî Çiftçî pêk hatiye, pirtûka kurteçîrokan a Dilawer Zeraq, Kakil û ya Roşan Lezgîn, Binê dara valêre de bijartin. Ya pêştir bi kurmancî û ya dûtir bi dimilî ye.

Gelek ji kurteçîrokên Zeraqî û hinek ji yên Lezgîn ên di van pirtûkên xelatkirî de di Mehnameyê de derketine.

Jûrî wiha sedema bijartina Kakil diyar dike:

”Bi vegotinên zimanekî xweş û dewlemend, bi hevokên rewan û kurmanciyeke hercayî, Dilawer Zeraq ev novelên bi motîvên balkêş, bi teknîk û estetîkeka hunerî, bi bal û hizreke fireh, bi êşeke ruhî û nostaljiyeke nerm hûnandine. Vehûnandinên evan novelên Dilawer Zeraq xwendevan bi xwe re dibe Diyarbekira bi kevirên reş, dibe û dike nav jiyana merivên bextên wan reş... bi wan re meriv li Mêrgahmedê, li Derê Çiyê, li Xançepekê û li derûdora Bedenê digere û meriv xwe bi xwe dibêje: "Xwedêyo, zarokên welatê me, zarokên bajarê me ketine çi rewşê!”

Û çima Binê dara valêre de hêjayî xelatdanê ye?:

“Verê heme çî seba ke hîkayeyê Roşan Lezgînî hetê edebî ra xurt û pêt î. Hîss û heskerdena kurdan weş îfade kenê. Heto bîn ra lehçeya kirmanckî, yanî zazakî de hîkayeyî zaf kêmî nusîyayî û Roşan Lezgînî bi hîkayeyanê xo beno nimûneyêka başe, bi nê hîkayeyan edebiyatê kurdkî rê xizmet keno.”

Berê jî APECê xelat belav kirine:

1- Xelata 2000-î (berhemên ji bo ciwan û zarokan):
M. Emîn Bozarslan - ji bo berhema bi navê Gurê Bilûrvan (kurmancî)
Letîf Helmet – ji bo berhema bi navê Dîwanî Mindalan (soranî)

2- Xelata sala 2001-ê (ji bo wergeran): Osman Özçelik – ji bo romana Rojeke Îvan Denîsovîç a Aleksandr Soljenîtsîn (kurmancî)
Anwar Kadir – ji bo çiroka Miyo Miyokey Min ya Astrid Lindgren (soranî)

XELATA ÎSAL (14-12-2002)
3- Xelata 2002-an (ji bo berhemên edebî):
Roşan Lezgîn – ji bo berhema Binê dara valêre de -kurteçîrok- (dimilî)
Dîlawer Zeraq –ji bo berhema Kakil –kurteçîrok- (kurmancî)

4- Xelata sala bê, 2003-an (ji bo berhemên faktayî /15-12-2003)

Şertên beşdarbûnê:

Divê berhem ji du salan ne kevintir be. Ji bo ku juriya APECê bi silametî karê xwe bi rê ve bibe, berhema namzedê/a pêşniyarkirî divê heta 1ê meha 9an bigihîje destê juriyê.

Ji bilî juriya APECê kî bivê dikare namzediya berheman pêşniyaz bike. Lê ji bo silametiya karê juriyê, baştir e ku xwediyê pêşniyazê bi xwe jî agahdariyeke pêşîn ji bo juriyê bi rê bike. Nemaze ji bo namzediya berhemên nava welêt pêwîstiya juriya APECê bi alikariyeke welê heye.

Xelata APECê 20 000 kron e û li herdu berheman dabeş dibe. Bi gotineke din, ji bo her pirtûkekê 10 000 kronê swêdî ye.

Apec sala 1988ê li Stockholmê ava bûye û ta niha nêzî 200 pirtûkan weşandine.

Berdest
Hejmara nû
Hemû hejmar
Hemû pirtûk
Hemû nivîskar
Nûdem
Arşîva Cegerxwîn?


[ Mehname | Ev hejmar | Diyarî | Gelêrî | Helbest | Mizgînî | Name | Nirxandin | Nûçeyên çandeyî | Pexşan | Weşan | Pozname | Ziman | Zarok | E-mail ]

Ev malper herî baş bi INTERNET EXPLORERê tê dîtin. This site is best viewable with the INTERNET EXPLORER.

Têkilî: mehname@yahoo.com
Contact us: mehname@yahoo.com

Copyright ©1999- MEHNAME. Hemû maf parastî ne. All rights reserved.